• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rojnameger Civîroglû: Tevlibûna Kurdan a Konferansa Munîhê encama civîna Kongreya Amerîkayê bû

Bazid Evren / AW

19 SIBAT 2026 - 13:21
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Rojnameger Mûtlû Civîroglû destnîşan kir ku tevlibûna şandeya Kurdan a Konferansa Ewlehiyê ya Munihê encama civîna Civata Nûneran a Kongreya Amerîkayê bû û got: “Derfet hene ku wan ziyanên di 3-4 hefteyên borî de derketine holê bizivirînin ber qezancê ve û divê li dijî xetereyan jî hişyar û baldar bin.”

Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongreya Amerîkayê di 11 çileyê de civîna, “Siberoja Sûriyeyê û Siyaseta Amerîkayê ya Piştî Pêvajoya Beşar Esed” li dar xistibû û piştgiriya xwe ji bo Kurdan û Rojava anîbûn ziman. Piştî vê geşedanê şandeya Rojava ku ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed tev li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bûn. Ev yek nîşan dide ku Kurd û nûnerên wan ji aliyê cîhanê ve tên nasîn û muxatap tên girtin.

‘Guhertinên erênî çêdibin’

Rojnameger Mûtlû Civîroglû li ser geşedan û dîplomasiya dawî kir jî diyar kir ku civînê Kongreya Amerîkayê ya ji hêla Civata Nûneran ve hat lidarxistin, nîşan dide ku kongre dixwaze bi awayekî aktîf li ser rewşa Kurdan û Sûriyeyê bisekine. Mûtlû Civîroglû destnîşan kir ku tevlibûna şandeya Rojava ya ji bo Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê jî rasterast encama vê civînê bû û got: “Qesra Sipî jî xwe di bin zextê de hîs dike û lewma ji bo parastina Kurdan hewl didin. Robîo jî çend roj beriya niha gotibû ku Trûmp 2 caran li Şara geriya ye û xwestiye êrişên li ser Kurdan rawestînin. Ji hevpeyvîna me ya borî ya bi Welat re heta niha guhertinên erênî çêdibin.”

‘Mazlûm Ebdî weke nûnerê Kurdên Sûriyeyê tê dîtin’

Mûtlû Civîroglû destnîşan kir ku di Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de Marco Robio û endamên kongreyê peyama ku dê mafên Kurdan di Sûriyeya nû de hebe, dan. Mûtlû Civîroglû destnîşan kir ku Mazlûm Ebdî heta niha kesekî weke leşkerî dihat dîtin, lê bi vê konferansê hat dîtin ku êdî Ebdî weke nûnerê Kurdan ê Sûriyeyê tê qebûlkirin û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Ev guherîneke gelekî girîng û balkêş e, rola wî ya leşkerî firehtir dibe. Marco Robio jî piştî di konferanseke din de dabû zanîn ku wan xwestiye Mazlûm Ebdî weke nûnerê Kurdan tev li konferansa Munîhê bibe. Marco Robio civînên xwe yên li gel Ûkraynayê betal kiribûn ku tev li civîna bi heyeta Rojava û Sûriyeyê bibe. Ji ber ku ev civîn gelekî dîrokî bû. Ev yek derfetekê dide Mazlûm Ebdî ku di siberojê de pirtir bi hêz û ji xwe bawer biaxive. Munîh li hember bêmoraliya ku piştî çend hefteyên dijwar derketibû holê, careke din bû moral. Ji aliyê welatên mezin ve weke muhatap hatin dîtin û di Sûriyeya nû de weke aktorên girîng hatin dîtin, ne ku aliyekî şikestî ku Şara û Şeybanî dixwestin wisa nişan bidin. Hem dost hem jî aliyên dijber dîtin ku Kurdên Rojava mohra xwe li Munîhê dan. Ev jî bi saya Amerîkayê û taybetî jî ya kongreyê bû.”

