Enqere – Zanyarê siyasî Dr. Mustafa Pekoz derheqê biryarên Lûtkeya NATOyê de diyar kir ku amadekariyên şerekî berfireh tê kirin û wiha got: “Biryarên ku derbarê pêşxistina teknolojiya şer de hatine girtin û budceya şer a NATOyê me digihîne wê encamê ku amadekariyên şerekî berfireh tê kirin.”
Lûtkeya 36emîn a NATOyê li Qesra Serokkomariyê ya Enqereyê pêk hat. Di lûtkeyê de herî zêde mijara hilberîna çekan ango xurtkirina sanayiya parastinê derket pêş. Her wiha di navbera serokên dewletan de jî hevdîtin pêk hatin û di van hevdîtinan de jî peyamên girîng hatin dayîn. Serokê Amerîkayê Donald Trump li Enqereyê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan re hevdîtin pêkanî û di hevdîtinê de mijarên rakirina cezayê li dijî Tirkiyeyê û dayîna balafira F-35an hat nîqaş kirin. Ji aliyê din vê jî Trump li Enqereyê pirsên rojnamegeran bersivand û diyar kir ku agirbesta bi Îranê re bi dawî bûye. Di heman wextê de şerê di navbera Amerîka û Îranê de jî ji nû ve dest pê kir.
Lûtkeya NATOyê, êrîşên li ser Îranê û peyamên hatine dayîn di rojevê de ye. Amerîkayê ji bo çi rol bide Tirkiye ceza rakir û ji bo F-35an erênî axivî, tê nîqaşkirin. Ji aliyê din vê bandora Lûtkeya NATOyê li ser herême û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tê nîqaşkirin.
Zanyarê siyasetê Dr. Mustafa Pekoz, derbarê lûtkeya NATOyê û peymanên derketinê pêş de pirsên Ajansa Welat (AW) bersivand.
*Lûtkeya 36emîn a NATOyê de herî zêde peyamên li ser xurtkirina parastina sanayiyê û mudaxelya li Îranê derket pêş. Hûn van peyamên di lûtkeyê de derketinê pêş çawa dinirxînin?
Dema meriv encamnameya Lûtkeya NATOyê dinerê îdayên ku NATO dê hilweşe yan jî Amerîka dê di NATOyê de derbikevê ne rast e. Ji ber ku NATO di nava pergala cîhanê ya kapîtalîst de hezeke lrşkerî û polîtîk e. Dema em dîroka NATOyê jî dinêrin, ji bo nû ve dîzaynkirina pergala cîhanî roleke girîng dilîze.
Li gor encamnameya lûtkeyê; zêdekirina kapasîteya leşkerî ya NATOyê mijarek pêşîn e û biryarên cidî di vî warî de hatine girtin. Ya duyemîn, xuya dike ku lihevkirinek li ser zêdekirina budceya NATOyê bi paralelî zêdekirina kapasîteyên şerê leşkerî ya wê hatiye kirin. Li ser budceyek 1.8 trîlyon dolarî ji bo sala 2026an lihevkirinek hatiye çêkirin, bi planek ku bi awayekî sîstematîk vê mîqdarê zêde bike, sedî 5 ji budceyên welatên endam ji bo parastinê lê di bingeh de ji bo şer veqetîne. Her wiha biryar hat dayîn ku para ji NATOyê re di nav vê budceyê de hatiye veqetandin were zêdekirin. Di vir de yek jî xala derdikevê pêş ew ê ku Almanya piştî Amerîkayê dewleta herî zêde lêçûnên lêşkerî zêdekiriye. Almanyayê heta sala 2030an 800 milyar dolar budçeya şer veqetandiye. Ew yek jî nîşan dide ku di salên pêş de Ewropa û taybet jî Almanya dê derkeve pêş. Ya 3yemîn jî ji bo Ewropa di nav NATOyê de pêşbikeve û hêza xwe ya lêşkerî mezin bike biryar hatine girtin. Armanca Amerîkayê ew ê ku Ewropa berpirsyariya xwe ya leşkerî bi cih bînê û li Rojhilata Navîn jî îstîqrara leşkerî û siyasî pêk were û êdî bala xwe bide têkoşîna li dijî Çînê. Her wiha li ser Rûsyayê jî bi hinceta şerê Rûsya û Ukraynayê konsepteke nû ya leşkerî li dijî Rûsyayê û dikarin li ser Behrareş şerekî li dijî Rûsyayê biryar hatiye girtin. Li ser Îranê jî wisa xuyayê ji ber çekên nukluerî ya Îranê, şerê di navbera Îran û Amerîkayê dikare veguherê şerê di navbera Îran û NATOyê. Sedema xala; ‘Heke li dijî dewleteke endama NATOyeyê êrîş bibe weke ku ji hemûyan re hatiye kirin bê hesibandin û divê hemû parastinê bikin’ jî Rûsya û Îran e.
