KJARê diyar kir ku ruhê Nîlûfer Mucawir rûyê rastîn ê tundiya sîstematîk a dijîjinan û têkçûna avaniyên parastina jinan û rûmeta jinan eşkere dike û her cûre tundiya li dijî jinan şermezar kir û daxwaz ji civaka Kurdistanê kir ku li dijî kuştina jinan bisekinin.
Piştî ku jina bi navê Nîlûfer Mucawir temen 27 sal ku xelkê Pîranşar ji aliyê hêzên Îranê ve bi tundî hate êşkencekirin li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, têkildarî mijarê Komeleya Jinên Azad a Kurdistanê (KJAR) daxuyaniyek da.
Daxuyaniya KJARê wiha ye:
“Di demekê de ku em ber bi salvegera şehadeta Jina Emînî û destpêka Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Kurdistan û Îranê ve diçin, nûçeya xemgîn a kuştina Nûlîfer Mucawir a ku bi awayekî hovane hatibû êşkencekirin û xwîn rijiyabû ser mejiyê wê me bihîst. Vê yekê rê li ber xemginiyeke mezin a civaka Kurdistanî û bi taybetî jî tevgera jinan û hêrseke girseyî vekiriye.
Doza Nûlîfer ne bûyereke cuda û keîs ye, belkû parçeyek ji pêkhate û wêneyeke mezintir a tundiya rêxistinkirî û êrişa sîstematîk a li ser jinane. Êrişeke ku rehên pergala mêrsalarî ya hezar salan û teoriya ‘xwedîderketina bedenî’ kom bûyî ye. Bedena jinê wekî cihê operasyonên desthilatdariyê dibîne. Her çend bihîstina nûçeyên êşkence û kuştina jinan di civaka me de ne tiştekî ecêb be û li hemberî vê yekê têkoşîneke domdar hebe jî, ev tundî êdî ne tenê berhema normên kevneşopî ye. Lê belê rojane bi awayekî hovane, sîstematîk û bêpar ji her nirxeke exlaqî û mirovî derdikeve holê zêde dibe.
Li gorî amarên fermî, tenê meha borî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê zêdetirî 20 jin bûne qurbanî. Ev hejmar nîşaneyên xeternak ên zêdebûna asta tundiya giran a ku jin pê re rû bi rû dimîninin nîşan dide. Tevlîhevbûna xizaniya çandî, nijadperestî, cinsiyeta civakî û sîstema dewletê ya bi krîza aborî, ewlehî û encamên aborî û siyasî yên şer ve dibe ye, ji aliyê Komara Îslamî ve jîngeheke aloz afirandiye ku têde tundiya li ser jin û zarokan dibe amûra hilberîna serketinê di asta giştî de.
Ji ber vê yekê, tundiya li dijî jinê nikarîn tenê wekî sûcekî ji aliyê civakî, aborî û siyasî ve bê nirxandin. Ev tundî, berhema yekser a têkiliyên neheq ên desthilatdariyê di nav pergaleke mêrsalar de ye. Pergaleke ku bi rêya qanûn, saziyên fermî û îdeolojiya desthilatdariyê, ne tenê tundiyê rewa dike, di heman demê de mekanîzmayên xwe yên ji nû ve çêbûnê jî didomîne. Tundiya fizîkî, derûnî û fikrî û kuştina jinan, ne tenê ziyanê dide takekesî, lê di heman demê de destdirêjiyeke rasteraste li ser ewlehiya derûnî, çandî û têkiliyên civakî yên tevahiya civakê. Dema ku jinek tê êşkencekirin an jî qetilkirin, rûmeta mirovahiyê û azadiya jiyanê li seranserê civakê tê hedefgirtin.
Em weke Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê, di wê baweriyê de ne ku yekane rêya rûbirûbûnê û hilweşandina vê pergala desthilatdar û jinkujer, pêşxistina modeleke berfireh a “xweparastina cewherî” ye di warên fikir, raman, perwerdehiya civakî, guhertina zayendiya nêrsalarî û rêxistinkirina gel de ye. Em her cûre binpêkirin û tundiya li dijî jinên li Kurdistan û Îranê bi tundî şermezar û şermezar dikin. Em daxwaz ji wijdanê hişyar û civaka Kurdistanî dikin ku li hemberî qetilkirina jinan bêdeng nemînin û wekî wezîfeyeke exlaqî û siyasî, li hemberî pergala qetilkirinê, jiyaneke watedar biparêzin.”