Tevî derfetan xetere jî heye

Di berdewamiyê de Mûtlû Civîroglû siyaseta Kurd hişyar kir û binê wê xêz kir ku di vê konferansê de xetereyek jî heye. Mûtlû Civîroglû ev xetere wiha vegot: “Qesra Sipî bi taybetî jî nûnerê Trûmp û Sûriyeyê Barrack peyam dide ku her tişt di bin kontrola wan de ye û entegrasyon bê pirsgirêk berdewam dike. Xetere çima heye di vir de? Hinek alî wisa bawer dikin ku vexwendina Kurdan ji bo bidawîkirina bertekên Kongreya Amerîkayê hatiye organîzekirin ku kongre hinekî xwe sist bike. Divê Kurd vê yekê baş li ber çavan bigirin û nehêlin wêneyên nerast ên weke başbûna pêvajoya entegrasyonê, qebûlkirina mafên Kurdan ji raya giştî re derbikevin. Tevî peyman û agirbestê jî Kobanê hêj jî di bin dorpêçê de ye û rewşeke dijwar li wir heye. Divê Kurd nehêlin ev konferans serê pirsgirêk û nakokiyên heyî bigire.”

‘Heta Kurd nebin xwedî gotin Sûriye nikare pêşiya xwe bibîne’

Mûtlû Civîroglû got ku konferansê derfet da ku Kongreya Amerikayê derfet dît ku bi nûnerên Rojava re hevdîtin bike û Almanyaya ku heta niha bimesafe bû, niha bi vexwendina Mazlûm Ebdî ji xwe re par derdixe. Mûtlû Civîroglû anî ziman ku ji xwe Fransa ji destpêkê heta niha piştgiriyeke mezin dide Kurdan û bi domdarî ev tişt got: “Ev hemû peyamên baş in. Heta ku Kurd nebin xwedî gotin Sûriye nikare pêşiya xwe bibîne û ev rastiyek e. Derfet hebûn ku Kurd cuda bin, lê xwestin beşeke Sûriyeya nenavendî, hemû reng û deng xwe bi azadî îfade dikin, bin. Di vî warî de dewleta Sûriyeyê deyndar e, divê vê helwesta Kurdan hêja bibîne û divê hebûna Kurdan ne weke pêkhate, lê belê weke neteweyeke cûda qebûl bike. Divê mafên Kurdan di destûra nû de bên misogerkirin û nûnerên Kurdan jî dixwazin xwe bi xwe bi rê ve bibin. Ji xwe Amerîka jî vê yekê dixwaze û dibêjin ku otonomî, xweserî, xwe rê ve birin navê çi dibe bila bibe divê statuyeke Kurdan hebe.”

‘Derfeta Kurdan hebû ji Sûriyeyê qût bibin’

Mûtlû Civîroglû bal kişand ser derfetên Kurdan ên ji dewleta Sûriyeyê qûtbûnê û wiha pê de çû: “Bêguman derfeta Kurdan ya veqetînê hebû. Sûriye demekê dirêj bê desthilat bû û Kurd aktorên herî rêxistinî û xurt ji aliyê leşkerî ve bûn. Xwedî hêz in ku Amerîka û hevalbendên wê danûstandin pê re dikin. Hertim rexne li rêveberiya Rojava tên kirin ku derfetên mezin di destê wan de hebûn, lê çima bi kar ne anîn. Li Amerîkayê 50 eyalet hene û ev eyalet di hemû karên xwe de serbixe ne. Rêvebirin, walî, parlemento, al, bac hwd. bi xwe biryar didin. Washîngton siyaseta der ve bi rê ve dibe, meseleya koçberiyê dinêre û erkeke wan ya sînordarkirî heye. Her eyalet weke dewlet tevdigere. Almanya jî bi heman awayî ye, welatên Rojava yên pêşveçûyî bi sistemeke nenavendî, nerm ku desthilatê dide hêza xwecihî xwe bi rê ve dibin.”

‘Divê Kurd di daxwazên xwe de zelal bin’

Bi domdarî Mûtlû Civîroglû rexne li siyaseta Kurdan kir û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Dema nûnerên Kurdan diaxivin, behsa federasyon, otonomiyê nekî û şermoke biaxivî, kesek ji bo te serê xwe naêşîne. Ger Kurd di daxwazên xwe de zelal bin, bi israr bin cîhan jî dikare piştgiriyê bike. Ez kesekî hem Wasîngtonê û hem jî Rojava ji nêz ve dişopînim, dikarim bibêjim ku derfet hebû Kurd ji rewşa heyî gelek baştir xwedî maf bin. Lê, hêj jî ne gelek dereng e, derfet hene ku wan ziyanên di 3-4 hefteyên borî de derketine holê bizivirînin ber qezancê ve. Divê Kurd vê yekê bibînin û di daxwazên xwe de zelal bin. Kurd di qada şer de pir jêhatî ne, lê li ser masê destkeftiyên xwe ji dest didin. Çawa ku ez dibêjim derfet heye baştir be, di heman demê de xetereye jî ji bo destberdana tiştên heyî. Lewma divê di xwestekên xwe yên neteweyî de zelal bin, xwe di asta Elewî, Dûrzî û Mesihiyan de nebînin. Elewî û Dûrzî Ereb in, weke kêmaniyên olî ne. Lê Kurd ji van cuda ye, beşek ya axa wan ketiye di bin kontrola dewleta Sûriyeyê, divê bi vî awayî xwe bibînin. Niha Şam, desthilata Amerîkayê û hêzên ku piştgiriya Şamê dikin ên weke Tirkiyeyê di bin zextê de ne û serdemeke baş e ku Kurd di xwestekên xwe de zelal bin.”

‘Divê Kurd xeletiyên xwe qebûl bikin’

Mûtlû Civîroglû destnîşan kir ku Kurdan ne bi dîplomasiya xwe, bi dîplomasiya Kongreya Amerikayê, Fransayê, Almanyayê tev li Konferansa Munîhê bûne û hiwa dawî li axaftina xwe anî: “Amerîkî û Ewropayî qebûl nakin ku Sûriye dewlata Ereban be. Her wiha divê miron Munîhê pir zêde jî girîng nebîne û wateyeke pir mezin ser bar neke. Lê divê Kurd vê civinê bi kar bine ji bo amadekirina pêngavên nûtir û daxwazên xurttir yên netewî. Dîplomasiya Kurdan a Rojava nebaş e û divê bê başkirin. Divê ji van xeletiyên ku kirine, ders bigirin û xwe pêş ve bibin. Çawa ku başiyên xwe qebûl dikin divê xeletiyên xwe jî qebûl bikin. Divê em realîst bin.”

 

Etîket: AmarîkaFransaKurdanMazlum EbdîMûtlû CivîrogluSûiye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mazlum Ebdî, Nêçîrvan Barzanî û Şara îro tên gel hev

Mazlum Ebdî, Nêçîrvan Barzanî û Şara îro tên gel hev

3 TEBAX 2026
Îspanya di Kûpaya Cîhanê de derket fînalê

Îspanya di Kûpaya Cîhanê de derket fînalê

15 TÎRMEH 2026
Kûpaya Cîhanê: Nîvefînalîsta yekemîn bû Fransa

Kûpaya Cîhanê: Nîvefînalîsta yekemîn bû Fransa

10 TÎRMEH 2026
Ji bo vegera efrîniyan amadekariyên dawîn tên kirin

Li Efrînê desteserkirina erd û milkên Kurdan didome

1 TÎRMEH 2026
Li Fransayê balafir ket: 11 kes mirin

Li Fransayê balafir ket: 11 kes mirin

28 HEZÎRAN 2026
Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî ji Ewropayê vegeriyan

Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî ji Ewropayê vegeriyan

24 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne