Navenda Anatolyayê bi tevlibûna derhêner Dîlek Gokçîn danasîna pêşandana belgefîlma Bûka Baranê hat kirin.
Komeleya Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê, Bi tevlibûna derhêner Dîlek Gokçîn danasîna belgefîlma wê ya bi navê Bûka Baranê hat kirin. Gelek hunerhez bi malbatên xwe re tev li bernameyê bûn.
Belgefîlma Bûka Baranê (2013) yekem belgefîlm a derhêner Dîlek Gokçîn e. Di belgefîlmê de qala gundê Befircan ê navçeya Geverê ya Colemêrgê de di sala 1989an de wêneyekî xwendevanên dibistanê tê kişandin, dike. Mijara jiyana van xwendevanan a bişaftin, şêr û pevçûna Kurdistanê yên ku di salên 90î de ji aliyê dewletê ve tê meşandin, tê vegotin.
Bername bi pirs û bersivandina li ser vê belgefîlmê dawî bû.


