Li gor vê yekê em dikarin bêjin; Di navbera Amerîka û Ewropayê de pêşbaziyek an pevçûnek navendî tune ye; tevî hin cudahiyan, pozîsyona stratejîk a NATOyê bi bingehîn tê parastin û pênaseyek nû ya parvekirina erk û hêzê hatiye çêkirin. Her çiqas pirsgirêkên Îran û Ukraynayê hin cudahiyên girîng di navbera Amerîka û Ewropayê de derbixînê jî nayê wateya pirsgirêkên mezin. Daxuyaniyên Trump ên li ser îhtîmala vekişîna ji NATOyê dikarin tenê wekî zextek siyasî û dîplomatîk werin hesibandin; ne mimkûn e ku Amerîka li derveyî hêzek cîhanî ya navendî ya NATOyê bimîne.

*Di lûtkeyê de di navbera Serokkomar Erdogan û Trump de jî hevdîtinek çêbû. Di hevdîtinê de li ser dayîna F-35an ji bo Tirkiyeyê Trump erênî axivî. Gelo ew tê çi wateyê, bi dayîna van F-35an dê roleke çawa bidin Tirkiyeyê?
Hevdîtin û daxuyaniyên di navbera Trump û Serokkomar Erdogan de Trump gelek caran qala têkiliya xwe û Erdogan kir û diyar kir ku têkiliya wan baş e. Ew yek ne tesaduf e û bi gotinên wisa dixwaze nîşan bide girîngiyeke çawa dide Erdogan. Heman Trump bal kişand ser bûyera Rahîp Buronsun û got ku Erdogan hemû daxwazên wî bi cih aniye. Daxuyaniyên Trump ên ji bo F-35 û rakirina cezayê CATSAyê pir erênî hatin nirxandin. Lê, ji bo bi cihananî van erêkirina Kongre û Senatoyê hewce ye. Helwesta Senatoyê û Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li dijî Tirkiyeyê pir zelal tê zanîn. Bi taybetî dema bandora Îsraîlê li ser van her du saziyan tê hesibandin, dê xelet be ku meriv bifikire ev pêvajo dikare bi hêsanî were derbaskirin. Her wiha, encamên hilbijartinên navîn ên Senatoya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di Mijdara 2026an de wêneyek pir cuda nîşan didin. Ne mimkûn e Trump di hilbijartinên Mijdara 2026an de bi ser bikeve. Bi îhtîmaleke mezin Demokrat di hilbijartinên navîn de hem li Kongreyê û hem jî li Senatoyê piraniyê bi dest bixin. Ji ber vê yekê, sûdwergirtina ji peyamên erênî yên Trump ên li hember Tirkiyeyê ne ewqas hêsan e.
*Her wiha Trump li Enqereyê ragihand ku agirbesta bi Îranê re jî bi dawî bûye û êrîşên di navbera Îran û Amerîkayê careke din dest pê kir. Hûn van êrîşan çawa dinirxînin? Biryarên Lûtkeya NATOyê dê bandoreke çawa li ser Rojhilata Navîn bike?
Êrîşên Amerîkayê li dijî Îranê ku di dema Lûtkeya NATOyê de pêkhatin, ne tenê ji rejîma Îranê re peyamek bû. Di heman demê de peyamek ji Fransa, Îngilistan, Almanya, Spanya û Îtalyayê re bû jî. Her wiha zaafiyetên Amerîkayê di şerê Îranê de bû sedema xirabûna prestîja heza lêşkerî ya Pentagonê jî. Lê em dikarin bêjin ku Îran ne tenê ji aliyê leşkerî ve ji aliyê polîtîk, aborî û navneteweyî wê jî têk çûye. Di nava rejîma Molla de jî krîzek heye û dibe ku di demên pêş de di nav wan de jî şerekî navxweyî pêk were. Amerîka dixwaze bandora Îranê li ser Hurmuzê lewaz bike û êrîşên xwe berdewam bike û bi vî awayî jî nîşan bide ku kontrola Rojhilata Navîn di destê wan de ye. Yanî mijar ne tenê Îran û petrol e, dixwazin hemû Rojhilata Navîn bigirin bin kontrola xwe.
*Serokê demkî yê Şamê Ehmed El Şara jî ji bo bi Trump re hevdîtin bike hat Enqereyê. Hûn hevdîtina Trump û Şara çawa dinirxînin?
Vexwendina serokê HTŞê li Enqereyê bi rola ku NATO dê di çarçoveya konsepta xwe ya Rojhilata Navîn de bide Sûriyeyê ve girêdayî ye. Sedema piştgiriya Trump ji Şara re jî dê di demên pêş de Sûriye bikin navenda pevçûnên nû. Trump şûna Îsraîlê ji Şara dixwazê bi Hîzbullahê re şer bike, ew yek jî ji bo demên pêş dikare bibe sedema şerek di navbera Îran û Sûriyeyê de. Trump, Îsraîlê ji Lubnanê dikişînê û şûna wan HTŞê bi cih dike ew yek dê bandoreke mezin li ser hevsengiya polîtîk û leşkerî bike. Hevdîtinên Şara bi Macron re û piştre jî li Enqereyê bi Trump re bi rola nû ku dane Şara re giredayî ye.
*Tirkiye bi Lûtkeya NATOyê dixwaze destê xwe xurt bike û rolek bilîze. Gelo piştî Lûtkeya NATOyê rola ku bidin Tirkiyeyê dê bandoreke çawa li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bike?
Bi Lûtkeya NATOyê ya li Enqereyê ve Tirkiyeyê di nav denklema herême de mezinkirina hêza xwe giredayî rola ku NATO bide Tirkiyeyê. NATO dixwaze li ser Tirkiyeyê hem li Rojhilata Navîn hem jî Behrareş konsepteke leşkerî û polîtîk ava bike. Tê gotin li ser vê yekê amadekarî jî tên kirin. Tirkiye dixwaze bikeve nava vê denklemê û însiyatîfa denklema Levant-Anatoliyayê bigirê destê xwe. Tirkiyeyê jî dizane rêya vê yekê jî ew ê ku rola NATO bide wê bi cih bîne. Ji bo van rol û berpirsyaran dê çi tawîzan bide weke mînak di polîtikayên Rojhilatê Behraspî, Behrareş, Qibris û Egeyê de, bi guherînê dê bê rojevê.
Heke di dîplomasiya Lûtkeya NATOyê de li ser rola ku ji Tirkiyê re hatiye dayîn lihevkirinek hevpar çêbibe, ev ê bandorê li siyaseta navxweyî bike. Yanî NATO dikare bêje di polîtikayên herêmê de ji me re tabî bibe û em jî di polîtîkayên navxweyî de pirsgirêkan dernexînin. Ev nêzîkatî ne tenê dikare bandorê li çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd an pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bike, di heman demê de dikare bandorê li hemû têkilî û hevsengiyên hêzê yên li welêt bike û dibe bibe sedema dijwarbûna zextan. Em nikarin bibêjin ku ev ê bi tevahî çêbibe, lê em dikarin wê wekî îhtîmalek diyar bikin. Ji ber NATO Tirkiyeyek bi krîzên siyasî yên navxweyî naxwaze; ew qîmetê dide îstîqrara civakî û siyasî. Ji ber wê jî berovajî kûrbûna zextan dibe ku ji bo Tirkiyeyê pirgirêkên navxweyî çareser bike hişyarî jî da bin. Yanî daxuyaniyên Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte li ser demokrasiyê dibe ku ne tesaduf be.
*Di Lûtkeya NATOyê de herî zêde xurtkirina Sanayiya Parastinê derket pêş. Ew tê çi wateyê, meriv dikarê bêje şerên nû li pêş me ne?
Ji ber NATO di nav sîstema kapîtalîst a cîhane de weke rêxistineke leşkerî û siyasî kar dike û di dîrokê de mîsyoneke wisa girtiye ser xwe, diyare ku dê li ser sanayiya parastinê yanî di rastiyê de pêşxistina sanayiya şer raweste. Biryarên ku derbarê pêşxistina teknolojiya şer de hatine girtin û zêdebûna girîng a budceya şer a NATOyê me digihîne wê encamê ku amadekariyên şerên berfireh di salên pêş de têne kirin. Her çend nayê gotin ku şerekî mutleq dê dest pê bike jî, em dizanin nirxandinên navendî yên NATOyê nîşan didin ku amadekariyên niha têne kirin dikarin bibin sedema pevçûnek bi Rûsya û Çînê re.
*Mudaxaleyeke li Rojhilata Navîn dikare bandoreke çawa li çar aliyên Kurdistanê bike?
Di stratejiya nû ya NATOyê de Kurd ne li derveyî denklemene lê di kêleka denklemê de ne. Sedema vê ne tenê stratejiya hezên hegemon li ser Rojhilata Navîn di heman demê de Kurdan hê jî pirsgirêkên navxweyî çareser nekirine. Weke mînak tevî zextan jî li Başûrê Kurdistanê pêşmerge nekirine yek û hikumetek ava nekirine. Ew yek jî bandoreke neyînî li ser polîtikayên hezên hegemon li dijî Kurdan kir. Geşedanên li Sûriye û Îranê jî bandor kir. Ji bo wê jî piştgiriya hezên hegemon ji bo Kurdan lewaz kir. Divê rewşa ku derketiyê holê baş bê tespîtkirin û Kurd li Rojhilata Navîn bibin yek û weke hezeke tevbigerin. Heke wisa nebe Kurd dê derkevin dervayî denklemê.







