Wan – Li gorî daneyên fermî yên TUÎKê di sala 2025an de li Tirkiyeyê di nava zarokên mexdûrên sûcan de ji sedî 10,3 (nêzikî 23.132 zarok) rastî sûcên zayendî û destdirejiyê hatine. Endamê OHDê parêzer Mûstafa Ozoral bal kişand ser destirêjiya li ser zarokan û da zanîn ew kesên ku destdirêjiyê dikin bi awayekî baş nayên darizandin û cezayên wan kêm in.
Destdirêjiya li dijî zarokan, her cure çalakî yan têkiliya zayendî ye ku kesekî mezin (yan jî ciwanekî ku ji aliyê temen û hêzê ve ji zarokan mezintir in) li ser zarokek pêk tîne. Di vê rewşê de, zarok ji ber temenê xwe yê biçûk ne di wê astê de ye ku fêm bike ka çi diqewime û nikare razîbûna (erêkirina) xwe ya azad bide. Destdirêjiya li dijî zarokan ne tenê fîzîkî ye; ew dikare bi gelek awayên cuda pêk were.
Destdirêjiya fîzîkî: Têkiliyên zayendî yên bi zorê yan bi xapandinê û her cure destlêdanên fizîkî.
Destdirêjiya Bêyî Destlêdanê: Nîşandana wêne, dîmen yan jî materyalên zayendî ji bo zarokek yan jî mecbûrkirina zarokek ku tevgerên fizîkî bike ye.
Îstîsmara Dijîtal: Bi rêya înternet, telefon yan medyaya dijîtal xapandina zarokek ji bo girtina wêne û vîdeoyên taybet, yan jî şandina peyamên zayendî.
Îstîsmara Bazirganî: Bikaranîna zarokan di karên zayendî de yan jî çêkirina materyalên zayendî de li hember feydeyên maddî.
Di hemû rewşan de, ji ber ku di navbera zarok û kesê êrîşker de newekheviya hêz, temen û zanînê heye, ev kiryar sûcekî giran e û binpêkirina mafên bingehîn ên zarokan e. Li gorî daneyên fermî yên TUÎKê di sala 2025an de li Tirkiyeyê di nava zarokên mexdûrên sûcan de ji sedî 10,3 (nêzikî 23.132 zarok) rastî sûcên zayendî û destdirejiyê hatine. Li gorî Navenda Lêkolînên li Qadê (SAMER) di 9 mehên ewil ên 2026an de nêzî 101 zarok rastê destdirejiya zayendî hatine.
Kategoriya temen a zarokên mexdûr bi vî rengî ye:
Koma 12-17salî: Rêjeya herî mezin a bûyeran (sedî 35) di vê koma temenê de ye. Bi taybetî di serdema xortaniyê de bûyerên îstîsmara zayendî, destdirêjiya zayendî û destdirêjiya bi rêya medyaya dîjîtal zêdetir derdikevin holê.
Koma 6-14 salî: Zarokên di temenê dibistana seretayî û navîn de beşa duyem a herî zêde bûyerên destdirêjî pêk tên de ye û bûyer bipiranî li derdora dibistanê, di nav malbatê de yan jî ji aliyê kesên naskirî ve pêk tên.
Koma 0-5 (pitik û zarokên biçûk): Her çend rêjeya bûyerên ku dikevin çapemeniyê, di koma 0-1 salî û 2-5 salî de li gorî komên din kêmtir be jî, di raporên sala 2026an de hatiye destnîşankirin ku pitikên nûbûyî jî rastî îstîsmar û tundûtûjiya giran hatine.
Di daneyan de eşkere dibe ku bûyerên destdirêjiya zayendî bi rêjeya ji sedî 41,2 zêdetir li hemberî zarokên keç hatine kirin û di piraniya bûyeran temenê biçûk (0-11salî) de qewimîne. Ji ber ku zarok nikarin rewşê bînin ziman, hejmara rastîn ji amarên tomarkirî gelekî zêdetir e.
‘Zêdetirî jin û zarok rastî destdirêjiyê tên’
Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) parêzer Mûstafa Ozoral derbarê destdirêjiya li ser zarokan ji ajansa me re axivî û behsa sedemên wê kir.
Mûstafa Ozoral di destpêka axaftina xwe de behsa destdirêjiyê kir û da zanîn ku destdirêjî bikaranîna kesek ji aliyê kesekî din ve ji bo tatmînkirina cînsî ye. Mûstafa Ozoral destnîşan kir ku mirovên kal, pîr, zarok, jin û heta sewal jî îhtîmal heye ku rastî destdirêjî bên û wiha got: “Lê di nava civakê de zêdetî jin û zarok tên îstîsmarkirin. Zarok ku ji ber nikarin xwe biparêzin ji bo destdirêjiyê dibin hedef. Ji aliyê zarokan ve jî kesên ku destdirêjiyê dike mixabim kesekî biyanî nîne. Li sed zarokan destdirêjî hatibe kirin, di nava wan kesên destdirêjî kirine de 5 kes biyanî ne yan nîne, 95 kesên din ji derdorê, nava malbatê yan jî kesên ku di nava dibistanê de ne.”
‘Civak bi mêjiyê mêrantiyê dijî’
Mûstafa Ozoral di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku civak bi mêjiyê mêrantiyê dijî û wiha berdewam kir: “Kesên destdirêjiyê dikin her tiştî ji bo xwe mubah dibînin, lewma tiştekî wisa qirêj dikin. Sedemek bê perwerdebûyîn û sedemek jî nenaskirina mafên kesekî/ê din e. Ew kesên ku destdirêjiyê dikin xwe li ser her tiştî dibînin û ji ber vê yekê wî mafî jî ji xwe re dibîne û dibejin ku ‘em dikarim vê zarokê, vê jinê, wî mêrî re’ destdirêjî bikim. Ev yek jî nenaskirina mafên mirovek din e.”
‘Kesê destdirêjî dike nayê şermezarkirin’
Mûstafa Ozoral di axaftina xwe de bal kişand ser qadên herî zêdetir zarok rastî destdirêjiyê tên û wiha pê de çû: “Mixabim zarok zêdetir di nava malbatên xwe de, di nava dibistanan de rastî destirêjiyê tên. Sedema vê yekê jî zarok di nava malbata xwe de newêre bejê ku rastê destdirêjiyê hatiye. Zarok dizane ku bibêje wê ew di nava civaka girtîde bê şermezarkirin. Ankû ew ê ku destdirêjî kiriye nayê şermezarkirin.”
‘Pêwist e darizandinên wan baş were kirin’
Di axaftina xwe de Mûstafa Ozoral ji bo pêşîlêgirtina destdirêjiyê pêşniyarên xwe wiha rêz kirin: “Di vî warî de gelek tişt dikeve li ser milên malbatê, mamoste, dibistan, civak û dewletê. Divê tekîliyên malbatê bi zarokan re zelal be û heke tiştek hatibe serê wan divê bikaribin bêtirs bibêjin. Di dibistanan de zarok bi piranî ji aliyê hevalên xwe ve rastî destdirêjî tên. Dema ku mamoste û dibistan bi rêyekî rexistinî perwerde bidin ku zarok laşê xwe nas bikin. Perwerdeyeke baş dikare hinekî pêşiya destdirêjiyê bigire. Barê ku dikeve li ser milên civakê jî ew e ku divê civak hişê mêrantî di nava xwe de bikuje. Barê herî girîng jî li ser milên dewletê ye, ji ber ku ew kesê ku destdirêjî kiriye di nava dadgehan de tê darizandin. Dema ku ev kesê destdirêjî kiriye neyê darizandin, cezayekî kêm bi xwe yan jî qet ceza nexwe, ji bo kesên din jî dibin mînak. Dibêjin ku filankes kir û tiştek nebû, ez jî bikim tiştek nabe. Ji ber vê yekê jî hewceye darizandin baş were kirin, ceza jî were dayîn. Li gorî min cezayê destdirêjiyê kem in. Hewceye ku darizandinê wan baş were kirin û cezayê wan girantir bin û nikaribin derbikevin.”
‘Zarok bê bask û bê parastin in’
Mûstafa Ozoral di dawiya axaftina xwe de bang li malbatan û mamosteyan kir û wiha got: “Zarok di nava civakê de bê bask û bê parastin e û hewce ye ku tekîliyên wan bi zarokan re xurt be, divê zarok bi dilekî rihet bikaribe bi malbata xwe re biaxive.”







