• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
15 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Amed û Xarpêtê Seyîd Riza hat bîranîn

    Li Amed û Xarpêtê Seyîd Riza hat bîranîn

    Mehmet Bagriyanik piştî 30 sal û 8 mehan ji girtîgehê derket

    Mehmet Bagriyanik piştî 30 sal û 8 mehan ji girtîgehê derket

    Daxwaza darizandina kujeran û dîtina windayan kirin

    Daxwaza darizandina kujeran û dîtina windayan kirin

    Li Amedê ‘NASA Space Apps Challenge’ dest pê kir

    Li Amedê ‘NASA Space Apps Challenge’ dest pê kir

    Dayikên Şemiyê: Ev 33 sal in em li pey heqîqetê ne

    Dayikên Şemiyê: Ev 33 sal in em li pey heqîqetê ne

    Li metropolan têkoşîna ziman: Di medyaya dîjîtal de xwedî li Kirmanckî derdikeve

    Li metropolan têkoşîna ziman: Di medyaya dîjîtal de xwedî li Kirmanckî derdikeve

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Heval Onkol / AW

14 MIJDAR 2026 - 11:15
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed- Bahar Degîrmencî ya ku li Enqereyê karker e bal kişand ser cudahiya li metropolan û xebata xwe ya dîjîtal a ji bo Kirmanckî û wiha got: “Tevî hemû zehmetiyan em dev ji koka xwe bernadin; bila dê û bav zimanê dayikê fêrî zarokên xwe bikin.”

Piştî avakirina Komara Tirkiyeyê, zimanê Kurdî bi awayekî fermî hat qedexekirin. Pergala nû di qadên civakî, perwerde û hînkirinê de cih neda zimanê Kurdî. Ji ber ku perwerde bi zimanê Kurdî nebû, zarokên Kurdan ên ku diçûn dibistanê rastî gelek zehmetiyan hatin. Zarokên Kurdan ên ku bi zimanekî din ê ku nizanibûn û ne zimanê wan ê dayikê bû perwerde didîtin, di nav perwerdeyê de rastî trawmayên giran û zehmetiyan hatin. Ji van zarokan yek jî Bahar Degîrmencî ye. Bahar Degîrmencî ji ber ku di temenê xwe yê biçûk de bi Kirmanckî diaxivî û Tirkî nizanibû, rastî gelek zehmetiyan hat; piştî ku mezin bû û koçî Enqereyê kir jî, rûbirûmayîna bi van pirsgirêkan re berdewam kir.

Ji bo ku zimanê dayikê bijî naverokên Kirmanckî çêkirin

Tevî van hemû pirsgirêkan jî Bahar Degîrmencî ya ku dev ji zimanê xwe berneda, ji bo ku zimanê dayikê bide jiyandin, li ser platformên medyaya civakî yên wekî Instagram û YouTubeê dest bi çêkirina naverokên Kirmanckî kir.

Ji berê ve di medyaya civakî de kêmasiya naverokên Kirmanckî her tim tê dîtin. Kedkara medyaya dîjîtal Bahar Degîrmencî, ji bo ku balê bikişîne ser vê valahiyê û hişmendiya ziman a civakî xurt bike, vîdeyoyên Kirmanckî amade dike û li ser medyaya civakî belav dike.

Li Enqereyê şertên jiyanê li gorî Kurdistanê pir zehmet in

Bahar Degîrmencî diyar kir ku li Enqereyê karkerî û jiyan li gorî Kurdistanê gelekî girantir e û wiha axivî: “Dema kesek ji min dipirse ‘Tu ji ku derê yî?’ û ez dibêjim ‘Ez ji Amedê me’, ji min re dibêjin, ‘Ê tiştek nabe, em hemû mirov in.’ Bi vî awayî dixwazin heqîqet û cudahiya me veşêrin û nasnameya me nehesibînin. Dema dayika min li min digere û ez bi Kirmanckî diaxivim, ji min re dibêjin ‘Tu dîsa ketî qenala duyem.’ Li gorî wan zimanê yekem Tirkî ye. Lê zimanê min ê yekem Kurdî ye. Tevî hemû astengiyan jî em qet dev ji koka xwe û axa xwe bernadin.”

‘Di medyaya civakî de vîdeoyên Kirmanckî pir kêm in’

Bahar Degîrmencî diyar kir ku ev mehek e dest bi kişandina van vîdeyoyên Kirmanckî kiriye û armanca wê xizmeta gel û zimanê dayikê ye û wiha got: “Di medyaya civakî de ji bo Kirmanckî vîdeyo pir kêm in. Mirov dixwaze bibîne, lê naverokên Kirmanckî tune ne. Navê wê heye lê hundirê wê vala maye. Dema min dest bi vîdeyoyan kir, min dît ku gelê me jê hez dike. Di hin şîroveyan de dibêjin ku nizanin biaxivin lê fêm dikin. Ez jî ji bo ku ev valahî were dagirtin dixebitim.”

‘Divê dê û bav zimanê xwe fêrî zarokan bikin’

Bahar Degîrmencî da zanîn ku berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê malbatan û got ku niha zarokên biçûk bi Tirkî diaxivin. Bahar Degîrmencî bal kişand ser metirsiya windabûna ziman û axaftina xwe wiha domand: “Pêngava yekem zarokên me ne. Niha dê û bav bi Kirmanckî, zarok jî bi Tirkî diaxivin. Divê em ji dê û bavan re bibêjin zimanê xwe fêrî zarokên xwe bikin! Eger em îro xwedî li zimanê xwe dernekevin, zimanê me dê winda bibe. Bêguman medyaya civakî bi tenê têrê nake; divê saziyên me jî çalak bibin, xebat û çalakiyan pêk bînin.”

Ji zarokatiyê heta niha: Êşa bişaftinê

Bahar Degîrmencî li ser zarokatiya xwe û serpêhatiya xwe ya derbarê ziman de got ku wê ji zaroktiya xwe pêde li ser ziman xebitiye û ev tişt gotin: “Dema ez di pola yekem de bûm, min qet Tirkî nizanibû. Mamoste diaxivî, min fêm nedikir û ji ber vê yekê ez digiriyam. Hevala min a ku Tirkî dizanibû rewşa min ji mamoste re îzah kir. Wê demê mamoste hembêza xwe vekir û ez birim poleke din. Min ew roj qet ji bîr nekir û min biryar da ku ez ê ji bo zimanê xwe bixebitim. Birayê min ê ku di zindanê de ye, wî jî her tim piştgirî dida min û digot tu dikarî bikî.”

Bahar Degîrmencî di dawiya axaftina xwe de bang li her kesî kir û wiha got: “Zimanê me xweş e, zimanê me rind e. Bila her kes dest bide hev û xwedî li zimanê xwe derkeve!”

Naverokên ku Bahar Degîrmencî ev 2 meh in çêdike, hûn dikarin bi navê Vengê Welatî li ser Instagramê bi vê lînkê: https://www.instagram.com/filozofkivircik? mdxt=MTNwZjJ6d292MzY0bQ%3D%3D&utm_source=qr

û li ser YouTube jî bi vê lînkê https://www.youtube.com/@vengewelati temaşe bikin.

Etîket: Bahar DegîrmencîZaravayê Kurmancî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

1 COTMEH 2026
Kursa Weqfa Mezopotamyayê ya li ser rastnivîsîna Kurdî sibê dest pê dike

Kursa Weqfa Mezopotamyayê ya li ser rastnivîsîna Kurdî sibê dest pê dike

21 MIJDAR 2025
Weqfa Mezopotamyayê kursa rastnivîsîna Kurdî li dar dixe

Weqfa Mezopotamyayê kursa rastnivîsîna Kurdî li dar dixe

11 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • 89 sal derbas bû, çima cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Tayîp Temel: Di demek nêz de rojnameger dê bikarin bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Helbestvan Mueyed Teyîb: Rewşenbîr dikarin hişmendiya aştiyê ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê biparêzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du xwişk û sozek: Ji bo Kurdistanê têkoşiyan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Avahiyên ji serdema Ûrisan mane Qersê dixemilînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dikandar û karkerên li Stenbolê ji rewşa aboriyê bi gilî û gazinc in

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ROJEVA 9ê MIJDARA 2026an

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne