Mesût Taniş ê ku di sala 2014an de bi angaşta “Endamtiya rêxistinê” li Sêrtê hatibû girtin îro ji girtîgeha Xarpêtê hate berdan.
Mesût Taniş ê ku di sala 2014an de bi angaşta “Endamtiya rêxistinê” li Sêrtê hatibû girtin û surgunê girtîgeha Ewlehiya Bilind a Girtîgeha Xarpêtê hatibû kirin piştî 12 salan hate berdan. Mesût Taniş ji aliyê malbat, Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Sêrtê, gelek rêveber û endamên partiyên siyasî yên bajêr û gelek kesan ve bi girseyî hate pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
‘Em bejna xwe li ber wan ditewînin’
Hevserokê TUAY-DERa Sêrtê Mûrat Ahmet Gogun li ser navê saziyê bi xêr hatina Mesût Taniş kir û got: “Hatina her hevalekî me ji bo me kêfxweşiyeke nû ye. Em hêvîdar in ku hevalên me yên ku di zindanan de mayî û bi taybetî Serok Apo di rojeke nêzîk de bigihêjin azadiya xwe ya fîzîkî. Ger ku ev têkoşîn hatibe vê astê lingekî wê jî bi bexwedana hevalên me yên zindanan ne. Ji ber vê yekê jî em bejna xwe li ber keda wan ditewînin. Em dibêjin aqubet li serê hemû hevalên me yên din be jî.”
Mesût Taniş jî ev tişt gotin: “Ez ji aliyekî ve gelek kêfxweş im û ji aliyekî ve jî gelek xemgîn im. Ji ber ku serokatiya me û hevalên me di zindanê de mane. Me pir dixwest ku em bi hevalên xwe û bi serokatiya xwe re derbikevin. Mixabin dijminê hov ev derfet nîşanî me neda. Di her milê de hevalên me di qada zindanê de û li qadên cuda li berxwe didin.”













