Li bajarê Kirmanşarê ê rojhelatê Kurdistanê jina Kurd a bi navê Nîlûfer Heqqî Bûjanî ya 20 salî bi hinceta parvekirinên li ser tora civakî yên li dijî rejîma Îranê hate binçavkirin.
Li bajarê Kirmanşarê ê rojhelatê Kurdistanê di 7ê cotmeha 2026an de jineke Kurd a bi navê Nîlûfer Heqqî Bûjanî ya 20 salî ji aliyê Pasdarên rejîma Îranê ve bi hinceta parvekirinên nerazîbûna rejîma Îranê yên li ser Înstagramê hatiye binçavkirin. Piştî binçavkirinê Nîlûfer Bûjanî ji aliyê pasdaran ve hatiye revandin û ew birine cîhekî ne diyar.
Nîfûfer Bûjanî berê jî ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî hatibû binçavkirin û bi seetan rastî lêpirsînê hatibû
Derbarê cîhê girtinê û rewşa Nilûferê ya tendirûstiyê ti agahî tune ne.













