• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
15 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Amed û Xarpêtê Seyîd Riza hat bîranîn

    Li Amed û Xarpêtê Seyîd Riza hat bîranîn

    Mehmet Bagriyanik piştî 30 sal û 8 mehan ji girtîgehê derket

    Mehmet Bagriyanik piştî 30 sal û 8 mehan ji girtîgehê derket

    Daxwaza darizandina kujeran û dîtina windayan kirin

    Daxwaza darizandina kujeran û dîtina windayan kirin

    Li Amedê ‘NASA Space Apps Challenge’ dest pê kir

    Li Amedê ‘NASA Space Apps Challenge’ dest pê kir

    Dayikên Şemiyê: Ev 33 sal in em li pey heqîqetê ne

    Dayikên Şemiyê: Ev 33 sal in em li pey heqîqetê ne

    Li metropolan têkoşîna ziman: Di medyaya dîjîtal de xwedî li Kirmanckî derdikeve

    Li metropolan têkoşîna ziman: Di medyaya dîjîtal de xwedî li Kirmanckî derdikeve

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Amed -Xarpêt / AW

14 MIJDAR 2026 - 18:30
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Seyîd Riza û hevalên wî di 89emîn salvegera darvekirina xwe de li Amed û Xarpêtê hatin bîranîn. DI bîranînan de hate xwestin ku arşîvên dewletê bên vekirin û cihên gorên winda bên eşkerekirin

Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê û Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD), bi boneya 89emîn salvegera darvekirina Seyîd Riza û rêhevalên wî çalakiya bîranînê li dar xistin. Bîranîn li salona Konferansê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk hat. Gelek welatî, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tev li bîranînê bun.

‘Nîşaneya trajediya dîrokî û tundiya dewletê ye’

Di ser navê Komeleya Pîr Sultan Abdal Vecî Aydogan di bîranînê de axivî û diyar kir ku ew ji bo rûbirûbûnê û daxwaza edaletê hatine ba hev. Aydogan 15ê Mijdara 1937an wekî dîrokeke reş a ku di bîra gelê Dêrsimê de hatiye kolandin nirxand û wiha got: “Darvekirina Seyîd Riza û rêhevalên wî ne tenê dawîanîna li jiyana çend mirovan bû; yek ji mînakên herî biêş ên polîtîkayên li dijî nasname, bawerî, çand û îradeya gelekî bû. Dema Seyîd Riza û rêhevalên wî dibirin ber sêdarê, ne tenê bi jiyana xwe re bi rûmet, nasname û pêşeroja gelekî re jî rû bi rû diman. Kurê wî jî di nava qurbaniyên heman biryara darvekirinê de bû. Seyîd Riza li dijî darvekirina kurê xwe ya berî xwe derket û xwest ku pêşî ew bê darvekirin. Ev daxwaz ne tenê hesteke bavekî ya parastina zarokê xwe bû; ev nîşaneya trajediya dîrokî ya ku tundiya dewletê ya pêşeng, nifş û pêşeroja gelekî dikir hedef bû.”

Daxwaza rûbirûbûna bi komkujiyan re û heqîqet

Aydogan di berdewamiya axaftina xwe de komkujiyên Koçgirî, Zîlan, Agirî, Şêx Seîd, Mereş, Çorum, Sêwaz, Gazî, Pirsûs, 10ê Cotmehê ya Gara Enqereyê û Roboskiyê jî bi bîr xistin û destnîşan kir ku bi tu yek ji van komkujiyan re rûbirûbûneke rastîn nehatiye kirin û nehatine ronîkirin.

Di çalakiya bîranînê de ji bo ku dewlet bi rabirdûya xwe re rû bi rû bimîne ev daxwaz hatin rêzkirin: 

Divê hemû arşîvên dewletê, belge û tomarên fermî yên der barê Dêrsimê de ji raya giştî re bên vekirin. 

Divê cihên gorên kesên li Dêrsimê hatine darvekirin û di komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane bên tespîtkirin, gorên winda bên dîtin û radestî malbatên wan bên kirin.

Divê aqûbeta keçên winda yên Dêrsimê bê ronîkirin; çîrokên zarokên keç ên ku bi zorê ji malbatên wan hatine qetandin û nasnameya wan ji destê wan hatiye girtin bên lêkolînkirin.

Divê lêgerîna heqîqet û edaletê ya xizmên windayan a ku bi salan e didome bêbersiv neyê hiştin. Ji bo lêkolînkirina aliyên dîrokî û hiqûqî yên bûyerên li Dêrsimê qewimîne, divê mekanîzmayeke serbixwe ya rûbirûbûn û heqîqetê bê avakirin. 

Divê cihên gorên Seyîd Riza û rêhevalên wî bên eşkerekirin û daxwazên malbat û civakê yên di vî warî de bên bicihanîn.”

Di berdewamiya bîranînê Sînevizyon hat temaşekirin. Piştî sinevizyonê bîranîn bi stranan re dawî bû.

Xarpêt

Rêxistina DEM Partiyê ya Xarpêtê bi boneya 89emîn salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî li panelek li dar xist. Li salona ku panel lê hate lidarxistin pankarta, “Di 89emîn salvegerê de bila cihê gorên Seyîd Riza û windayên me yên bêkefen were eşkerekirin” hate daliqandin. Moderatorîya panelê ji aliyê Hevberdevka Komîsyona Gelan û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu ve hate kirin. Siyasetmedar Gultan Kişanak, Mustafa Aslan li ser navê Federasyona Elewî-Bektaşiyan û dîroknas-nivîskar Yalçin Çakmak jî wekî axaftvan di panelê de cih girtin. Nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl, neviyên Seyîd Riza û gelek kes tev li panelê bûn. Panel pêşî bi pêxistina çirayan û belavkirina loqmeyan, piştre jî bi rêzgirtina ji bo bîranîna qurbaniyên Terteleya Dêrsimê dest pê kir.

‘Seyîd Riza edalet xwest, dewletê gundê wî şewitand û dest bi qirkirinê kir’

Yuksel Mutlu da zanîn ku Terteleya Dêrsimê ne tenê komkujiyek e, armanca wê tunekirina gelekî bi tevahî bû û got:“ Seyîd Riza sembola berxwedaneke mezin e.”

Dîroknas Yalçin Çakmak jî bal kişand ser wê yekê ku siyaseta Osmaniyan a li dijî Dêrsimê di dewleta komarê de jî berdewam kiriye. Yalçin Çakmak diyar kir ku di raporan de Seyîd Riza hatiye hedefgirtin û wiha axivî: “Seyîd Riza serî hilneda, leşker nekuştin; di sala 1933yan de kurê wî Bava hate kuştin. Dema ku Seyîd Riza edalet xwest, dewletê gundê wî şewitand û dest bi qirkirinê kir.”

‘Daxwaza me ya herî sereke eşkerekirina cihê goran e’

Gultan Kişanak jî îfade kir ku darizandina Seyîd Riza û Şêx Seîd ne hiqûqî bû, siyasî bû û hê jî nayê zanîn ku li kîjan dadgehê hatine darizandin û got: “Heta ku mafê welatîbûna wekhev nebe, neheqî berdewam dike. Di dema Pêvajoya Aştiyê de mijara herî girîng heqîqet û xwestina lêborînê ye. Daxwaza me ya herî sereke eşkerekirina cihê goran e. Eger dewlet bi heqîqetê re rû bi rû nebe û lêborînê nexwaze, ev tê wê wateyê ku eger dîsa derfetê bibîne, dê dîsa bike.”

Di dawiyê de Mustafa Aslan axivî û da zanîn ku siyaseta kîn û nefretê ya li dijî elewiyan hê jî berdewam dike û got: “Divê em li mîrasa Seyîd Rizayan xwedî derkevin. Reva ji têkoşîna rêxistinkirî ne çareserî ye. Heta ku em li nasname û baweriya xwe xwedî dernekevin, dewlet dê ji bîr neke ku em elewî ne.”

Panel piştre bi pirs û bersivan bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Stenbolê şahiya ciwanan hate lidarxistin

Li Stenbolê şahiya ciwanan hate lidarxistin

14 MIJDAR 2026
Dadgehê cezayê Hevşaredarê Colemêrgê Akiş erê kir

Dadgehê cezayê Hevşaredarê Colemêrgê Akiş erê kir

14 MIJDAR 2026
Li Antalyayê meşa li dijî COP31ê: Şer sûcê ekolojiyê ye

Li Antalyayê meşa li dijî COP31ê: Şer sûcê ekolojiyê ye

14 MIJDAR 2026
Jinan li Sêrtê starda çalakiyên 25ê Mijdarê da

Jinan li Sêrtê starda çalakiyên 25ê Mijdarê da

14 MIJDAR 2026
Mehmet Bagriyanik piştî 30 sal û 8 mehan ji girtîgehê derket

Mehmet Bagriyanik piştî 30 sal û 8 mehan ji girtîgehê derket

14 MIJDAR 2026
Daxwaza darizandina kujeran û dîtina windayan kirin

Daxwaza darizandina kujeran û dîtina windayan kirin

14 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • 89 sal derbas bû, çima cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Tayîp Temel: Di demek nêz de rojnameger dê bikarin bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Helbestvan Mueyed Teyîb: Rewşenbîr dikarin hişmendiya aştiyê ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê biparêzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du xwişk û sozek: Ji bo Kurdistanê têkoşiyan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Avahiyên ji serdema Ûrisan mane Qersê dixemilînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dikandar û karkerên li Stenbolê ji rewşa aboriyê bi gilî û gazinc in

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ROJEVA 9ê MIJDARA 2026an

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne