Di çarçoveya lêpirsîna li dijî Şaredariya Bayrakliyê ya navçeya Îzmîrê û fîrmaya wê BAYBEL AŞyê de ji bo 43 kesên ku sewqî dadgehê hatibûn kirin, Şaredarê berê yê Bayrakli Serdar Sandal jî di nav de ji bo 6 kesan biryara girtinê hate dayîn.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê ve bi tohmeta “Avakirina rêxistinê bi armanca tawanê”, “gendelî” û “Têkelkirina fesadiyê di îhaleyan de” li dijî Şaredariya Bayrakli û fîrmaya wê BAYBEL AŞyê dihat meşandin de, di 6ê Cotmehê de 47 kes hatibûn binçavkirin.
Piştî karûbarên îfadeyê yên li emniyetê 4 kes hatin berdan. Di nava wan de Şaredarê berê yê Bayrakliyê Serdar Sandal, Serokê Lijneya Rêveberiyê ya BAYBEL AŞyê ê wê demê B.U, Serokê CHPê yê Navçeya Bayrakliyê û xebatkarê şaredariyê D.G, Serokê berê yê Lijneya Rêveberiyê ya BAYBEL AŞyê û Endamê Meclîsa Şaredariya Bayrakliyê Yenî Partiyê M.C.S, A.A. û O.Ç.Ş. yên ku di Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê de rêveberên şubeyê ne û kurê Serdar Sandal Y.S. jî di nav de 43 kes sewqî dadgehê hatin kirin.
Ji 43 kesên ku sewqî dadgehê hatin kirin, Şaredarê berê yê Bayraklı Serdar Sandal jî di nav de ji bo 6 kesan biryara girtinê hate dayîn.













