• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
17 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji bo girtiya nexweş Newroz Bozkurt kampanyaya tagê hat destpêkirin

    Ji bo girtiya nexweş Newroz Bozkurt kampanyaya tagê hat destpêkirin

    Mirovên Şemiyê serdana Koma DEM Partiyê kir

    Mirovên Şemiyê serdana Koma DEM Partiyê kir

    Ji bo girtiyên nexweş çalakiya nobedê hat destpêkirin: Heta girtî neyên berdan em li vir in

    Çalakiya rûniştinê ya ji bo girtiyên nexweş dê sibê bidome

    Ji bo girtiyên nexweş çalakiya nobedê hat destpêkirin: Heta girtî neyên berdan em li vir in

    Ji bo girtiyên nexweş çalakiya nobedê hat destpêkirin: Heta girtî neyên berdan em li vir in

    Jinan li ber dadgehê daxwaza edaletê kir

    Jinan li ber dadgehê daxwaza edaletê kir

    DMMEyê derbarê Can Atalay de biryara binpêkirinê da

    DMMEyê derbarê Can Atalay de biryara binpêkirinê da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Enqere / AW

17 MIJDAR 2026 - 15:34
Kategorî: CIVAK, MANŞET, ROJANE
A A

Malbatên girtiyên nexweş ên ku ji bajarên Bakurê Kurdistanê hatine, DEM Partî, OHD, ÎHD û saziyên demokratîk ji bo berdana girtiyên nexweş li ber Wezareta Dadê çalakiya nobedê ya bê dem dan destpêkirin. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku heta girtiyên nexweş bên berdan ew dê çalakiya xwe berfireh bikin û bidomînin.

Malbatên Girtiyên Nexweş ku ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiye yê hatine Enqereyê, Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER), DEM Partî, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û beşdariya gelek kesan bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û gihîştina mafê tenduristiyê li ber Wezareta Dadê çalakiya nobedê ya bêdem dan destpêkirin. Parlamenterên DEM Partiyê û gelek kes jî ji bo piştgiriyê tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta navê girtiyên nexweş li ser bû û li ser, “Em ê deriyên zindanê bi berxwedanê vêbikin” dinivisî hat vekirin. Her wiha girseyê bênavber dirûşmeyên, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Ji girtiyên nexweş re azadî” berz kir.

‘Heta girtiyên nexweş bên berdan çalakiya me dê bidome’

Hevberdevkê TUAY-DERa Enqereyê Şîrîn Altay bi lêv kir ew ji bo êdî di girtîgehan de girtî jiyana xwe ji dest nedin dest bi çalakiyê kirinê û wiha axivî: “Tevî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî hê li girtîgehan girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin û berdana wan tê asteng kirin. Em ji bo dengê xwe bigihînin berpirsan li vir dest bi çalakiyê dikin. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. Heta girtiyên nexweş bên berdan çalakiya me dê bidome.”

‘Êdî tahamula me nemayê’

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mersînê Alî Bozan jî destnîşan kir ku bernedana girtiyên nexweş baweriya ji bo pêvajoyê dişkînê û wiha got: “Em ji bo pêvajoyê têdikoşin.Em ji bo kes êdî nemirê têdikoşin. Lê hê jî li girtî jiyana xwe ji dest didin. Êdî tahamula me nemayê. Hê hefteyê borî girtiyê nexweş Tuncer Sağlam jiyana xwe ji dest da. Baweriya civakê ji bo vê rewşe kêm bû ye. Em ji bo girtiyên nexweş dest bi çalakiya nobeda bê dem dikin. Em li vir bang li Wezareta Dadê û saziyên dewletê dikin ku li gor pêvajoyê tevbigerin û girtiyên nexweş berdin.”

‘Dayikên Kurd hê jî digirîn’

Dayika girtiya nexweş Newroz Bozkurt ku nexweş,ua Losemiya kronîkê lê peyda bûye û li nexweşxaneyê tê derman kirin û rewşa wê xeternek e, Sultan Bozkurt jî diyar kir ku ew ji ber nexweşiya keça xwe ji Stenbolê hatiye û wiha axivî: “Hê jî min nekariye keça xwe bibînim. Ne nexweşxaneye, ew der jî girtîgeh e. Ez Enqereyê baş nizanim. Heke min baş bizaniba ez ê peya biçûma wir. Divê ew nobed ji berê ve bihata dest pê kirin. Bi vê pêvajoyê re me got êdî dayik nagirîn. Lê dayikên Kurd hê jî digirîn. Tu ferqa hêsirê çavê dayikan tune ye. Divê êdî dayik negirîn û ji bo wê ez li vir careke din bang li saziyên dewletê dikim ku girtiyên nexweş demildest berdin.”

‘Mafê tenduristiyê mafekî bingehîn e’

Hevjinê girtiya nexweş Evîn Zapsûyê ku teşhîsa penceşêrê merheleya 4an lê hatibû danîn Mecîd Zapsû jî destnîşan kir ku ew ji bo dengê xwe bigihînin saziyên pêwendîdar dest bi çalakiya nobedê dikin û wiha got: “Em ji bo Wezareta Dadê peywîra xwe bi cih bîne li vir in. Mafê tenduristiyê mafekî bingehîn e. Lê ji ber ku ew maf tê binpêkirin îro girtî bi gelek nexweşiyan re rû bi rû dimînin. Hevjina min Evîn jî li girtîgehê nexweş bû û ji ber ku tedawiyeke baş nehat kirin rewşa wê giran bû. Heta girtiyên nexweş werin berdan em ê çalakiya xwe bidomînin.”

Piştî axaftinan girseyê li vir dest bi nobedê kir. Piştî demekê polîsan xwest mudaxileyî çalakiyê bike. Li ser vê yekê girseyê bertek nîşan da û di bin dorpêça polîsan de çalakiya xwe didomîne. Hate gotin ku dê nobed sibê jî li heman cihî berdewam bike.

Etîket: Ankaragirtiyênnexweş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • 89 sal derbas bû, çima cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Tayîp Temel: Di demek nêz de rojnameger dê bikarin bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dikandar û karkerên li Stenbolê ji rewşa aboriyê bi gilî û gazinc in

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê biparêzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du xwişk û sozek: Ji bo Kurdistanê têkoşiyan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Avahiyên ji serdema Ûrisan mane Qersê dixemilînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Qersê amadekariya zivistanê ku 7 mehan diajo tê kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne