Yusuf Kesen ê 13 salî ku ji bo berhevkirina findiqan ji Mêrdînê çûbû Sakaryayê, piştî ku ji traktorê ket û wesayîtekê lê xist, jiyana xwe ji dest da.
Yusuf Kesen ê 13 salî ku ji navçeya Qoserê ya Mêrdînê tevî malbata xwe çûbû Sakaryayê û dihat xebitandin, di 20ê Tebaxê de ji traktorê ket. Di vê navberê de erebeyekî lê xist, bi giranî birîndar bû û ew birin nexweşxaneyê. Yusuf Kesen ê ku 12 roj bûn dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. Hate zanîn ku dê cenazeyê Yusuf Kesen li navçeya Qoserê ya Mêrdînê were definkirin.
Di salekê de 58 zarokan jiyana xwe ji dest da
Meclîsa Tenduristiya Karker û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) jî piştî mirina Yusuf Kesen derbarê zarokên ku tên xebitandin û jiyana xwe ji dest didin de daneyên xwe parve kir. Li gorî daneyên ÎSÎGê; Yusuf Kesen di sala 2026an de bû zarokê 58emîn ku di dema karkirinê de jiyana xwe ji dest da.













