Xizmên Windayan û şaxên ÎHDê bi daxwaza “Bila winda werin dîtin, kujer bên darizandin’ li Amed, Colemêrg û Êlihê çalakî li dar xistin û aqûbeta Mahmût Dogan, Îslam Bartin, Abdulhaluk Geylanî û Nîhat Aydogan pirsîn.
Vê hefteyê jî Xizmên Windayan û şaxên ÎHDê bi daxwaza “Bila winda werin dîtin, kujer bên darizandin’ li Amed, Colemêrg û Êlihê çalakî li dar xistin û aqûbeta Mahmût Dogan, Îslam Bartin, Abdulhaluk Geylanî û Nîhat Aydogan pirsîn û xwestin kujer werin darizandin û cezakirin.
Amed

Xizmên Windayan û Şaxa ÎHDê ya Amedê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di hefteya 927emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê ya Amedê berdewam kir. Parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên saziyên civakî û xizmên windayan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin.
Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mahmût Dogan ê ku di 27ê Mijdara 1993yan de winda bûbû û cenazeyê wî di sala 1995an de li gundê Xeraba Sitîlî yê Qerejdaxê hatibû dîtin, pirsîn. Çîroka Mahmût Dogan ji aliyê Rêveberê ÎHDê Yahya Polat ve hat xwendin.
Piştre Serokê Şaxa ÎHDê ya Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku dîtin û eşkerekirina cenazeyan windayan ji bo pêşketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gelekî girîng e û wiha axivî: “Bi salan e em pirsa bûyerên windakirinên bi darê zorê û kuştinên kiryar nediyar dikin. Sibe roja bîranîna Seyîd Riza ye. Seyîd Riza û hevalên wî hatin darvekirin, cenazeyên wan ji aliyê dewletê ve hatin windakirin. Serokomar Recep Tayyîp Erdogan axaftineke gelekî bi hêvî kiribû, lêborîn xwestibû û soz dabû ku cihê gorên wan werin eşkerekirin. Lê belê di nav deh salên ku derbas bûn de me dît soza dayî nehatiye bi cih anîn. Bila neyê jibîrkirin ku wê bi kuştinên kiryar nediyar re rûbirûbûn çêbe.”
Piştî axaftina Ercan Yilmaz daxuyanî bi deqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî.
Colemêrg

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û Xizmên Windayan çalakiya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin.” di hefteya 253yan de li Kolana Hunerê ya Geverê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îslam Bartin û Abdulhaluk Geylanî ku 9-15ê mijdara sala 2005an de li navenda Geverê ji aliyê polêsan ve hatibûn kuştin hate pirsîn.
Daxuyanî ji aliyê hevseroka ÎHDê ya Colemêrgê Sîbel Çapraz ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev 21 sal e kujerên Îslam Bartin û Abdulhaluk Geylanî nehatine darizandin.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Êlih

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê di hefteya 763yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bêne darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Nîhat Aydogan ê ku di Mijdara 1994an de li gundê Mizîzex ê navçeya Midyatê ya Mêrdînê ji hêla cendermeyan ve hatibû revandin û ji wê roj ve tu agahî jê nehatiye girtin pirsîn.
Rêveber û endamên ÎHDê, xizmên windayan û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Girseyê di çalakiyê de wêneyên kesên ku di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin hildan. Çîroka windakirina Nîhat Aydogan ji hêla Rêveberê ÎHDê ya Êlihê Zana Yucel Bozkûrt ve hate xwendin.
Daxuyanî bi deqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.





















