• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Divê aştî li ber deriyê hucreyên zindanan destpê bike’

Enqere / AW

8 COTMEH 2025 - 22:25
Kategorî: ROJANE
A A

Ji Komeleya Însiyatîfa Mafan Fatma Bostan ku di civîna komîsyonê de axivî anî ziman ku divê aştî li ber deriyê hucreyên zindanan destpê bike û wiha got: “Civak hevî dike ku hemû girtiyên siyasî bi rêziknameyeke serbest bên berdan.”

Di rûniştina 2an a civîna 14an a Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî de Komeleya Piştgirî û Yekitiyê ya ji bo Kesên Xizm û Nasên xwe li Dergûşa Şaristaniyê windakirinê re (MEBYA-DER), Komeleya Yekitî û Demokrasiyê (DEMBÎRDER), Komeleya Xebatên Demokrasî û Polîtikayê (PODEM), Komeleya Însiyatîfa Mafan, Komeleya Aştiyê, Komeleya Li hevkirina Civakî (TMD) hatin guhdarkirin.

Piştî guhdarkirina MEBYA-DERê, Serokê DEMBÎRDERê Mehmet Metîner axivî. Mehmet Metîner anî ziman ku demokratîkbûyin ne şertê çekberdaneyê lê encameke û wiha got: “Ew pêvajo ne pêvajoyeke dan û standinê ye. Dema ku pirsgirêkên ewlehiyê tune bin, divê avêtina van gavan erkê me yê sereke be ji bo misogerkirina aştiya civakî, yekîtiya me û mayîndehiya dewleta me. Siyaset wê şûna çekan bigre. Divê em qet ji avêtina gavên pêwîst ji bo tifaqeke Tirk-Kurd nerevin. Divê gavên demokratîk û çandî yên pêwîst ji bo welatiyên me yên Kurd bavejin. Divê em vê derfeta dîrokî ji dest nedin. Pêvajoyên derbasbûyî ji ber Sûriyeyê xirab bûn. Niha jî li Sûriyeyê provakasyon hene. Divê em destûr nedin ku ew pêvajo jî ji ber Sûriyeyê xirab bibe. Hevdîtina şandeya me ya mezin bi HSDê re ji bo çareseriya pirsgirêke pir girîng e. Divê ji bo kesên çek berdanê tevlî civakê bibin qanûn ben derxistin.”

‘Tunehesibandin berxwendanê gur dike’

Piştrê jî ji Komeleya Însiyatîfa Mafan Fatma Bostan axivî. Fatma Bostan bi Kurdî silav da û bal kişand ser êşên di pêvajoya pêvçûnê de hatinê jiyîn û ev tişt gotin: “Gotinên wekî biratiya Tirk, Kurd û Ereb gelên din derdixin û dibin sedema ku gelek civak, wekî Çerkez, Elewî, Bosnayî, Suryanî û Ermenî derve dihelê û Ev yek van beşên civakê ji pêvajoyê dûr dixe. Ev pêvajo divê ne tenê li ser bidawîkirina nakokiyên siyasî, lê di heman demê de li ser avakirina pêşerojek bi rûmet û wekhev ku civak dikare bi hev re bijî jî bisekine. Divê Tirkiye li Suriyeyê aştiyê teşqîk bike, heke wisa neke pêvajoya li vir jî wê zerar bibine. Tunehesibandin hertim berxwedan gûr kiriye. Pêşeroja Tirkiyeyê ne di înkarê de lê wekhevî û naskirinê de ye.”

‘Divê girtiyên siyasî ben berdan’

Di berdewama axaftina xwe de Fatma Bostan destnîşan kir ku ji bo berdana girtiyên nexweş divê qanûn bên derxistin û wiha pêde çû: “Divê aştî li ber deriyê hucreyên zindanan destpê bike. Civak hevî dike ku hemû girtiyên siyasî bi rêziknameyeke serbest ben berdan. Divê biryarên derbarê binpêkirinên mafên takekesî weke Selahattîn Demîrtaş, Figen Yüksekdağ û Osman Kavala pêk were. Her wiha mafê heviyê divê mafê heviyê jî pêk were. Nebicîh anîna van baweriya civakê dixîne.Aştî bi tenê bêdengkirina çekan nayê bidestxistin. Divê zordariya li ser azadiya ramanê jî were rakirin. Azadiya çapemeniyê, azadiya ramanê û mafê azadiyê stûnên vê pêvajoyê ne.”

‘Politikaya Tirkiyeyê li dijî Kurdên Sûriyeyê pêvajoyê jêhrî dike’

Ji Komeleya Însiyatîfa Mafan Mehmet Akîf Koçer jî destnîşan kir ku divê zimanê dayikê yê hemû welatiyên li Tirkiyeyê dijîn di mekazagonê de be naskirin û wiha pê dê çû: “Divê hemû nasnameyên cûda ji hêla dewletê ve bi eşkereyî werin pejirandin û bi qanûnî werin parastin. Divê ji bo entegrekirina kesên ku çekên xwe danîne, amadekariyên pêwîst werin çêkirin. Vegera kesên ku çekên xwe danîne nav civakê ne tenê meseleyeke teknîkî ye, lê meseleyeke manewî ye. Ji bo pêşveçûna erênî ya pêvajoyê divê tedbîrên yasayî bi lezgîn werin peyda kirin. Siyaseta Tirkiyeyê li dijî Kurdên Sûriyeyê ne tenê xeletiyeke stratejîk e, lê nakokiyeke ku rasterast pêvajoya aştiyê jehr dike. Pêwîst e ku em li dijî daxwazên mafên taybetî yên Kurdên Sûriyeyê dernekevin, lê divê em van daxwazan fam bikin û rêz lê bigirin û bi rêya diyalogê tifaqek ava bikin. Divê ew kesên ku li aştiyê digerin zimanê şer li derveyî welêt terk bikin. Komara Tirkiyeyê divê li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev be.”

Ji PODEMê Oral Çalişlar jî bi lêv kir ku pirsgirêka Kurd ji beriya PKKê jî hebû û Kurd dihatin tunehesibandin. Oral Çalişlar destnîşan kir ku Kurd beyî Kurdbûnê dikarîn bibin hertiş û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bilî çareseriyê û aştiyê rêyek din li ber me nîne.”

‘Tirkiye li Suriyeyê dikarê roleke erênî bilîze’

Serokê Waqfa Aştiyê Hakan Tahmaz jî destnîşan kir ku ne zelalbûna hevdîtina komîsyonê bi Abdullah Ocalan re pêvajoyê dixe tengasiyê û wiha got: “Modela ku birêz Devlet Bahçelî gotibû komîsyon dikarê biçe divê pêk were. Her wiha divê politikaya li Suriyeyê biguherê. Tirkiye di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xwesr a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de dikarê roleke erênî bilîze. Divê perwerdehiya mafê perwerdehiya Kurdî û mafên çandî were mîsoger kirin.”

‘Ji bo aştiya civakî divê mafên demokratik ên gelê Kurd bên pêşxistin’

Herî dawî jî ji TMDê Mahmut Şimşek axivî. Mahmût Şimşek diyar kir ku ji bo aştiya civakî divê mafê demokratik ên gelê Kurd bên pêşxistin û ev tişt gotin: Mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê mafek mirovî, îslamî û gerdûnî ye. Perwerdehiya bi zimanê dayikê divê wekî mafek qanûnî hemwelatîbûnê, ji pêşdibistanê bigire heya zanîngehê, ji hêla rêveberiya dewletê ve were peyda kirin. Me ji destpêkê ve gelek caran piştgiriya xwe ji bo vê pêvajoyê ragihandiye da ku mafên demokratîk werin naskirin, pêşkeftina aborî bileztir bibe, û wekhevî û xwişk-biratiya demokratîk xurt bibe.”

Piştî axaftinan civîna 14an a komîsyonê bi dawî bû.

Etîket: civanguhdarkirinkomîsyonMeclîs
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Fetî Yildiz: Komîsyona çavderiyê dê di nava 10 rojan de bê avakirin

Fetî Yildiz: Komîsyona çavderiyê dê di nava 10 rojan de bê avakirin

1 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

18 TEBAX 2026
Mazlûm Dînç: Pêkhatina qanûnê girêdayî şertên Serok Apo ne

Mazlûm Dînç: Pêkhatina qanûnê girêdayî şertên Serok Apo ne

13 TEBAX 2026
Meclis dê ji bo qanûna çarçoveyî meha Tebaxê bicive

Qanûna çarçoveyî li Meclisê ye

10 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne