SAMERê, encamên rapora xwe ya bi navê “Rapora Têgihiştina Siyasetê ya Welatiyan, Lêgerîna Siyaseta Alternatîf û Derfetên Tevlîbûna Demokratîk” a Cotmeha 2026an eşkere kir. Lêkolîn nîşan da ku gel dixwaze tevlî pêvajoyên biryardardayînê bibe lê ji pêkanînê û siyasetê bêbawer in.
Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” didome û geşedanên pêvajoyê ji aliyê siyasetmedar, akademîsyen, rewşenbîr û gelek saziyên lêkolînê ve ji nêz ve tê şopandin. Navenda Lêkolînên Qadê ya (SAMER) rapora xwe ya derbarê baweriya pêvajoyê eşkere kir.

Li gorî rapora SAMERÊ sedî sedî 5,8 ji pêvajoyê razî ne; ji sedî 15 bêbiryar in; ji sedî 45,1 nerazî ne ji sedî 33,9 jî pêvajoyê qet razî nîn in. Di lêkolînê de derket holê ku ji sedî %50,9ê welatî dixwazin di mijarên rêveberiyên herêmî û taxên xwe ve girêdayî meclisên taxan biryarê bigirin. Herwiha ji sedî 33,2 kes gotine ev yek pêwîst e û ji sedî 4,9e wan jî gotiye pêdivî bi vê nîn e. Dîsa Ji sedî 41,1ê welatî xwestine pêvajoyên biryargirtinê bi lihevkirinê, ji sedî 14,5 bi dengdayîna giştî, biryar werin girtin. ji sedî 0,7 jî xwestin biryar bi meclisa nûneran were dayîn.
SAMER tevlibûna siyasetê û rêbazên derveyî siyasetê jî lêkolîn kir. Di raporê de ji welatiyan pirsa “Gelo welatî dikarin derveyî hilbijartinê ji bo pêvajoyên siyasî biryarê bidin” hat pirsîn. Ji sedî 39,7ê welatiyan bersiva “erê”; ji sedî 33,4ê welatiyan bersiva “erê lê belê sînordar e”; ji sedî 11ê welatiyan bersiva “na” dane.
Tevlibûna çalakiyan
Li gorî daneyên lêkolînê ji sedî 51,2 kes tev li kampanyaya Îmzeyê bûne, ji sedî 44,4 kes tev li boykotan, ji sedî 41,8 kes tev li meş û bîranînan bûne, ji sedî 40,7 kes tev li xebatên dildarî yên saziyên civakî bûne, ji sedî 38,1 kes tev li kampanyayên ser medya dîjîtalê bûne, ji sedî 25,93e welatiyên tev li civîn û çalakiyên taxê bûne, ji sedî 15,7ê welatiyan jî tev li kooperatîf û torên hevgirtinê bûne. Ji sedî 34,6 kes tev jî diyar kirin ku ew tev li yek van çalakiyan jî nebûne.
Dûrbûna ji siyasetê
Li ser tevlibûna pêvajoyên siyasî û biryardayînê jî daxwaz kêm e. Ji sedî 29,2ê beşdaran naxwazin bi awayekî çalak tevlî siyasetê bibin. Ji sedî 15,4ê beşdaran difikirin ku tevlîbûna wan a siyasetê ne bi bandor e. Ji sedî 15,2ê welatiyan ji bo tevlîbûna siyasetê ji ber “zext û tirsê” naxwazin. Ji sedî 14ê beşdaran jî ji ber kêmbûna demê, ji sedî 10,3ê beşdaran ji ber xwe kêm dîtin û astengiyên xwe amadekirinê, nexwestin bi awayeke çalak tevlî siyasetê bibin.













