• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
10 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Colemêrgê deh ciwanên ku hatibûn binçavkirin hatin berdan

    Li Colemêrgê deh ciwanên ku hatibûn binçavkirin hatin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Ev ne qeza ye, qetlîam e!

    Tulay Hatîmogûllari: Ev ne qeza ye, qetlîam e!

    Li ber Girtîgeha Xelatê bang kirin: Ji bo girtiyên nexweş azadî

    Li ber Girtîgeha Xelatê bang kirin: Ji bo girtiyên nexweş azadî

    Bîranîna 16 şehîdên tevgera azadiyê bi dayîna mewlûdê bi dawî bû

    Bîranîna 16 şehîdên tevgera azadiyê bi dayîna mewlûdê bi dawî bû

    Zeynep Oduncu: Divê Wezîrê Edaletê bikeve nava liv û tevgerê

    Zeynep Oduncu: Divê Wezîrê Edaletê bikeve nava liv û tevgerê

    Meclisa ÎBBê ya DEM Partiyê: Em ê bibin dengê jinan, ciwan û hemû beşên civakê

    Meclisa ÎBBê ya DEM Partiyê: Em ê bibin dengê jinan, ciwan û hemû beşên civakê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

PENa Kurd encamnameya konferansê eşkere kir

Navenda Nûçeyan / AW

10 MIJDAR 2026 - 11:07
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
PEN a Kurd endamnameya Konferansa xwe ya 6 û 7 Mijdarê a bi sernavê “Wêje û Aştî – Di Pêvajoyên Lihevrûniştin, Lihevkirin, Aştî û Wekheviyê De Rola Wêje, Ziman û Rewşenbîriyê” li Amedê li dar xistiye, eşkere kir.

PENa Kurd di 6-7ê Mijdarê li Amedê konferansek li dar xist. Konferansa du rojan dom kiriye li Eywana Civînê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi sernavê Wêje û Aştî – Di Pêvajoyên Lihevrûniştin, Lihevkirin, Aştî Û Wekheviyê De Rola Wêje, Ziman û Rewşenbîriyê hat lidarxistin. Gelek rewşenbîr, nivîskar, helbestvan û siyasetmedar tev li konferansê bûn.

Encamnameya Konferansa PENa Kurd wiha ye:

“Deklerasyona Amedê

Pêşgotin

Di 06 û 07ê Mijdara 2026an de Konferansa Navneteweyî ya “Wêje û Aştî – Di Pêvajoyên Lihevrûniştin, Lihevkirin, Aştî Û Wekheviyê De Rola Wêje, Ziman û Rewşenbîriyê” li Amedê – li navenda çandî ya erdnîgariyeke kevnar û xwedî berxwedaneke dîrokî – hat lidarxistin. Ev konferansa li ser asta bilind ji aliyê Navenda PENa Kurd ve hat birêxistin û bi amadebûna fermî ya desteyeke payebilind a PENa Navneteweyî (PEN International) – bi serokatiya Serokê Giştî Burhan Sönmez, ligel cîgirên serokatiyê yên navneteweyî, serokên komîteyên dayimî, nivîskarên navdar, akademîsyen û pêşengên civaka sivîl – hat lidarxistin.

Beşdarên Konferansê bi awayekî fermî û bi yekdengî radigihînin, ku aştiyeke rasteqîn, rewa û mayînde tu carî tenê bi bêçekkirinê, bêparhiştina sistêmatîk ji mafên bingehîn, an jî bi bêdengkirina bi darê zorê nikare bê avakirin. Lihevhatineke bingehîn û aştiyeke rasteqîn tenê bi rêya diyalogeke ji dil û berdewam, danpêdan, hevpejirandin, rûmetgirtin û wekheviyeke seranser a bêbend û merc pêk tê.

Biryar û Hîmên Sereke:

1. Pêşxistin û Mayîndekirina Aştiyê:

Banga ji bo aştiyê û avêtina gavan di vê rêyê de, gaveke pir erênî û pêwîst e. Lê belê ji bo ku aştî li ser bingehên xurt û mayînde were avakirin, divê mafên çandî û zimanî werin pejirandin û hawîreke azadîxwaz were geşkirin. Divê aştî ne tenê bi wê yekê be, ku va ye çek hatine danîn. Bêhtir ji wê divê aştî di heman demê de wekheviya civakî û naskirina mafên siyasî, civakî, aborî, çandî û mirovî yên her kesî hembêz bike.

2. Hevsengiya Destûrî ya li ser Asta Çavan li hemberî Bişaftinê (Asîmîlasyonê):

Pêkvejiyana di bin banê heman dewlet û heman destûrê de divê li ser bingeha maf û derfetên wekhev û diyalogeke azad be. Ji ber vê yekê, Konferans banga van daxwazan dike:

* Danpêdana destûrî û dabînkirina derfetên pêşxistina nasname, ziman û çanda gelê Kurd.
* Avakirin û pejirandina garantiyên hiqûqî, yên ku perwerdeya bi zimanê dayikê û bikaranîna fermî ya zimanê Kurdî misoger dikin.

3. Wekheviya Rûmeta Hemwelatîbûnê:

Jiyana di nav civakeke wekhev û hemanhengî de tê wê wateyê, ku tu kes neçar nemîne, dev ji mafên xwe yên çandî yan ji nasnameya xwe berde û tu kes bi darê zorê di nav nasnameyeke din de neyê bişaftin (asîmîlekirin). Ji bo aştiyeke mayînde û rewa, mercekî giring e, ku bihevbawerkirina her du aliyan û wekheviya erk û mafan di nava civakeke xwedî serweriya dadmendî de bi xurtî di Destûra Bingehîn de werin bicîkirin û pêkanîna wan were garantîkirin.

4. Azadiya Derbirînê û Rêzgirtina li Kursiyê Vala:

Kursiyê Vala, yê ku li pêş di vê salonê de hatiye danîn, bîranîneke bi êş a li hemberî êrîşên berdewam ên li dijî azadiya raman û azadiya mirovan e.

PENa Navneteweyî û Navenda PENa Kurd bi tundî daxwaza azadkirina bilez û bêşert û bend a hemû nivîskar, rojnamevan û girtiyên siyasî dikin. Heta ku ramanwerên rexnegir û nivîskar li pişt deriyên hesinî bin, tu destpêşxeriya aştiyê nikare baweriyeke exlaqî an demokratîk bi dest bixe.

5. Peyama Exlaqî ya Wêjeyê:

Li wî cihî ku siyaseta şaş bi hesabên taktîkî û dînamîkên desthilatdariyê re bêkêr dibe, wêje rasterast xwe berdide nava dil û ûjdanê mirovahiyê. Ew dibe dengê wan kesên ku bêdeng in, an dengê wan hatiye birîn.

Wek nivîskar û nûnerên PENê, em bi xurtî bawer dikin, wêje û çand beşên bingehîn ên avakirina aştiyê ne. Em soz didin, ku em ê pênûsên xwe tu carî nexin xizmeta bihevçun, kîn û şovenîzmê lê belê em ê wan bi awayekî biryardar ji bo rastiyê, dadmendiyê û hevpejirandina gerdûnî ya mirovahiyê bi kar bînin.

Banga Dawî

Konferans – bi piştgiriya bihêz a hevgirtina giştî ya PENa Navneteweyî – bang li rayedarên û serkirdeyên siyasî yên dewleta Tirk dike, ku berê xwe bidine diyalogeke rêkûpêk, piralî û ji dil, ya ku li ser bingeha wekheviyê û serweriya destûrî hatiye avakirin. Her wiha, em bang li hemû çalakvanên civaka sivîl dikin, ku bi wêrekî û nêrîneke kûr û dûrbîn beşdarî hemû hewldanên pêkanîna aştiyeke rasteqîn, destûrî û mayînde bibin.”

Etîket: Deklerasyona AmedêencamnamePENa Kurd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Konferansa PENa Kurd: Divê rewşenbîr rola xwe ya pêşengtiyê bilîzin

Konferansa PENa Kurd: Divê rewşenbîr rola xwe ya pêşengtiyê bilîzin

6 MIJDAR 2026
‘Armanca Konferansa Wêje û Aştiyê ew e ku çavek sêyem têxe nav pêvajoyê’

‘Armanca Konferansa Wêje û Aştiyê ew e ku çavek sêyem têxe nav pêvajoyê’

5 MIJDAR 2026
PENa Kurd dê li Amedê Konferansa Wêje û Aştiyê li dar bixe

PENa Kurd dê li Amedê Konferansa Wêje û Aştiyê li dar bixe

4 MIJDAR 2026
Encamnameya Înîsiyatîfa Demokratîk: Divê aştî neyê paşguhkirin û statuya Ocalan bê eşkerekirin

Encamnameya Înîsiyatîfa Demokratîk: Divê aştî neyê paşguhkirin û statuya Ocalan bê eşkerekirin

25 COTMEH 2026
Encamnameya Konferansa Hiqûqnasan: Divê statûya Birêz Ocalan bê misogerkirin

Encamnameya Konferansa Hiqûqnasan: Divê statûya Birêz Ocalan bê misogerkirin

5 TÎRMEH 2026
Encamnameya Konferansa Zimanê Kurdî hat eşkerekirin

Encamnameya Konferansa Zimanê Kurdî hat eşkerekirin

3 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

    Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gelek bajaran pankartên ‘Dema Serkeftinê’ hatin daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Starta 25ê Mijdarê: Em ê li dijî bêcezakirinê bêdeng nemînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mêşvan: Hingivê herî xweş ê di nav xilêfkê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • PENa Kurd dê li Amedê Konferansa Wêje û Aştiyê li dar bixe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Armanca Konferansa Wêje û Aştiyê ew e ku çavek sêyem têxe nav pêvajoyê’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kurd nerazîbûn nîşanî parvekirina Galatasarayê didin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Salvegera darbeya 4ê Mijdarê: Vîna jinên têkoşer têk neçû, bi ser ket

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Hunermend Mehmet Afşar: Stranên Kurdî rastiya xwe ji bingeha civaka Kurdan digirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne