Li bajarê Nyala yê li herêma Darfûrê ya li rojavayê Sûdanê, di êrişa droneyê ya li ser bazarekê de 21 kes mirin û zêdeyî 40 kes jî birîndar bûn.
Şerê li Sûdanê her diçe kûrtir dibe. Roja duşemê li bajarê Nyala yê herêma Darfûrê ya rojavayê Sûdanê bi dronan êrîşek pêk hat. Şahidên bûyerê û çavkaniyekî tenduristiyê yê ji AFPê re axivîn, diyar kirin ku di êrişê de 21 kes mirin û zêdeyî 40 kes jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku êriş li ser bazareke Nyala hate kirin ku weke keleha Hêzên Piştevaniya Lezgîn (HPL) tê zanîn.
Şerê ku li Sûdanê di navbera artêşê û hêza paramîlîter HPLê de di Nîsana 2023yan de dest pê kir, welat xist nava krîzeke giran a mirovî. Ev şerê ku ji ber têkoşîna desthilatdariyê dest pê kir bi demê re li herêmeke berfireh a welêt belav bû.
Di şer de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan, bi milyonan mirov jî ji cih û warê xwe bûn. Herêma Darfûrê yek ji wan herêman e ku herî zêde êriş lê tê kirin û sivîl dibin hedefa êrişan. Saziyên alîkariya mirovî ji bo parastina sivîlên li welêt û gihandina alîkariya lezgîn bangê dikin.












