Îzmîr – Endezyarê zîrekiya çêkirî Ferhat Baysal ê ku ji bo zimanê Kurdî platforma zîrekiya çêkirî ya nû Mazdek.AI ava kir, wiha got: “Modelên gerdûnî yên wekî Gemini, ChatGPT û Claude ji ber nebûna danegehên Kurdî gelek caran agahiyên çewt didin, lê Mazdek AI li ser arşîveke taybet a Kurdî ku ji sedan terabaytan pêk tê hat perwerdekirin û bi vî awayî bingeha Kurdî ya rast bi hêza AI ya gerdûnî re gihand hev.”
Endezyarê zîrekiya çêkirî (AI) Ferhat Baysal ê ku li bajarê Thundorf ê Swîsreyê dijî, ev nêzî 25 salan e di warê nivîsbarî, sêwiran, danegeh û binesaziya teknolojîk de xwedî tecrube ye. Ferhat Baysal karên xwe bi awayê, “end-to-end” bi rê ve dibe, ji perwerdekirina modelên ziman bigire heta sêwirana dîtbarî û birêvebirina pêşkêşkaran (server) qonaxên projeyan bi tena serê xwe pêk tîne.
Ferhat Baysal heta niha gelek aplîkasyon û projeyên girîng ji bo zimanê Kurdî çêkirine. Hin ji van projeyên wî ev in:
* Pirs: Lîstika pirsên zindî ya pirlîstikvanî ye
* Awir: Aplîkasoneke taybet a li ser zaravayê kirmanckî ye
* Kurdish Words: Lîstikeke fêrbûna peyvan a 8 zimanî ye
* Warê Stranan: Projeyek ku bi alîkariya zîrekiya çêkirî (AI) rojane 100 stranên Kurdî çêdike û bi awayeke otomatîkî li ser YouTubeyê bar dike.
Projeya Nû (Mazdek AI): Niha Ferhat Baysal bi projeyeke nû daketiye û dixwaze bi vê derkeve pêş. Ew bi platforma zîrekiya çêkirî ya bi navê “Mazdek AI” ku ji bo zimanê Kurdî hatiye çêkirin, bi vê yeke armanca wî ya sereke ew e ku Kurdî di şoreşa teknolojiyê û zîrekiya çêkirî (AI) de li paş nemîne û di vê qadê de cihê xwe bigire.
Taybetmendiyên sereke yên Mazdek AI
Mazdek AI zêdeyî 225 zimanan dikare wergerîne Kurdî. Mazdek AI ku ji bo Kurmancî, Soranî û Kirmanckî hatiye sêwirandin û di navbera Kurdî û zêdeyî 255 zimanan û di navbera zaravayan de dikare wergera nivîskî û dengî bike.
Dengan dike nivîs
Mazdek AI bi taybetmendiya ‘Deng bo Nivîsê’ (ASR) deng, vîdeo an lînkên lê tên barkirin dengê hawîrdorê jê dibe, axivêr nas dike û jêrnivîsên Kurdî lê zêde dike.
Deng kolon dike
Mazdek AI, bi saya taybetmendiya ‘Dengkirinê’ (TTS) dikare ji bo sê zaravayan nivîsan veguherîne deng. Her wiha, bi taybetmendiya “Klonkirina Deng” jî mirov dikare qeydeke kurt a dengê xwe bar bike, pergalê fêrî dengê xwe bike ku her nivîsê bi dengê mirov bixwîne.
Wergera zindî dike
Mazdek AI, bi taybetmendiya “Wergera Zindî” re astengiyên zimanî jî ji holê radike. Mesele du kesên ku zimanê hev nizanin, tenê bi lînkekê an QR kodekê; dike ku her yek bi zimanê xwe biaxive û kesê din jî gotinên wî/ê bi zimanê xwe rasterast bibihîze.
Rasterast pê dizane ku tu bi kîjan zaravayî diaxivî
Mazdek AI xwediyê “Chatbota Kurdî û Moda Dengî” ye. Gava tu bi Kurdî pirsekê jê bipirsî, pergal bi kîjan zaravayî be bi heman zaravayî û bi deng dikare bersiva te bide.
Dikare belgeyan bixwîne
Mazdek AI, bi taybetmendiya “Xwendina Belgeyan” (OCR) dikare nivîsên di nav wêne an belgeyên skankirî (pdf) de bixwîne, wergerîne zimanê ku tu dixwazî û paşê bi deng jî ji te re bixwîne.
Rastnivîsê dizane
Mazdek AI, bi taybetmendiya “Rastnivîsê” (Spell-Checker) şaşiyên te yên herfî û rêzimanî yên di Kurdî de dibîne û destnîşan dike. Paşê ji bo serastkirina wan peyvên rast weke vebijêrk pêşniyarî te dike.
Soranî dikare bi tîpên Latînî binivîse
Mazdek AI, bi taybetmendiya “Soranî bi Tîpên Latînî” re metnên ku bi alfabeya Aramî (Erebî) hatine nivîsandin, dikare veguherîne tîpên Latînî.
Bi pêşkeşvanên dîjîtal nûçeyan pêşkêş dike
Mazdek AI, bi taybetmendiya “Nûçeyên Rojevê” re nûçeyên ji çar aliyên cîhanê bi 15 zimanên cuda amade dike. Paşê, ev nûçe bi saya pêşkêşvanên dîjîtal Kamîran û Şevîn bi awayekî dengî û vîdyoyî ji te re tên pêşkêşkirin.
Ferhat Baysal derbarê rewşa Kurdî ya di qada dîjîtal de, astengiyên teknîkî, gavên lezgîn, taybetmendiyên Mazdek AI û projeyên xwe yên siberojê de ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
Zimanê Kurdî û zîrekiya çêkirî
Ferhat Baysal diyar kir ku digel ku bi mîlyonan kes bi Kurdî diaxivin, Kurdî di warê teknîkî de hê jî zimanekî “kêm-çavkanî” (low-resource) ye ango daneyên nivîskî û dengî yên pak û bi rêkûpêk ên ji bo perwerdekirina modelên zîrekiya çêkirî hewce ne, hîn pir kêm in û wiha got: “Qada zîrekiya çêkirî, qadeke wiha ye ku modelên gerdûnî hê jî tê de ne serketî ne, modelên wekî Gemini, ChatGPT û Claude gelek caran agahiyên çewt didin ji ber ku danegeha wan ji bo Kurdî nehatiye avakirin. Lê Mazdek AI li ser arşîveke taybet a axaftina Kurdî ku digihîje bi sedan terabaytan (TB) hatiye perwerdekirin û ji hêza modelên mezin jî sûdê werdigire û ev yek bingeha Kurdî ya rast û hêza AI ya gerdûnî digihîne hev.”
Ferhat Baysal anî ziman ku di warê zîrekiya çêkirî de pênc astengiyên mezin hene ku rê li ber pêşvebirina Kurdî digire û wiha ev astengî yek bi yek rêz kir: “Ya yekem perçebûna alfabeyan e ku Soranî bi tîpên Aramî û Kurmancî bi tîpên Latînî tê nivîsîn, ji ber vê yekê divê her amûr ji bo her du sîsteman ji bi awayeke cuda were pêşxistin. Ya duyem kêmbûna standardeke yekgirtî ya rastnivîsê û cudahiya klavyeyê ku dibe sedem, modelên AI nikaribin naveroka Kurdî rast nas nekin. Ya sêyem morfolojiya Kurdî ye ku Kurdî xwedî morfolojiyeke dewlemend û tewangbar e û bi taybetmendiyên ên wekî ‘ergatîviya qetiyayî (split-ergativity)’ ye û ev parçekirina hevokan zehmet dike. Ya çarem ew e ku gelek ji berhevokên heyî yên daneyan ‘tevlihev’ in û çend zaravayên Kurdî bêyî nîşankirinekê di nav hev de hatine bikaranîn, lewma her zarava pêwîstî bi projeyeke xweser heye. Ya pêncemîn jî ew e ku saziyên medyayê yên Kurdî dema nûçeyan amade dikin gelek caran not û jêrnivîsên weşanan çewt dinivîsin û arşîva deng û nivîsan bi rêkûpêk neparastine.”
Ji bo pêşvebirina Kurdî gavên lezgîn
Ferhat Baysal ji bo ku zimanê Kurdî di şoreşa dîjîtal de li paş nemîne û bi pêş ve biçe bal kişand ser pêkanîna çend gavên lezgîn û krîtîk û ev yek anî ziman: “Di serî de, pêdiviyeke mezin bi zêdekirina parvekirina çavkaniyên vekirî (open-source) heye da ku pêşdebir bikaribin li ser vê bixebitin. Her wiha, bi hevkariyeke xurt a civakî divê daneyên dengî bi awayekî berfireh werin berhevkirin. Ji bo serketina van xebatan, piştgiriya sazûmanî û fînansî ya aliyên herêmî an dewletî jî xwedî girîngiyeke mezin e. Ji aliyê din ve, dewlemendkirina giştî ya naveroka kurdî ya dîjîtal wekî berfirehkirina Wîkîpediyayê, dîjîtalkirina pirtûkan û zêdekirina vîdyoyên bi jêrnivîs bingehên vê guhertinê xurttir dike. Di dawiyê de, bikaranîna çalak a amûrên herêmî û pêşketî yên wekî platforma Mazdek.AI, di parastin û pêşvebirina Kurdî ya di cîhana dîjîtal de bi roleke sereke radibe.”
‘Armanc edîtoryaya vîdeoyan e’
Ferhat Baysal li ser derketina fikra Mazdek AI jî da zanîn ku ev xebat encama lêkolîneke şexsî ye û wî zêdeyî du salan e li Swîsreyê bi tena serê xwe ev sîstem pêş xistiye û ji ber ku ti daneyên amade tinebûne wî her tişt ji sifirê daye destpêkirin û got: “Ez niha ji bo siberojê herî zêde li ser edîtorekî vîdyoyê mijûl im; ev edîtorê vîdyoyê wê bikaribe vîdeoyan temaşe bike, naverokê fêhm bike, beşên herî baş tesbît bike û jêrnivîsên Kurdî yên otomatîk lê zêde bike.”
Di dawiyê de Ferhat Baysal anî ziman ku armanca wî ya herî mezin ew e ku ev xebat bibin binesaziyeke AI ya Kurdî ya berfireh û bi bandor ku bikaribe bersiva hemû pêdiviyên nûjen bide.
Ji bo ceribandinê
* Malpera Mazdek.AI: www.mazdek.ai
* Google Play: https://play.google.com/store/apps/details?id=ai.mazdek.app&hl=af
* Apple Store: https://apps.apple.com/us/app/mazdek-kurdish-ai/id6783520377
* Her wiha hûn dikarin li ser YouTubeê jî li qenala Warê Stranan https://www.youtube.com/@warestranan binêrin.




















