Stenbol – Hunermend Şahê Bedo bal kişand ser rol û rista hunermendan û wiha got: “Tenê bi gotina stranan mirov nabê hunermend. Divê hunermend biçê saziyên xwe, gel guhdar bike û piştgirî bide pêvajoyê.”
Hunermend Şahê Bedo ev 22 sal in li ser muzîka Kurdî ked dide û xebatên xwe didomîne. Şahê Bedo diyar kir ku ji bo pêşxistina muzîka Kurdî divê hunermendên Kurd xwedî li çand û hunera xwe derkevin û piştgiriyê bidin hevdû. Şahê Bedo bal kişand ser giringiya muzîka Kurdî û got ku hunermendî ne tenê stran gotin e. Her wiha ragihand ku 29ê Mijdarê li Salona Adem Başturkê ya navçeya Esenlera Stenbolê konserekî li dar bixin.
‘Hunermendî ne tenê stran gotine divê mirov çanda xwe bizanibe’
Şahê Bedo destnîşan kir ku berê stran li ser bûyer û geşedanên dihatin jiyandin dihatin nivîsandin û derbarê destgirtina niha de ev tişt gotin: “Lê belê rewş guherî. Êdî gelek stran bêcidiyet tên nivîsandin. Ev jî gelek bandorê li ser hunerê çêdike. Stran êdî tenê ji bo dawet û şahiya tên nivîsandin. Dema wisa dibe stran sivik tên nivîsandin. Lê ev tiştekî ne rast e, divê her kesek çand û hunera xwe bizanibe û li gorî wê, hunera xwe pêşkêş bike. Hunermendî ne tenê strîna stranan e. Divê mirov çanda xwe bizanibe. Di roja îroyîn de di nava muzîka Kurdî de xetimandinekî heye. Divê ji bo vê em hunermend piştgiriya hevdû bikin.Em ê bi hev re rojên azad bibînin.”
‘Divê hunermendên Kurd xwedî li vê pêvajoyê derkevin’
Di berdewama axaftina xwe de Şahê Bedo anî zaman ku ji bo muzîka Kurdî pêş bikevê çi bar bikevê ser milê wî ew ê pêk bîne û axaftina xwe wiha domand: “Divê hunermend werin gel hev, xwedî li çand û hunera Kurdî derkevin. Bi hev hatin û alikariyê em dikarin muzîka Kurdi li pêş bixin. Heke em xwedî dernekevin, tu kes xwedî li me dernakeve. Hunera Kurdî hunereke xweş e lê heke mirov baş pêk bîne. Divê hunermenden Kurd xwedî li pêvajoyê derbikevin, piştgiriyê bidin gelê xwe. Tenê bi gotina stranan mirov nabê hunermend. Divê hunermend biçê saziyên xwe, gel guhdar bike û piştgirî bide pêvajoyê. Encax bi vî şiklî pêvajo dê biçe serî.”
‘Em ê 29ê Mijdarê bi hevre stranên xwe bistrên’
Şahê Bedo di dawiya axaftina xwe de agahiya konserê xwe da û ev bang kir: “Em ê di 29ê Mijdarê de li Eywana Adem Başturkê ya li navçeya Esenler a Stenbolê konserekî li dar bixin. Me bi vê konserê xwest gelê me bên ba hev, hunera Kurdî bibîne, ji hev hêzê bigrin. Em dixwazin gelê me bi coş beşdarî konserê bibe. Em bi hevre dilekî germ stranên xwe bibêjin.”












