• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
03 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nîşandana firîna balafirên şer aramiya gel xira kir

    Nîşandana firîna balafirên şer aramiya gel xira kir

    Girtiyê nexweş Celal Yildirim rakirin nexweşxaneyê: Rewşa wî krîtîk e

    Girtiyê nexweş Celal Yildirim rakirin nexweşxaneyê: Rewşa wî krîtîk e

    Heyeta DEM Partiyê bi Numan Kurtulmuş re civiya

    Heyeta DEM Partiyê bi Numan Kurtulmuş re civiya

    KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekitiyê, parastina mîrasa Mam Celal e

    KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekitiyê, parastina mîrasa Mam Celal e

    Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

    Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

    ‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

    ‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nîşandana firîna balafirên şer aramiya gel xira kir

    Nîşandana firîna balafirên şer aramiya gel xira kir

    Girtiyê nexweş Celal Yildirim rakirin nexweşxaneyê: Rewşa wî krîtîk e

    Girtiyê nexweş Celal Yildirim rakirin nexweşxaneyê: Rewşa wî krîtîk e

    Heyeta DEM Partiyê bi Numan Kurtulmuş re civiya

    Heyeta DEM Partiyê bi Numan Kurtulmuş re civiya

    KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekitiyê, parastina mîrasa Mam Celal e

    KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekitiyê, parastina mîrasa Mam Celal e

    Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

    Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

    ‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

    ‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kovara Ozgur Halkê bi sernavê ‘Rêbertî û Gelê Azad Komplo Têk Bir’ derket

Navenda Nûçeyan / AW

3 COTMEH 2026 - 14:30
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Kovara Ozgur Halkê bi hejmara xwe ya 9emîn a meha cotmehê derket pêşberî xwendevanan. Kovarê di vê hejmara xwe de ciheke berfireh da berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê, geşedanên siyasî û leşkerî yên li Rojhilata Navîn û felsefeya rizgariya jinê.

Hejmara 9emîn a Kovara Ozgur Halkê bi naverokek têr û tijî derket. Kovara ku bi dirûşma “Rêbertî û Gelê Azad Komploya Navneteweyî Têk Biriye” derket, bi dahûrandin û nivîsên berfireh balê dikişîne ser geşedanên heyî yên li herêmê û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.

Mijar û nivîskariya hejmara nû ya Ozgur Halkê bi vî rengî ne:

Di nivîsa bi ser navê ‘Rêbertî û Gelê Azad Komploya Navneteweyî Têk Biriye’ de Hêlîn Umît berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li dijî pergala îşkenceyê ya Îmraliyê vedibêje. Hêlîn Umît balê dikişîne ser kûrahiya dîrokî ya komploya navneteweyî ya 9ê Cotmehê û destnîşan dike ku ev komplo beşek ji siyaseta qirkirinê ye. Hêlîn Umît diyar dike ku Rêber Ocalan bi berxwedan û paradîgmaya xwe ya nû komplo vala derxistiye û hişmendiya netewebûna demokratîk di nav gelê Kurd de geş kiriye. Her wiha Hêlîn Umît balê dikişîne ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û tîne ziman ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk neyê komplo bi temamî bi dawî nabe.

Berxwedana li Îmraliyê veguheriye şoreşekê

Nivîskar Rûgeş Azad jî bi sernavê ‘Ji Komploya Sedsalê ber bi Çareseriya Civaka Demokratîk ve Berxwedana Îmraliyê’ ve heman mejarê vedikole. Rûgeş Azad komploya 1998an wekî dewama siyaseta tekleşder û qirkirinê ya sedsalî ya li dijî Kurdan dinirxîne. Azad diyar dike ku berxwedana 28 salan a li Îmraliyê veguhêziye şoreşeke hişmendiyê û modela civaka komûnal a demokratîk wekî rêya yekane ya çareseriyê derxistiye holê.

