Colemêrg – Abdurrahman Bartin di salvegera qetilkirina lawê xwe Îslam Bartin de ku di 12ê Mijdara 2005an de di dema şermezarkirina bûyerên Şemzînanê yên li Geverê de di gulebarankirina hêzên dewletê de hatibû kuştin, anî ziman ku dosyeyên 17-18 kesan kirine yek û serî li ÎHDê dane ku hemû bên zelalkirin.
Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê di Mijdara sala 2005an “zarokên baş” yên dewletê li Şemzînan û Geverê pêleke êrişên bombeyî dane destpêkirin û gelek kes kuştin. Gelê Şemzînanê jî li dijî vê yekê rabû ser pêyan û ev raperîn belavî hemû herêmê bû. Ev berxwedana mezin di bîra civakî ya Kurdistanê de ciheke taybet girt û di demeke kurt de li Geverê jî gel rabû ser pêya. Gelê Geverê li dijî şerê taybet û komkujiyan daket qadan, lê bi tundiyeke giran a dewletê re rû bi rû ma. Di 12ê Mijdara sala 2005an de di encama êrişa polîsan de ciwanê bi navê Îslam Bartin hate kuştin.
Abdurrahman Bartin di salvegera qetilkirina lawê xwe Îslam Bartin de diyar kir ku li gel 21 sal bi ser bûyerê re derbas bûye jî hê jî kujer nehatine darizandin.
‘We çima kurê min kuşt?’

Abdurrahman Bartin diyar kir ku piştî bûyerên Şemzînanê li dijî vî şerê taybet gelê Geverê jî bi şermezarkirinan rabû ser xwe û kurê wî di wan şermezarkirinan de hate kuştin. Abdurrahman Bartin anî ziman ku di wan rojan de li Geverê meşek hat lidarxistin û wiha got: “Me dikana berber hebû, kurê min jî di wir de dixebitî. Kurê min nîvro ku ji bo firavînê bixwe dihat malê li rastî meşê tê. Piştî ku hêzên dewletê êrişî meşê dikin bi qasî 8 metre dûrî polîsan hate kuştin. Kurê min hê biçûk bû, we çima kuşt? Bi nêzikatiya 8 metreyan te dikarî kurê min bi saxî bigirî lê te kuşt. Me bi zor û zehmetiyan kurê xwe mezin kiribû. Ma me kurê xwe li çolan û şikeftan payda kiribû ku hûn wisa bi hêsanî dikujin.”
‘Dozger ji min re got ‘defol’
Abdurrahman Bartin da zanîn ku piştî kuştina kurê wî jî ew bi tundiya dewletê re rû bi rû mane û cenazeyê Îslam nedane wan, ji nexweşxaneya Geverê biribûn ya Elbakê û piştre jî biribûn Nexweşxaneya Amedê. Abdurrahman Bartin diyar kir ku dewma wan cenaze vergirt û vegeriyan Geverê dîsa rastî zextan hatine û hevdîtina xwe ya li gel dozger wiha anî ziman: “Piştî me cenazeyê xwe anî Geverê polîsan ji me re gotin ‘hûn 100 metreyan nêzîk me bibin em ê we bikujin’ û em dişopandin heta ku me cenazeyê xwe anî. Piştre em çûne dozgeriyê, dozger ji me re got ‘kurê te 8 metreyan nêzî polîsan hate kuştin, çawa hate kuştin?’. Min jî got ‘Heke tu bizanî ku kurê min 8 metreyan nêzî polîsan hatiye kuştin, wî çaxî tu dizanî kujer jî kî ne’. Dema min wisa got, dozger aciz bû û ji min re got ‘Defol’. Çend roj derbas bûn, dozger careke din em xwestin îfadeyê. Ez jî çûm û min got ‘Hûn çi dixwazin? Hûn dixwazin em bûyerê bikin stûyê cîheke dîn? Na ez vê nakim, rastî çî ye eşkere ye û tê zanîn ka kî kurê min kuştiye’.”
‘Dixwazim kujer bêne eşkerekirin’

Abdurrahman Bartin di derheqê darizandina dosyeya kurê xwe de jî agahî dan û xwest ku di vê pêvoja Aştî û Civaka Demokratîk de dosye bila careke din bê vekirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Aniha dosyeyên 17-18 kesan me kirine yek û serlêdana ÎHDê kiriye ku hemû bên zelalkirin. Dixwazim hiqûmet kujerên kurê min û yên wek kurê min hatine kuştin eşkere bike. Dewlet her çiqas bazariya kurê me li gel me bike jî ku em nebêjin wan kuştiye, em qebûl nakin. Heta ku dilopek xwînê di laşê me de hebe em xwîna zarokên xwe nafiroşin. Zarokên me ji bo ku heqên xwe dixwastin hatine kuştin. Bedelên me dayîn ji bo ax û zimanê xwe me dane. Ji ber ku em ji vê bindestiyê xelas bibin hatine kuştin. Em li gel biryara serokê xwe û partiya xwe ne.”







