Polîsan vê şeveqê bi ser Sozcu TVyê de girt û qeyim tayînî ser TVyê hate kirin.
Polîsan vê şeveqê bi ser avahiya Sozcu TVyê ya li Stenbolê de girt. Her wiha polîsan avêt ser malên rêveberên TVyê jî. Çend rêveberên TVyê hatin binçavkirin û polîs li avahiya televîzyonê lêgerînê pêk tînin. Fona Sîgortiya Mevduatê ya Tasarrufê (TMSF) ragihand ku qeyim tayînî ser televîzyonê hatiye kirin.
Li avahiya televîzyonê lêgerîna polîsan didome.









