Rêxistinên civaka sivîl û karkeran ku ji bo bertek nîşandayîna teqîna li Fabrîkeya Hesin û Pola ya HABAŞê li Alîagayê daxuyanî dan û diyar kirin ku karker ne di encama qezayekê de, di encama îhmalan de hatine kuştin û daxwaz kirin ku berpirsiyar bên cezakirin.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Alîagayê, rêxistinên ked û ciwanan li Qada Demokrasiyê ya Alîagayê derbarê teqîna ku li Fabrîkeya Hesin û Pola ya HABAŞê daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê dirûşmeyên “Karker wê hesab ji kujeran bipirsin”, “Em karker in, em mafdar in, em ê bi ser bikevin” hatin berzkirin. Daxuyanî li ser navê girseyê ji aliyê Serokê Şaxa Hejmara 7 a Egîtîm Îşê Mûstafa Gok ve hat xwendin.
‘Em ê li hember mêtingeriyê bêdeng nemînin’
Mûstafa Gok diyar kir ku bûyera qewimî ne qeza ye, kuştineke ber bi çav e û wiha axivî: “Di bîra me de ye ku heftiyên dawî li fabrîkeya navborî û li tesîsên yên li seranserê Alîagayê li pey hev kuştinên kar ên bi mirin pêk hatine. Daxwaziya qezencê ya bêdawî ya sermayeyê, lênêrînên ku hatine taloqkirin, bikaranîna malzemeyên kevnare, zincîra taşeroniyê, rê li ber van komkujîan vedikin. Yên ku karkeran mecbûrî şert û mercên bêewle, nexweş û mîna dojehê dikin, berpirsiyarên rasterast ên van cinayetan e. Bi salan e piştî her komkujîê yên ku xwe dispêrin çîrokên ‘qeder’, ‘qeza’ an jî ‘fıtrat’ê û ji berpirsiyariyê direvin, em rola wan a di vê plana xwînî de gelekî baş dizanin. Em ê li hember vê siyasetên mêtîngeriyê yên ku canê karkeran tune dihesibînin bêdeng nemînin.”
Mustafa Gok Hêzên Ked û Demokrasiyê daxwazên xwe wiha rêz kirin:
*Di serî de patronê HABAŞê û rêveberên fabrîkayê, hemû rayedarên ku îhmala wan heye û peywirdarên giştî yên ku erka xwe ya kontrolê bi cih neanîne divê di demeke zûtir de derkevin pêşberî darazê û werin cezakirin.
*Sedemên rastîn ên teqînê divê ji aliyê heyeteke serbixwe odeyên pîşeyî yên peywendîdar jî di nav de ne, werin lêkolînkirin û hemû encam bi awayekî zelal ji bo raya giştî werin aşkerakirin.
*Heta ku li fabrîkayê tenduristiya karkeran û ewlehiya kar bi temamî neyê dabînkirin divê hilberîn bê rawestandin; di vê pêvajoyê de divê mûçeyên karkeran û hemû mafên wan ên qanûnî berdewam bikin ku werin dan.
*Ji bo ku em bigihêjin karkerên di bin kavilan de ne, divê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi hemû derfetan, bi baldariyeke mezin û bê navber berdewam bikin. Kêmtiya nexweşxaneya nexweşiyên pîşeyî û mudaxeleya lezgîn a li herêmê divê bê çareserkirin.”
‘Divê em van planên mêtinger bidin sekinandin’
Piştî daxuyaniyê Hevseroka Giştî ya KESKê Ayfer Koçak axivî û diyar kir: “Cinayetên karkeran di rojekê de çênabin. Êşên ku em dikişînin ne êşên ku di saetekê de çêdibin in. Û heke em ji vê re nebêjin rawest e, ev yek ne di xema sermayeyê de ye jî. Doza qezaya kar a 2017an di 2026an de nû hat dîtin û aşkerakirin. Edalet ji bo qezaya kar a 2026an wê kengê bê an jî wê bikaribe bê? Di van mercan de gihiştina edaletê li welatê me çiqas gengaz e? Divê em hemû bi hev re hesabê vê bidin. Em yên ku alîgirê ked, maf û azadiyê ne, em ê têkoşîna ji bo mafên xwe mezin bikin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
















