Wêne: Arşîv
Polîsan vê şeveqê li Amedê bi ser gelek malan de girt. Hat zanîn ku di serdagirtinên malan de gelek kes hatine binçavkirin.
Li Amedê vê şeveqê polîsan bi ser gelek malan de girt û gelek kes kirin binçavan. Sedema binçavkirinê nehat zanîn. Navê hin kesên hatine binçavkirin ev in: Sibel Kaya, Arzu Karaman, Rozerîn Kurt, Hasan Karsu, Yunus Emre Ergîn, Baran Çinar, Murat Sonmez, Mervan Konur.”
Hate zanîn ku kesên hatine binçavkirin birine Midûriyeta Polîsan a Amedê û li vir tên ragirtin.













