ÎSÎGê ‘Rapora Cinayetên Kar’ a meha Cotmehê eşkere kir û da zanîn ku 193 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.
Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) ‘Rapora Cinayetên Kar’ a Cotmeha 2026an eşkere kir. Li gor raporê, di cinayetên kar de herî kêm 193 karker jiyana xwe ji dest dane. Di 10 mehên sala 2026an de, herî kêm hezar û 930 karker jiyana xwe ji dest dane. Ji 226 karkeran 15 jê jin, 178 jê jî mêr in. Li gorî raporê, 9 karkerên zarok, 25 koçber jî di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. 4 zarok 14 sal an jî bin 14 salî ne.
Hat diyarkirin ku 38 karker di înşaetê de, 40 karker dema cotkariyê de, 23 karker di qada veguhestinê de û 15 karker di qada tershaneyê de jiyana xwe ji dest dane. Li Tirkiyeyê 58 bajar û 7 welatan cinayetên kar pêk hatiye.













