• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
17 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    PJAK: Rejîma Îranê li Kamyaranê endamekî me revand

    PJAK: Rejîma Îranê bi dronên xwekuj êrişî herêma Pênciwênê kir

    Ji bo girtiya nexweş Newroz Bozkurt kampanyaya tagê hat destpêkirin

    Ji bo girtiya nexweş Newroz Bozkurt kampanyaya tagê hat destpêkirin

    Mirovên Şemiyê serdana Koma DEM Partiyê kir

    Mirovên Şemiyê serdana Koma DEM Partiyê kir

    Ji bo girtiyên nexweş çalakiya nobedê hat destpêkirin: Heta girtî neyên berdan em li vir in

    Çalakiya rûniştinê ya ji bo girtiyên nexweş dê sibê bidome

    Ji bo girtiyên nexweş çalakiya nobedê hat destpêkirin: Heta girtî neyên berdan em li vir in

    Ji bo girtiyên nexweş çalakiya nobedê hat destpêkirin: Heta girtî neyên berdan em li vir in

    Jinan li ber dadgehê daxwaza edaletê kir

    Jinan li ber dadgehê daxwaza edaletê kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Di salvegera qetilkirina lawê xwe de daxwaza edaletê dike

Galîp Kirmizigul / AW

17 MIJDAR 2026 - 09:16
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Colemêrg – Zubeyda Geylanî di salvegera qetilkirina kurê xwe Abdulhaluk Geylanî de ku di 15ê Mijdara 2005an de di dema şermezarkirina bûyerên Şemzînanê yên li Geverê de ji aliyê hêzên polîsan ve hatibû kuştin, anî ziman ku 21 sal in kujerên kurê wê nehatine darizandin û banga edaletê kir.

Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê di 9ê Mijdara sala 2005an de piştî erişa hêzên dewletê ya li ser Pirtûkxaneya Umutê hemû gelê herêma Colemêrgê rabû ser pêyan û bertek nîşanî şerê taybet û provakasyonên li ser navê dewletê dihatin kirin, da. Welatiyên Geverê jî bi rojan daketin qadan û li dijî şerê taybet bertekên xwe anîn ziman. Di Mijdara sala 2005an de di encama êrişa polîsan de ciwanê 21 salî Abdulhaluk Geylanî hate kuştin. Birayê Abdulhalûk Geylanî yê bi navê Kaya Geylanî (Cîlo Gever) jî ku endamê Tevgera Azadiya Kurdistanê bû di nava têkoşîna gerîla de jiyana xwe ji dest daye.

Dayik her du cangoriyan Zubeyda Geylanî di salvegera kuştina lawê xwe Abdulhaluk Geylanî de da zanîn ku 21 sal bi ser bûyerê re derbas bûye, lê hê jî kujer nehatine darizandin.

Zubeyde Geylanî

‘We çima kurê min kuşt?’

Zubeyda Geylanî diyar kir ku kurê wê karkerê siwaxê yê înşeatê bû û bi êrişa polîsan hate kuştin. Zubeyde Geylanî da zanîn ku Abdulhalûk wê rojê jî li ser înşeatê dixebitî û wiha got: “Dema hatî kuştin jî cilên kar li ser wî bûn. Haya wî ji tiştekî tune bû. Xeberek ji bo me hat ku li Geverê birîndar bûye. Hevalên wî bi wesayîta xwe biribûn nexweşxanê, lê di rê de gelek gîro kiribûn ji ber ku ambulans nehatibû. Cenazeyê Haluk biribûn nexweşxaneya Wanê, me li wir stand. Haluk yekî bêguneh û feqîr bû; ne nav şer de bû, ne jî kêr û çeka wî hebû, ne heqê wan bû ku kurê min bikujin. Dema me cenazeyê xwe stand heqeret li me jî kirin. Êşek gelek giran e ku lawê mirov ji ber çavê mirov sax biçe û mirî vegere. Em gelek êşiyan û ji ber vê êşê ketin. We çima kurê me yê bêguneh kuşt?”

‘Em man bi êşa xwe re’

Zubeyda Geylanî da zanîn ku piştî kuştina Abdulhalûk ew bî êşa xwe re tenê mane û çi lêpirsîn li ser bûyerê û kujeran nehatiye destpê kirin. Zubeyde Geylanî destnîşan kir ku ne dadgeh vebû ne jî kesek hate darizandin û wiha pê de çû: “Me newêra em deng bikin û em manê bi êş û kula xwe re. Dewletê ne got ku wan çawa û ji bo çi kuşt. Em dê her li du vê dozê bin heta eşkere bibe. Zarokên me kuştin, em mafê zarokên xwe dixwazin.”

‘Heke hûn biratiyê bixwazin divê hûn mafên me nas bikin’

Zubeyda Geylanî ku du zarokên xwe di vê şerê 50 salan de ji bo aştiyê û edaletê winda kiriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em silhê dixwazin û em dixwazin êdî azad bibin. Em ji ber zarokên xwe gelek êşiyan; em dixwazin êdî ev êş nekeve nav me de. Dibêjin ‘Kurd birayên me ne’ heke hûn biratiyê bixwazin divê hûn heq û mafê me nas bikin; hê jî hewsiyên me di zindanê de ne. Ev ne biratî ye. Ez dixwazim deriyê heps û zindanan vebe. Heke hûn biratiyê bixwazin divê hûn destê me bigirin û azadiyê pêş bixin.”

Kaya Geylanî û Abdulhaluk Geylanî
Etîket: Abdulhaluk Geylanî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Daxwaza darizandina kujeran û dîtina windayan kirin

Daxwaza darizandina kujeran û dîtina windayan kirin

14 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • 89 sal derbas bû, çima cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Tayîp Temel: Di demek nêz de rojnameger dê bikarin bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dikandar û karkerên li Stenbolê ji rewşa aboriyê bi gilî û gazinc in

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê biparêzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du xwişk û sozek: Ji bo Kurdistanê têkoşiyan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Avahiyên ji serdema Ûrisan mane Qersê dixemilînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Qersê amadekariya zivistanê ku 7 mehan diajo tê kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne