Dadgeha Îstînafê ya Wanê cezayê 19 sal û 6 meh ku li Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hatibû birîn erê kir. Di heman dozê de cezayên girtiyên din jî hatin erêkirin.
Dadgeha Îstînafê ya Wanê cezaya 19 sal û 6 meh a bi îdiaya “rêveberê rêxistinê” li ser Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ê ku bi biryara Wezareta Navxweyî ji erka xwe hatibû girtin û qeyûm şandibû şûna wî erê kir. Dadgehê biryar da ku girtina Akiş bidome. Di heman dozê de cezayên 8 sal û 6 meh ên bi îdiaya “endamê rêxistinê” li Îzzet Belge, Hifzullah Kansu, Kadriye Îlbaş, Mîkaîl Atan, Seyhan Şahîn û Faruk Yildiz hatibûn birîn û cezayên 6 sal û 3 meh ên li Tahîr Koç, Hûsna Sagin û Hamdiye Çîftçî Oksuz hatibûn birîn jî ji aliyê îstinafê ve hatin erêkirin.













