• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
22 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şîna cangoriyan di roja duyemîn de didome

    Şîna cangoriyan di roja duyemîn de didome

    ‘Li ser şopa Gulistan û Hêro têkoşîna heqîqetê didome’

    ‘Li ser şopa Gulistan û Hêro têkoşîna heqîqetê didome’

    Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Îzmîrê: Tenê bi rêxistinbûnê rizgarî pêkan e

    Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Îzmîrê: Tenê bi rêxistinbûnê rizgarî pêkan e

    ROJEVA 22yê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 22yê TEBAXA 2026an

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şîna cangoriyan di roja duyemîn de didome

    Şîna cangoriyan di roja duyemîn de didome

    ‘Li ser şopa Gulistan û Hêro têkoşîna heqîqetê didome’

    ‘Li ser şopa Gulistan û Hêro têkoşîna heqîqetê didome’

    Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Îzmîrê: Tenê bi rêxistinbûnê rizgarî pêkan e

    Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Îzmîrê: Tenê bi rêxistinbûnê rizgarî pêkan e

    ROJEVA 22yê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 22yê TEBAXA 2026an

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ciwanên enternasyonalîst li Amedê serdana saziyan kir

Amed / AW

17 ÇILE 2026 - 17:18
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Heyetek ciwanên enternasyonalîst ku ji ciwanên welatên wek, Misrê, Iraq, Lubnan, Tûnûs û Mexrîbê pêk dihat li Amedê serdana partiyên siyasî, Çetîn Arkaş û Veysî Aktaş û TJAyê kir. Di serdanan de li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêvajoya daye destpêkirin û êrişên li ser Kurdan hatin nîqaşkirin.

Heyetek ciwanên etnernasyonalîst ku 15 kesan pêk dihat û ji welatên wek Misrê, Iraq, Lubnan, Tûnûs û Mexrîbê hatin Amedê, serdana saziyên siyaseta demokratîk kir. Heyeta ciwanan ewilî serdana Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan(DEM Partî) û Partiya Heremên Demokratîk(DBP) ên Amedê kir û li ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” axivîn. Di serdanan de qala girîngiya mitînga “Hêvî û Azadiyê” jî hate kirin.

Heyeta ciwanan paşê jî bi Çetîn Arkaş û Veysî Aktaş re civiyan. Di civînê de derbarê manîfestoya “Aştî û Civaka Demokratîk, Sosyalîzma Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de nirxandin û sohbet kirin.

Heyeta ciwanan herî dawî jî serdana Tevgera Jinên Azad (TJA) kir û li ser xebat û têkoşîna jinan a di çarçoveya pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” axivîn û rola jinan hate nîqaşkirin.

‘Ciwanên me ji bo siberoja mirovahiyê canê xwe ji dest dan’

Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer di serdana ciwanan de axivî û derheqê têkoşîna gelê Kurda de agahî da û wiha got: “Kurd ji bo azadiya xwe û hebûna xwe gelek bedel dan. Doza me dozeke pîroz e. Ciwanên me li dijî koletiyê sekinîn û azadiya xwestin û gotin em ê tekoşîna xwe berdewam bikin. Ji bo vê yekê jiyana xwe ji dest dan. Ciwanên me bûne şervan, mirov dema difikire divê ciwanên me jî li vir bûna lê mixabin ji bo me, ji bo pêşeroja me jiyana xwe ji dest dan. Em li rojava jî dibînin hertim êrişê li ser gelê Kurdan dikin. Ji ber ku Kurd serî nadanên, ji ber ku Kurd azadiya xwe dixwazin êriş li ser wan tê kirin. Di nava Rojhilata Navînde bindestî heye lê divê hemû gel wek Kurdan têbikoşiyan, heke têbikoşiyan dê îro rewş ne wiha bûya. Îro êrişên li ser taxên Helebê heger gelê li wir dimînin serî rakiribana, deng derxistbûna ji bo Kurda ewqas zehmet derbas nedibû.”

‘Divê li Rojhilata Navîn em bibin yek’

Hevseroka DBPê Rûçem Vefa Elyakut jî di axaftina xwe de diyar kir ku pêşengê tevgera wan ciwan û jin in û wiha got: “Felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ li hemû cihanê bûye felsefeyekî bi bandor. Dema em ciwanan dibînin em kelecan dibin, ciwan pêşeng in. Hegemonên kapîtalîst dixwazin gelên ku azadiya xwe dixwazin di serî de jinan û ciwanan tune bikin. Şerekî taybet li ser jinaan, li ser Kurdan tê meşandin. Heya em hebin wê tekoşîna me jî berdwam bike. Li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û cîhanê em dixwazin em bibin yek.”

Rûçem Vefa Elyakut êrişên li ser taxên Helebê jî bi bîr xist û got: “Ew şervana ku cenazeyê wê ji avahiyê hat avêtin, ne tenê ji bo me ji bo cîhanê gefek û peyamek e. Xemgîniyek mezin bi xwe re anî. Kes nikare li hemberî tekoşîna gel bisekine.”

‘Gelan Rêberê Gelê Kurd ji xwe re kiriye pêşeng’

Hevserokê DBPa Amedê Ahmet Dogan jî anî ziman ku gelê Rojhilata Navîn bi rastî ji pir êş kişandiye û piraniya gelan di bin zilmê, di bin zextan de ne û got: “Rêberê Gelê Kurd di tevahiya jiyana xwe de hemû têkoşîna xwe ji bo mirovahiyê, ji bo azadiya jinan pêk tîne. Ne tenê gelê Kurd gelên cîhanê birêz Abdullah Ocalan ji xwe re kiriye pêşeng. Rêberê Gelê Kurd dibêje ‘armanca me xilasbûna hemû gelê cîhanê ye’. Paradîgmaya ku me xilas bike paradigmaya Civaka Demokratîk e. Divê em tifaqa xwe bikin yek, wê demê em ê bikaribin mafê xwe şûnve bigirin.”

Heyetê derbarê Ocalan de agahî wergirt

Civîna heyeta ciwanan a li gel Çetîn Arkaş û Veysî Aktaş ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Hat zanîn ku heyetê li gel Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş derbarê rewşa Abdullah Ocalan û pêvajoya daye destpêkirin de civat gerandiye.

Herî dawî jî heyeta ciwanan li gel TJAyê civiya û ev civîn jî çapemeniyê re girtî pêk hat.

Piştî serdanan bernameya serdana heyeta ciwanan bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şîna cangoriyan di roja duyemîn de didome

Şîna cangoriyan di roja duyemîn de didome

22 TEBAX 2026
Qeysiyên Wanê dibin rêçal, bastîq û xweşav

Qeysiyên Wanê dibin rêçal, bastîq û xweşav

22 TEBAX 2026
‘Li ser şopa Gulistan û Hêro têkoşîna heqîqetê didome’

‘Li ser şopa Gulistan û Hêro têkoşîna heqîqetê didome’

22 TEBAX 2026
Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Îzmîrê: Tenê bi rêxistinbûnê rizgarî pêkan e

Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Îzmîrê: Tenê bi rêxistinbûnê rizgarî pêkan e

22 TEBAX 2026
‘Em jin ne temaşevanên aştiyê ne; em avakarên aştiyê ne’

‘Em jin ne temaşevanên aştiyê ne; em avakarên aştiyê ne’

22 TEBAX 2026
Mamosteyên Ma Musicê: Îro bi hezaran Delîla hene

Mamosteyên Ma Musicê: Îro bi hezaran Delîla hene

22 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne