• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mehê 500 hezar daran tune dikin

Mahmût Altintaş / AW

17 KANÛN 2024 - 08:10
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Şirnex – Endamê Tevgera Ekolojiyê yê Mezopotamyayê Ahmet Başak diyar kir ku li Şirnexê qadên daristanan ji sedî 44 hatinê tunekirin û wiha got: “Heke pêşî li vê yekê neyê girtin dê li vir jiyan nemîne û gelê Şirnexê neçar bimînê ku koçber bibe.”

Li Şirnex û navçeyên wê bi salane daran dibirin. Li maden û petrolê digerin û daran tune dikin. Bi bendavan xwezayê talan dikin. Leşkeran di salên 1990î de li Şirnexê gelek gund vala kirin û gund û daristanên wan şewitandin. Darên ku piştî şewatê careke din aj dan û mezin bûn ji sala 2018an û vir ve careke din tên birin. Bi hinceta “Ewlehiyê” li Şirnexê gelek qadên bi daristan hatin tunekirin. Qadên daristanê yên wêranbûyî bi kanên komirê, maden û xebatên petrolê dane şîrketan. Xweza û çerxa ekolojîk a Şirnexê ji ber petrol, maden, kanên komirê û bendavan tê wêrankirin. Birîna daran li herêmên Gabar, Cûdî, Çilenimêja û Komate yên Şirnexê didome. Talankirina qadên bi daristan bandorê li avhewa û jîngeha nebatan jî dike.

Endamê Tevgera Ekolojiyê yê Mezopotamyayê Ahmet Başak talana xwezayê ya Şirnexê vêgot. Ahmet Başak anî ziman ku xwezaya Şirnexê ji salên 90î ve dest pê kiriyê û ji salên 2018an de jî birîna daran bênavber berdewam dike. Ahmet Başak destnîşan kir ku xwezaya Şirnexê ber bi çolbûnê ve diçe û wiha axivî: “Ranteke mezin li Şirnexê heye. Ji bilî birîna daran ku gelek qadên daristinan hatiye tunekirin lêgerîna madenan jî li Şirnexê berdewam dike. Xazineya ser erdê xelas kirin û niha jî dest bi tunekirina xazîneya bin erdê dikin. Talankirina xwezayê jî rê li ber koçberiyê vedike. Bi polîtikayeke taybet dixwazin bi qîr kirina xwezayê welatiyên li Şirnexê koçber bikin.”

‘Qirkirina xwezayê yek jî polîtikaya şerê taybet e’

Ahmet Başak di berdewama axaftina xwe de bilêv kir ku qirkirina xwezayê ya Şirnexê yek jî di çerçoveya şerê taybet de pêk tê û ev tişt anîn ziman: “Hêzên serdest civakeke bindest çi pênase bike êrişî wir dike. Kurd ji dîrokê ve tekiliya wan bi xwezayê re xurt e. Kurd biçin ku derê li gor ahenga xwezayê xwe tevlî xwezayê dikin û dibin parçeyekî xwezayê. Ji ber wê jî hêzên taybet dixwazin tekiliya Kurdan û xwezayê ji holê rakin û êrişî xwezayê dikin. Bi tunekirina xwezayê re welatiyên li vir koçberî metropolan dikin. Welatiyên ku koçberî metropolan dibin jî di nava xîzaniyê de hewl didin jiyana xwe bidomînin. Ji ber wê jî li ser navê ewlehiyê gundên me qedexe dikin û xwezaya me talan dikin.”

Mehê 500 hezar dar tên birîn 

Ahmet Başak diyar kir ku li Şirnexê qadên daristanan ji sedî 44 hatiye tunekirin û wiha pê dê çû: “Mehê 500 hezar dar tên birîn. Ew darên ku tên birîn jî temenê wan digehêje 500 salan. Ji aliyê Elkê xwezayeke bêhempa hebû lê niha wê derê tune dikin. Besta, Gabar û Cudî jî her wiha bi wî awayî. Daristanê tune dikin. Her der bûye çol. Her wiha li ser navê petrolê ji aliyê Gabarê daristan têne birîn. Li Cudî ji bo komirê her der kolane û talan kirine. Aliyê Elkê û Qilebanê jî ji ber lêgerîna madenan xwezaya me tê talankirin li wir jî cihekî ku venedane tune ye. Axa Kurdistanê şaristaniya mirovahiyê ye. Lê mixabin îro ji aliyê serdestan ve xwezaya wê tê talankirin. Lê heke em li xwezayê xwedî dernekevin û pêşiya vê qirkirinê negrin xweza jî wê tola xwe ji me hilîne.”

‘Ku pêşî neyê girtin dê jiyan namîne’

Ahmet Başak bal kişand ser nexweşiyên ji ber lêgerîna maden û petrolê derdikevin holê û wiha domand: “Lêgerîna komirê ku li Şirnexê berdewam dike li gor analîzan kukurta wê zêdeyê û avhewayê qirêj dike. Li Silopiyayê jî santrala termîk heye û ew jî dibe sedema qirêjkirina zerzewatên çandiniyê. Lê gor lêkolînan piştî santrala termîk nexweşiya weke penceşêrê dest pê kiriye. Ji ber wê jî zerareke mezin dide tenduristiya mirovan. Heke pêşî li vê yekê neyê girtin civaka Şirnexê neçar bimîne koçber bibe. Ji ber ku edî li vir jiyan nabe. Ew der jî wê bajarekî bêmirov bibe. Heke li dijî vê yekê bertekên mezin bihata kirin ew qirkirin wisa berdewam nedikir. Divê xwedî derketineke mezin ji bo parastina xwezayê pêk bê. Her ji 15 rojan carekê 15 rojan qedexeyan dirêj dikin. Sedema wan qedexeyan jî birîna daran e. Darên ku tên birîn jî dibin metropolên Tirkiyeyê difroşin.”

‘Divê xwezaparêz li dijî qirkirinê dengê xwe derxînin’

Ahmet Başak herî dawî anî ziman ku ji bo pêşîgirtina qirkirina xwezayê divê gel û xwezaparêzên Kurdistan û Tirkiyeyê bikevin nava tevgerê û ew bang kir: “Dema li metropolên Tirkiyeyê dar tên birin xwezaparêz li dijî vê yekê çalakiyan derdixînin. Baş e bila derxînin. Lê dema dibe xwezaya Kurdistanê ker û lal dimînin. Çend caran me bang li wan kirin ku dengê xwe derxînin lê mixabin piştgirî nedan me. Heta niha xwezaparêz û saziyên Şirnexê li dijî qirkirina xwezayê Şirnexê derketine. Heke pêşî li vê yekê nayê girtin ji bilî tunekirina qada jiyana mirovan hemû cureyên zindîvar jî wê tune bibin. Welatiyên me yên Şirnexê jî divê li dijî qîrkirina xwezayê hestiyar tevbigerin. Hemû welatiyên Şirnexê li dijî qirkirina xwezayê ye. Lê divê bên cem hev û bibin hezeke ku bikarin li dijî vê yekê dengê xwe bilind bikin. Ez bang li gelê Şirnexê dikim ku hemû gelê me xwedî li xwezaya xwe derbikeve.”

 

Etîket: Ahmet BaşakdarkonpetrolŞirnex
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Şirnexê agir bi daristanê ket

Li Şirnexê agir bi daristanê ket

1 TEBAX 2026
Nobeta Aştiyê didome: Aştî bi gavên hiqûqî mîsoger dibe

Nobeta Aştiyê didome: Aştî bi gavên hiqûqî mîsoger dibe

24 TÎRMEH 2026
Li Şirnexê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

Li Şirnexê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

21 TÎRMEH 2026
ÎHDê di nobeta vê hefteyê de ji bo xwezayê edalet xwest

ÎHDê di nobeta vê hefteyê de ji bo xwezayê edalet xwest

17 TÎRMEH 2026
Leşkerên Tirk lêgerîna ciwanê ku li ber avê çûbû asteng dikin

Leşkerên Tirk lêgerîna ciwanê ku li ber avê çûbû asteng dikin

15 TÎRMEH 2026
Amerîka û Îranê êrişî hev dikin: Petrol biha dibe

Amerîka û Îranê êrişî hev dikin: Petrol biha dibe

13 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne