• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Li du xwe têkoşîn, deng û stranên xwe hişt’

Abdullah Esen / AW

24 TEBAX 2025 - 08:49
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Şenay Guçer (Delîla Meyaser) dengê xwe gihand gelek deverên Kurdistan û cîhanê. Dengê xwe gîhand lûtkeya herî jor. Hunera xwe û têkoşîna azadiyê bi hevre beşand. Dayîka Delîla Meyaser, Gulsuma Guçerê, derbarê têkoşîna keça xwe ya di nava refên PKKê de got: “Keça min li du xwe têkoşîn, deng û stranên xwe hişt.”

Delîla Meyaser di sala 1999an de li navçeya Farqînê ya Amed tevlî nava refên gerîlayên PKKê dibe. Piştî ku tevlî dibe, li wir bi hunerê re eleqedar dibe û dest bi gotina stranan dike. Li ser çiyayên ku lê digeriya hertim li ser pişta wê def hebû. Stranên wê ji aliye herkesî ve tê guhdarkirin û temaşekirin. Di hunera wê de, êş, jan, kul û xemên Kurdan anî ziman. Ew di nava refên PKKê de bi stranên wekî ‘Ha gerîla’, ‘Cihê min çiya ye’, ‘Dil dixwaze here cengê’, ‘Şevek tarî’, ‘Sê jinên azad’, ‘Şîfa îstemem balinda’, ‘Can welat’, ‘Hey berî’, ‘Roja dayîkan’, ‘Şûşa dilê min şikestiye’ û ‘Zîlan’ hat naskirin. Delîla Meyaser, di 25ê Tebaxa 2007an de li navçeya Qilebanê ya Şirnexê di şer de tevî 11 hevalên xwe şehîd dibe. Di ser şehadeta wê re 19 sal borîn.

Dayîka Delîla Meyaser, Gulsuma Guçer, der barê têkoşîn û jiyana keça xwe de ji Ajansa Welat re axivî. Gulsuma Guçer, anî ziman ku hejmara Delîlayan gihîştiye bi hezaran û got: “Delîlayek çû bi hezaran Delîla jî hatin.”

Dayîka Delîla Meyaser, Gulsuma Guçer, diyar kir ku Delîla li taxa mescîdê ya navçeya Farqînê hatiye dinê û li wir jî tevlî nava refên gerîlayên PKKê bûye û wiha got: “Zarokên min tevî Delîla du keç û sê kurê min hene. Hemû zarokên min delalî ne. Delîla bixwe jî wisa bû. Ji ber ku bavê wan li lokantê kar dikir, zarokên xwe jî xweşik xwedî dikir. Dema ku malbat ji tiştekî hezbike dê zarokên wan jî ji wî tiştî hez bikin. Delîla hezkirina xwe ya Partiyê ji min û bavê xwe girt. Piştî ku mezin bû ji derdorê jî bandor bû. Di salên 90î de dema hîzbûllah derket holê wê demê Delîla bû şahidên kiryarên wan û piştre çû. Wê zû serî rakir. Piştî çû me bertekên neyînî nîşan neda. Piştî çûyînê wê Serokê MHPê yê navçeya Mîlasê kurê min kuşt. Wê demê tu têkiliya me û MHPê li ber hev tune bû. Çûyîna keça min kirin hincet û kurê min kuştin. Serokê MHPê li vir ji xwe re kargeh vekiribû. Çar meh şûnde ew jî hat kuştin. Ew biş şîşan kuştin.”

‘Xwendekareke jêhatî bû’

 

Gulsuma Guçer bal kişand ser cil û beren keça xwe û wiha axivî: “Jiyana bajariyê qet bala wê nedikişand ser xwe. Dema li malê bû nefsa xwe kontrol dikir. Ne kolê nefsa xwe bû. Ew zêde li cil û bergên li gorî modayê û xwarina xweş nedigeriya. Lê xwarina ku herî zêde jê hezdikir dolme bûn. Di taştê de pir ji zeytûnan hezdikir. Dema ku min xwarin çêdikir her tim alîkarî dida min. Dizanibû hemû cûreyên xwarinê çeke. Beriya ku biçe me ferq kir ku dê biçe. Ew aşiqê tevgerê bû. Em qet bi  zarokên xwe re bi Tirkî nediaxivîn. Jixwe ew jî bi Tirkî ne diaxivî. Carekê min jê re got, Şenay belkî tu bi Tirkî nizanibî, bi min keniya. Li malê û li derve bi kesî re Tirkî nediaxivî. Zaroktiya wê jî zêde min aciz nedikir. Di dibistanê de gelek jêhatî bû. Ji pola yekemîn bigire heta lîseyê spasname digirt. Beşa ku dixwend jî beşa elektirîkê bû. Li dibistanê mamostetiyên wê jê re gotibûn, ‘Şenay tu yê bibî mîmar’. Tiştên ku xêz jî dikir gelek baş bûn. Gelek caran dinamo jî temîr dikir. Min jê re got, ‘Dê dînamo di destê te de biteqe’. Lê dîsa jî bi ya min nedikir û xweş bihev dixist. Spartekên xwe û hevalên xwe tev çêdikir. Li dibistanê mamosteyên wê pê re xeyîdîbûn, gotibûn; ‘Tu çima spartekên kesên din çêdike.’

‘Min kilama bûk û zava sitirand’

Gulsuma Guçer di berdewamê de anî ziman ku wan bi daxwazên derdorê û hevalan piştî sal û heşt mehan cenazeyê keça xwe aniye li Farqînê definkirine û wiha pêde çû: “Wê perwerdehiya erebî jî dît. Beriya dest pê kir jixwe tîpên erebî nasdikir. Ji ber ku hişê wê pir zêde bû. Diçû cem xaltiya xwe dixwend. Hin kes hene heta salek du salan dikarin Quranê bixwînin. Wê elîfbêtik qedand derbasî Quranê bû. Keçeke pir jîr bû. Piştî Quran xwend êdî xaltiya wê ders nedayê, ji ber xwe ve dixwend. Dema ku cara ewil derket ser ekranê gelek kêfa me hat. Dema ku Delîla şehîd ket wê demê jî min got û ez niha jî dibêjim; hemû jî weke zarokên min in. Dilê min li ser hemûyan diêşê. Dema ku gerîlayek şehîd dikeve weke hê Delîla şehîd ketine. Dema ku şehîd ket jî ne li devê deriyê dewletê û ne jî li ser gorê ez negiriyam. Min got bila kêfa dijmin li min neyê û min nexwest hizûra xelqê xera nekim. Rewşeke gelek zehmete. Dema ku mirov li wan goran dinihêre ew ne layîqî girînêne. Êdî rabûm piya min li çepikan xist û bûkê delalê got. Min cudatî nexist nav hersê keçikan û yên mêr. Min kilama bûk û zava sitirand. Lewre ew zavane û yên dinê jî bûkên Kurdistanê ne. Piştre em çûn me testê DNAyê da, ew jî piştî çar mehan hê derket. Piştî sal û heşt mehan dîsa derket em çûn ÎHDê me got em naçin wê ji cem hevalên wê naqetînin. Êdî bi daxwazên hevalan û derdorê me cenazeyê wê anî.”

‘Şik û guman çêbûn’

Gulsuma Guçer di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoyê û got: “Pêvajoya ku hatiye destpêkirin jî em zanin ku ji herdu aliyan ve dilnexwaz gelek in. Dema Dewlet Baxçelî cara ewil bi destê parlamenteran girt û got, bila Ocalan bê meclîsê em matmayîman. Ji me re şik û guman çêbûn. Me got, dîsa li ser serê me lîstikan çêbikin. Piştî çûyîn û hatinê jî dîsa bawerî çênedibû. Heta ku birêz Ocalan derket televîzyonê û axivî bêhna me derket. Me got, ew bêje çi, weke wî ye. Ji ber ku ew Serokê me ye. Piştî 26 salan dema em çav bi dîmenê serok ketin hestirkên çavên me bûn weke teyrokê û bariyan. Dema ku çek jî hatin şewitandin ji girî êdî xeberdan bi me nediket. Vê têkoşînê jî wî destpêkiriye, çi be jî Serokê me ye.”

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê ji bo 49 cangoriyan şîn hat danîn

Li Amedê ji bo 49 cangoriyan şîn hat danîn

21 TEBAX 2026
‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

21 TEBAX 2026
ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

21 TEBAX 2026
Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Neparastina nirxên civakî rizîbûna civakî bi xwe re tîne’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne