Amed – Qanûna Çarçoveyê di 5ê Tebaxê de pêşkeşî Meclisê hate kirin. Endamê Koma Aştiyê Mehmet Şîrîn Tûnç diyar kir ku tevî kêmasiyan qonaxeke girîng e û anî ziman ku pêwîst e di vê pêvajoyê de miletê xwe baş bi rêxistin bikin. Endama Koma Aştiyê Yuksel Genç jî wiha got: “Ev zagon ji bo derbasbûna ji paradîgmaya ewlekariyê gaveke baş e, lê ji bo aştiyeke civakî hîn têr nake û pêdiviya me bi zagoneke aştiyê ya nû heye.”
Di 5ê Tebaxa 2026an de “Qanûna Çarçoveyê” di çarçoveya pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de pêşkêşî Meclîsê hate kirin. Nirxandin û nîqaşên li ser qanûnê berdewam dikin. Siyasetmedarê Kurd û endamê Koma Aştî û Çareseriya Demokratîk a Yekemîn ku di sala 1999an de ji Qendîlê hatibû Tirkiyeyê Mehmet Şîrîn Tûnç û Endama Koma Aştiyê ya Yekemîn a heman salê, Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîkê (SAMER) Yuksel Genç derbarê “Qanûna Çarçoveyê” de ji ajansa me re axivîn.
‘Ev sed sal û zêdetir e cara yekem li Kurdistanê pêngaveke wiha hate avêtin’
Mehmet Şîrîn Tûnç bal kişand ser girîngiya pêşnûmeya “Qanûna Çarçoveya” û wiha got: “Em di qonaxeke pir girîng re derbas dibin. Ev qonax, qonaxeke dîrokî ye. Serok Apo miletê Kurd ji tunebûnê derxist. Îro ne li bakurê Kurdistanê, li her çar beşên Kurdistanê; heta li seranserê dinyayê rastiya Kurdan bi her kesî daye qebûlkirin. Ji ber vê yekê, Serokê Gelê Kurd çi bibêje, her gotina wî dîrokî ye. Îro di Girava Îmraliyê de, 27 sal in tenê di odeyeke biçûk de, di nava 6 metroçargoşeyê de ev pêvajoye daye destpêkirin. Ne tenê ji bo rizgariya gelê Kurd, ji bo azadiya tevahî miletan û mirovahiyê di nava hewldanan de ye û vê hewldana xwe jî pêk tîne. Di vê qonaxa dawî de ev qanûna çarçoveyê ya îro di rojevê de ye, tişteke girîng e. Her çiqas di hinek noqteyan de kêmasî hebin jî ji bo pêngava destpêkê tişteke dîrokî ye. Yanî zêdetirî sed salan e cara yekemîn e li Kurdistanê pêngaveke wiha hate avêtin.”
‘Divê her kes ji bo aştiyê di nava hewldanên mezin de be’

Mehmet Şîrîn Tûnç da zanîn ku di vê qonaxê de hewce ye gelek baş li ser vê qanûnê bê sekinandin û wiha pê de çû: “Serok gotiye ji bo destpêkê kilîdek hatiye vekirin. Pêwîst e em di vê pêvajoyê de zêde zêde xebat bikin, gelê xwe hişyar bikin, dostên xwe zêde bikin. Di vî bingehî de her însanek Kurd, her welatparêzek, heta her însanên ku ji xwe re dibêje em sosyalîst in, pêwîst e di vê noqteyê de xebata xwe bide meşandin. Gelê Kurd niha tiştekî bi çavên xwe nebîne, zêde baweriya xwe pê nayîne. Lê di pratîkê de gav werin avêtin, ez di vê baweriyê de me ku her kes ji 7 salî heta 70 salî, ji bo aştî û xwişk û biratiyê dê di nava hewldanên mezin de bin. Pêwîst e em di vê pêvajoyê de miletê xwe baş bi rêxistin bikin.”
‘Muxatab îro çêbûye, Serokê Gelê Kurd jî ev pêngav avêtiye’
Mehmet Şîrîn Tûnç Koma Aştiyê ya di sala 1999an de ji Qendilê hate bakurê Kurdistanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em 26 sal berê li ser fermana Serokê Gelê Kurd, em heşt heval bi çekan ve hatin. Di vê qonaxê de hinek nêzîkbûnên çewt çêbûn. Mesele fêmnekirina qonaxê hebû. Hinek jî bi zanebûn dixwazin tevliheviyê bidin çêkirin. Ev qonaxeke girîng e. Jixwe Serokê Gelê Kurd her dem digot ez muxatabekî digerim. Muxatab îro çêbûye, Serokê Gelê Kurd jî ev pêngav avêtiye.”
‘Serkeftin a tevahî miletên Rojhilata Navîn û mirovatiyê ye’
Mehmet Şîrîn Tûnç axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Niha hereketên derve, quwetên derve jî naxwazin tiştekî wiha li Rojhilata Navîn, bi taybetî li Bakurê Kurdistanê pêk bê. Mesela Îngilîz dibêjin ‘Eger meseleya Kurd were çareserkirin, li Rojhilata Navîn wê her tişt tevlihev bibe.’ Vê vala nabêje. Yanî herkes ji bo menfeata xwe hereket dike. Lê belê pêwîst e em di vê pêvajoyê de, çi dibe bila bibe, em zêdetir xebata xwe kûr bikin, berfireh bikin. Serkeftin a gelê Kurd e; serkeftin a jinan û şexsiyeta jinên Kurd û tevahî jinên dinyayê ye. Serkeftin a tevahî miletên Rojhilata Navîn û mirovatiyê ye.”
‘Paradîgmaya ewlekariyê were derbaskirin’
Yuksel Genç jî diyar kir ku ev zagon, encameke hiqûqî ya hevdîtinên du salên dawî û danûstandinên dijwar ên 2-3 mehên dawî ji gelê Kurd ev yek gelekî girîng e û wiha got: “Di pirsgirêka Kurd de, ji bo cara yekemîn bi rêkûpêkiyeke zagonî hewl tê dayîn ku pêla tundiyê berovajî bibe. Xuyaye ku bi vê yekê re niyetek hatiye diyarkirin daku çerxa înkar, zext, serhildan û tepisandinê ya sed salî, her wiha paradîgmaya ewlekariyê were derbaskirin. Di heman demê de, ev zagon rêkûpêkiyeke gelek girîng e ku dikare vegera hezaran mirovên ji çiya, girtîgeh û derveyî welat pêk bîne. Naverokên tevlibûnê yên ku ji bo endamtiya rêxistinê û pênaseyên sûcan ên girêdayî wê hatine diyarkirin, dê rê li ber sînerjiyeke civakî û polîtîk a pir girîng vebike û wisa xuya dike ku xwedî wê hêzê ye ku çarçoveya asta civakî û siyasî ya li Tirkiyeyê veguherîne.”
‘Bêguman, kêmasî û aliyên gelek qels ên vê zagonê jî hene’

Yuksel Genç anî ziman ku her çiqas kêmasiyên vê zagonê hebin jî ji bo destpêkê gavekî erênî ye û ev tişt anî ziman: “Ev tê wê wateyê ku zagonsaz soza çêkirina zagonên duyemîn, sêyemîn û yên berdewam jî daye. Ev rewş gelekî girîng e; ji ber ku ev zagon, bi rewşa xwe ya heyî re, xwedî naverokên wiha ye ku rejîma bêçekbûnê di nava hişmendiya hiqûqa ceza de ava bike û bêçekbûnê di çarçoveyeke zagonî de pêk bîne, lê hîn aştiyê ava nake. Tê pêşbînîkirin ku zagonên berdewam, ne tenê misogeriyên tevlîbûna jiyana civakî ya piştî bêçekbûnê li xwe bigirin, lê her wiha karibin rê, rêbaz, derfet û mekanîzmayên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd jî ava bikin. Lewma hinceta metnê zagonî, nîşanî me dide ku li ser pêvajoyeke berdewam lihevkirinek pêk hatiye. Her çend metnê hincetê qala demokrasî, hemwelatiya hevpar û vîzyona ‘Tirkiyeya Nû’ bike jî, naveroka metnê zagonê bi vê vîzyonê re ne zêde lihevhatî ye zêdetir li ser bingeha ewlekarî û zagona cezayê hatiye pênasekirin. Ji bo jinavbirina vê nakokiyê, pêwîst e em girîngiyeke mezin bidin pêşbîniya zagonên berdewam û pêvajoyeke domdar. Bêguman, kêmasî û aliyên gelek qels ên vê zagonê jî hene. Berî her tiştî ev zagon, her çend qonaxek be ji bo pêkanîna bêçekbûnê û derbasbûna ji paradîgmaya ewlekariyê ber bi paradîgmaya siyasî ve, lê hîn zagona aştiyê ava nake. Lewma Tirkiye hîn jî pêdivî bi naverokên zagonî û siyasî yên ku aştiya civakî pêkan dikin heye. Berovajî zagonên çarçoveyî yên di tecrubeyên pevçûnên cîhanê de, ev yek kêmasiyeke gelek mezin e. Lê belê, destpêkbûna wê û soza domdariya wê, dikare wekî daxuyaniyeke niyetê ji bo rakirina wê kêmasiyê were dîtin.”
‘Pêşnûmeya veguherîna demokratîk a Tirkiyeyê’
Yuksel Genç dest nîşan kir ku piştî qebûlkirina qanûnê burokrasiya ewlehiyê ya ku li navendê hatiye bicihkirin divê bi nêzîkatiyeke erênî û lezker tevbigere û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji girtîgehan, ji derveyî welat, ji kampa penaberan a Mexmûrê û ji çiyê dê gelek mirov bên bi sedan, heta bi hezaran mirov dê bên. Lezbûna van pêkanînan, bi taybetî jî karkirina cidî, xurt û bilez a şert û merc û mekanîzmayên ku tevlibûna kesên çekdar li jiyana bêçek pêk tînin, gelekî girêdayî helwesta burokrasiya ewlehiyê û yekîneya ewlehiyê xuya dike. Heger ev burokrasiya ewlehiyê ya ku li navendê hatiye bicihkirin bi nêzîkatiyeke erênî û lezker tevbigere, di rastiyê de ew dikare bi girtina ber çavan a hebûna soza çekberdanê ya di nav salekê de û hem jî meseleya terkkirina qadan ku pêwîstiya vê sozê ye, rapora piştrastkirin û tespîtkirinê pir zû derxe û pêvajo jî dikare pir zû were pêkanîn. Piştî vê pêvajoyê, heger pêvajo bilez bimeşe, wekî ku min got bi hezaran mirov dê li Tirkiyeyê bibin parçeyek ji jiyana civakî û siyasî, dê bibin parçeyek ji veguherîna demokratîk a Tirkiyeyê.”












