Parlamanter û parazeran bertek nîşanî binçavkirinên ji ber çalakiyên NATOyê dan û xwestin kesên hatine binçavkirin bên berdan.
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Kedê (EMEP) û Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TİP) tekildarê binçavkirinên ku ji ber çalakiya NATOyê pêkhatiye li ber Midûriyeta Ewlehiyê ya Enqereyê daxuyanî dan. Parlamenterên DEM Partiyê Burcu Gulçubuk, Perîhan Koca, Kezîban Konukçu, parlamenterên EMEPê Sevda Karaca, Îskender Bayhan, parlamentera TÎPê Sera Kadigîl tevlî daxuyaniyê bûn.
Sera Kadigîl ku li vir axivî diyar kir ku ji ber çalakiyan 73 kes hatine binçavkirin û wiha got: “Kesên ji ber çalakiya li dijî NATOyê hatin binçavkirin rastî mudaxaleyeke tund hatin. Li vî welatî kî dixwaze li dijî emperyalizmê dengê xwe derxîne rastî binçavkirin û tundiyê tê. Em rewşa kesên hatine binçavkirin ji nêz ve dişopînin. Divê hemû kesên hatine binçavkirin demildest bên berdan.”