‘Tekane rêya çareseriyê projeya Ocalan e’

Di kovarê de Mûzafer Ayata jî bi sernavê ‘Hevsengiyên Hêzê yên Herêmî û Bandorên Wê yên li ser Rojhilata Navîn’ rewşa siyasî ya dawî dinirxîne. Ayata di analîza xwe de hevsengiyên leşkerî û siyasî yên li Rojhilata Navîn, pevçûnên herêmî û rewşa Sûriyeyê digire dest. Ayata destnîşan dike ku li hemberî aloziyên kapîtalîzmê ‘Projeya Veguhastina Demokratîk’ a Rêber Ocalan ji bo gelên herêmê û siberoja Kurdan rêya herî pêşketî ya çareseriyê ye.

‘Bêyî azadiya jinê azadiya civakî pêşnakeve’

Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan jî bi sernavê ‘Heta Azadiya Jinê Pêk Neyê Azadiya Civakî Pêşnakeve’ di şoreşa Kurdistanê de mijara azadiya jinê dinirxîne. Di vê nivîsa ku ji aliyê Akademiyê ve hatine amadekirin de, cewherê azadiya civakî di azadiya jinê de tê dîtin. Di analîzê de rexne li ezmûnên şoreşên berê tê kirin û tê destnîşankirin ku sedsala 21ê dê bibe sedsala şoreşa jinê û avakirina civaka komûnal.

‘Xwedîderketina li şehîdan bi parastina nirxan pêkan e’

Komîna Xebatên Şehîdan jî bi sernavê ‘Banga Şehîdan û Pêwistiya Gotinê’ balê dikişîne ser rastiya şehîdan. Nivîsa Komûnê bala xwe dide ser aliyê exlaqî û komûnal ê jiyana şehîdan. Tê diyarkirin ku xwedîderketina li şehîdan bi parastina nirxên wan û domandina têkoşînê di avakirina civaka demokratîk de pêkan e.

Lêgerîna azadiyê û vegera xwezayê

Şiyar Amed jî bi sernavê ‘Bi Ruhê Înşakirina Civakî ber bi Pratîkeke Azad ve’ mijara înşayê digire dest. Şiyar Amed li ser rola ciwanan û meşa avakirina civakî disakine û balê dikişîne ser girîngiya rêxistinbûna gel û xebatên saziyên komûnal. Elîşer Hêlîn jî bi sernava ‘Wekî Lêgerîneke Azadiyê Vegera li Xwezayê’ mijara ekolojiyê vedibêje. Elîşêr Hêlîn mijara ekolojiyê û têkiliya mirovan a bi xwezayê re hildibijêre û diyar dike ku rizgariya ji krîzên modernîteya kapîtalîst bi nêzîkbûna ekolojîk û vegera li cewherê xwezayê pêkan e.

Hespî Aydemîr jî bi nivîsa ‘Em Dikarin bi Şoreşa Dizik Şoreşê de Dikarin Komînalîteyê Pêş Bixin’ balê dikişîne ser jiyana komînal. Haspi Aydemîr teoriya şoreşê digire dest û destnîşan dike ku şoreş ne tenê guherandina desthilatdariyê ye, di nav xwe de guherîneke zihnî û jiyaneke li ser bingehê meclîs û komûnan e.

Etîket: Kovara Ozgur Halk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Sedat Ege: Em dixwazin Odeya Bazirganiyê bikin odeya gel

    Sedat Ege: Em dixwazin Odeya Bazirganiyê bikin odeya gel

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Serpêhatiya berxwedêr û generalê biçûk bû klîb: Xewna Çiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo bîranîna Ceylan Onkolê pirtûka ‘Ceylana awir bihuşt’ derxistin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li zeviyên Baxçeyên Hewselê û Zanîngeha Dîcleyê hişbir tê çandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Pêla qedexekirina medyaya dîjîtal veguheriye polîtîkayek mayînde

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne