• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
17 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    PJAK: Rejîma Îranê li Kamyaranê endamekî me revand

    PJAK: Rejîma Îranê bi dronên xwekuj êrişî herêma Pênciwênê kir

    Ji bo girtiya nexweş Newroz Bozkurt kampanyaya tagê hat destpêkirin

    Ji bo girtiya nexweş Newroz Bozkurt kampanyaya tagê hat destpêkirin

    Mirovên Şemiyê serdana Koma DEM Partiyê kir

    Mirovên Şemiyê serdana Koma DEM Partiyê kir

    Ji bo girtiyên nexweş çalakiya nobedê hat destpêkirin: Heta girtî neyên berdan em li vir in

    Çalakiya rûniştinê ya ji bo girtiyên nexweş dê sibê bidome

    Ji bo girtiyên nexweş çalakiya nobedê hat destpêkirin: Heta girtî neyên berdan em li vir in

    Ji bo girtiyên nexweş çalakiya nobedê hat destpêkirin: Heta girtî neyên berdan em li vir in

    Jinan li ber dadgehê daxwaza edaletê kir

    Jinan li ber dadgehê daxwaza edaletê kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    PJAK: Rejîma Îranê li Kamyaranê endamekî me revand

    PJAK: Rejîma Îranê bi dronên xwekuj êrişî herêma Pênciwênê kir

    Ji bo girtiya nexweş Newroz Bozkurt kampanyaya tagê hat destpêkirin

    Ji bo girtiya nexweş Newroz Bozkurt kampanyaya tagê hat destpêkirin

    Mirovên Şemiyê serdana Koma DEM Partiyê kir

    Mirovên Şemiyê serdana Koma DEM Partiyê kir

    Ji bo girtiyên nexweş çalakiya nobedê hat destpêkirin: Heta girtî neyên berdan em li vir in

    Çalakiya rûniştinê ya ji bo girtiyên nexweş dê sibê bidome

    Ji bo girtiyên nexweş çalakiya nobedê hat destpêkirin: Heta girtî neyên berdan em li vir in

    Ji bo girtiyên nexweş çalakiya nobedê hat destpêkirin: Heta girtî neyên berdan em li vir in

    Jinan li ber dadgehê daxwaza edaletê kir

    Jinan li ber dadgehê daxwaza edaletê kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Civaknas Kaya: Komara Demokratîk dikare bibe dirûşma hevpar a têkoşîna bindestan

Mahmût Altintaş / AW

17 MIJDAR 2026 - 09:04
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Civaknas Doç. Dr. Muzaffer Kaya bi lêv kir ku aştî bi têkoşîna hevpar dikare civakî bibe û wiha got: “Ji bo komar bêtir demokratik bibe û hemû netew û bawerî tev li qanûnan bibin, Komara Demokratîk mexdûrên cuda cuda dikare bînê cem hev û têkoşîna wan hevpar bike. Ji bo wê jî komara demokratik dikare bibe dirûşma hevpar.”

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibata 2025an destpêkir li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek guherînên civakî û siyasî bi xwe re anî. Piştî têkçûyina pêvajoya çareseriyê ya 2013an dewletê plana “Çok danînê” xist meriyetê û ji ber vê plana çokdanînê di siyaseta Tirkiye yê de gotin û kiryarên nîjadperest derketin pêş. Desthilatê bi rêya medyayê di nav civakê de nîjadperestî li dijî gelê Kurd û têkoşîna azadiyê pêşxist û di encama van polîtikayên dewletê de di navbera civakê de nakokî kûrtir kirin û dijminatiya gelan a bi hev re mezin bû.

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji ber encamnegirtina “Plana çok danînê” û berxwedana gelê Kurd careke din destpêkir hem di warê siyasî de û hem jî di warê civakî de gelek guherîn jî bi xwe re anî. Ji aliyekî vê hem di civaka Kurd de û hem jî di civaka Tirk de kesên nîjadperest/netewpereset li dijî pêvajoyê bi heman hişmendiyê û argumanên cuda bertekan tînin ziman û ji aliyê din ve jî bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ve nîjadperestiya li dijî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê jî her ku diçe kêm dibe. Civaknas Doç. Dr. Muzaffer Kaya tekildarî guherînên kodên civakî bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re û civakî kirina aştiyê ji Ajansa me re axivî.

Doç. Dr. Muzaffer Kaya

‘Yên ku netewperestiya Tirk û Kurdan dikin dijberî pêvajoyê ye’

Civaknas Muzaffer Kaya bi lêv kir ku bi destpêkirina pêvajoyê re ji du aliyan ve bertek li dijî pêvajoyê hene û wiha axivî: “Ya ku her du bertekan dike yek netewperestiye. Aliyek li ser netewperestiya Kurd û aliyek jî li ser netewperestiya Tirk bertek nişan didin. Lê dema em li ser van lêkolînan dikin taybet netewperestên Kurd ji xwe re qadek û pozîsyoneke digirin. Her wiha ew kes piranî ji çîna navîn pêk tên. Jixwe netewperestî piranî di çîna navîn de derdikevê holê. Bertekeke bi tenduristî nîne. Ji ber ku di erdnîgariyeke ku di nava şer û qeyranan de ye pêşiya çareseriyê digirê. Ji aliyê din ve jî neteweperestên Tirk di paşverûyeke pir kûr de ne. Di paş Mustafa Kemal de ne. Em nikarin wan weke Kemalist jî bi nav bikin. Yanî dibêjin em ne ‘Tirkiyeyî’ ne lê Tirk in. Mustafa Kemal netewperestiyeke li ser welat pêşxistibû lê ya wan li ser netew e. Di vir de jî dîsa pirsgirêka çîna navîn heye. Ew jî di çîna navîn de ne û naxwazin bi Kurd û netewên din re wekhev bijîn. Her çiqas xwe weke antî AKPê bi nav bikin jî helwesta wan kerî AKPê tê.

‘Di nava civakê de tu bandora wan tune ye’

Muzaffer Kaya di ber dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku li gorî lêkolînên ku ew li ser civakê dikin, di nava civakê de netewperesetiyeke wisa xurt tune ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mixabin di nava civakê de tu bandora van kesan tune ye. Li gorî lêkolînên ku em dikin tenê li ser medyaya civakî xurt in. Lê di nava civakê de tu bandora wan tune ye û haya civakê ji wan nîne û haya wan jî ji civakê nîne. Civak zêdetir ketiyê xema debara xwe. Yanî ez van dorhêlan wekî; herîkîna nû ango akimekê ku haya wan ji pêdivî û hewcedariyên civakê nîne pênase dikim.”

‘Aştî jî bi têkoşîna hevpar dikarê civakî bibe’

Muzaffer Kaya bal kişand ser nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku gotibû, ‘Ew pêvajo pêvajoya hemû bindestan/derveyî qanûnên mayî (Gadre uğramışlar)’ û wiha pê dê çû: “Tevgera Kurd pêvajoyê weke pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pênase dike. Ocalan di nirxandinên dawî de jî dibêje; “Entegrasyona Demokratîk û Komara Demokratîk.” Komarê gelek netew mexdur kirin. Kêmaniyeke biçûk ji komarê sûd girt. Lê di serî de Kurd û gelek netew û bawerî, kedkar û jin rastî binpêkirinên mafan û bişaftinê hatin. Ji bo wê jî ji bo Komar ji nû ve bi awayekî demokratik bê ava kirin têkoşînek tê dayin. Ji bo Tevgera Kurd jî armanca pêvajoyê ew e ku Komareke Demokratîk bê ava kirin. Komareke Demokratîk jî bi têkoşîna kesên rastî cihekariyê hatinê û tune hatine hesibandin ve dikarê pêk were. Ji bo wê Tevgera Kurd çarçoveyeke şênber nîşan dide. Dixwaze bi hemû bindestan ve Tirkiye yê Demokratîk bike. Ne Tevgereke Netewperest û hişk lê tevgereke ji bo azadî û demokrasiya hemû gelan têdikoşê. Li gor min li ser nakokiyên Tirkiye yê hevkariyeke bi vî rengî dikarê pêk were. Li ser vê mijarê di serî de têkoşîna azadiya jinê heye. Di vir de jî di navbera Tevgera Kurd û Tevgera Jinên Tirkiyeyê de tekiliyeke xurt heye. Divê heman tekilî ji bo kedê û xwezayê jî bê pêşxistin. Ew dikarin têkoşîneke hevpar ava bikin û me bînin cem hev. Tirkiye bû ye goristana karkeran û kedxwariyeke pir mezin heye. Karker jî piranî Kurd in. Ji bo wê jî Tevgera Kurd dikare li ser têkoşîna kedê bi Tevgerên Tirkiye yê re têkoşîneke hevpar bide meşandin. Aştî jî bi têkoşîna hevpar dikarê civakî bibe.”

‘Tevgera Kurd û tevgera sosyalîstan dikare têkoşînek hevpar bike’

Muzaffer Kaya anî ziman ku Tevgera Kurd û Tevgera Sosyalîstên Tirkiyeyê li ser zemînekê têkoşîna li dijî faşizme û têkoşîneke hevpar bidin meşandin û axaftina xwe wiha domand: “Tevgera Kurd bi guherîna paradîgmayê û fikra Komara Demokratîk û Entegrasyona Demokratîk ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiyê pêşxistin ve Sosyalîzmeke nû pêşkeş dike û ji vê re jî dibêje Komînalîzm. Divê li ser Sosyalizmê nirxandin û nîqaşên bi vî rengî werin kirin. Lê divê di çarçoveya rêhevaltiyê de bên kirin û nebe sedema astengiya li pêşiya têkoşîneke hevpar. Em di bin heman faşizme de dijîn. Ji bo wê divê ew nîqaş me cuda neke. Divê em li hemberî hev bi rêz bin û bi nîqaşan têkoşîna hevpar xurt bikin. Divê em li dijî faşizme bibin yek.”

‘Komara demokratik dikare bibe dirûşma hevpar’

Muzaffer Kaya di dawiya axavtina xwe de diyar kir ku modela entegrasyona demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve ji bo çareseriya pirsgirêkan hatiyê pêşxistin dikare ji pirsgirêkên ji ber pergala netew-dewletê re çareseriyê peyda bike û ev yek anî ziman: “Di çerçoveya projeya Entegrasyona Demokratîk de heke em têkoşîneke hevpar bikarin pêşbixin dê qada desthilatdariyê jî teng bike. Ji bo komar bêhtir demokratik bibe û hemû netew û bawerî tevlî qanûnan bibin, Komara Demokratîk mexdurên cuda cuda dikare bînê cem hev û têkoşîna wan hevpar bike. Ji bo wê jî komara demokratik dikare bibe dirûşma hevpar.”

Etîket: civaknas Muzaffer KayaKomara Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tuncer Bakirhan: Em ê Komara Demokratîk bi hev re ava bikin

Tuncer Bakirhan: Em ê Komara Demokratîk bi hev re ava bikin

26 HEZÎRAN 2026
Dosye – 4: Yên li derveyî komarê hatine hiştin  Qirkirin, înkar û bişaftin: Çi bi serê Sûryaniyên li vî welatî hat?

Dosye – 4: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
Qirkirin, înkar û bişaftin: Çi bi serê Sûryaniyên li vî welatî hat?

25 HEZÎRAN 2026
Dosye – 2: Yên li derveyî komarê hatine hiştin Ji sirgûniyê ber bi tunekirinê ve: Dijminatiya Komarê ya li dijî Çerkezan

Dosye – 2: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
Ji sirgûniyê ber bi tunekirinê ve: Dijminatiya Komarê ya li dijî Çerkezan

23 HEZÎRAN 2026
Dosye 1: Yên li derveyî komarê hatine hiştin  Bindestê bindestan li cîhanê bêwelat in: Komarê ji Romanan re çi kir?

Dosye 1: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
Bindestê bindestan li cîhanê bêwelat in: Komarê ji Romanan re çi kir?

22 HEZÎRAN 2026
‘Divê di komara demokratîk de jî jin xwedî li mafê xwe derbikevin’

‘Divê di komara demokratîk de jî jin xwedî li mafê xwe derbikevin’

14 HEZÎRAN 2026
‘Komara Demokratîk ji bilî parastina xwezayê ne pêkan e’

‘Komara Demokratîk ji bilî parastina xwezayê ne pêkan e’

14 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • 89 sal derbas bû, çima cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Tayîp Temel: Di demek nêz de rojnameger dê bikarin bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dikandar û karkerên li Stenbolê ji rewşa aboriyê bi gilî û gazinc in

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê biparêzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du xwişk û sozek: Ji bo Kurdistanê têkoşiyan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Avahiyên ji serdema Ûrisan mane Qersê dixemilînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Qersê amadekariya zivistanê ku 7 mehan diajo tê kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne