Şaredarê berê yê Silopyayê Emîn Togûrlû ku 11 sal in ji ber dozên li hatine vekirin li Başûrê Kurdistanê dijiya, jiyana xwe ji dest da.
Şaredarê berê yê navçeya Silopya ya Şirnexê Emîn Togûrlû ku 11 sal bûn ji ber dozên lê hatine vekirin li Başûrê Kurdistanê jiyan dikir, jiyana xwe ji dest da. Emîn Togûrlû beriya 2 rojan ji ber nexweşiya di mîdeya wî de rakiribûn nexweşxaneyek a li bajarê Zaxo yê başûrê Kurdistanê îro tevî hemû hewldanan jiyana xwe ji dest da.
Xizmên Emîn Togûrlû ji bo cenazeyê wî werbigirin derbasî Başûrê Kurdistanê bûn û tê payîn ku îro cenazeyê Emîn Togûrlû li Silopya were definkirin.
Emîn Togûrlû ji ber doza KCKê di sala 2011an de hatibû girtin û di sala 2015an de piştî hatî berdan derbasî Başûrê Kurdistanê bûbû. Her wiha kurê Emîn Togûrlû, Andok Hawar Sipêrtî (Emrah Togûrlû) ê ku endamê Tevgera Azadiyê di sala 2018an de şehîd ketibû û şehadeta wî di 10ê Îlonê de hatibû aşkerekirin.













