Amed – Nîzamettîn Kabaîş derbarê êrîşa ku li dijî birayê wî hatiye kirin û pêvajoya lêpirsîna qetilkirina keça xwe Rojîn Kabaîşê de anî ziman ku ew ê tu demê ji dozê paş de gav navêjin û bang li mercên edaletê û rayedaran kir ku pêvajoyê bilezînin.
Apê Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîşê, Ahmet Kabaîş di 8ê Mijdarê de li Stenbolê ji aliyê 4 kesên rûpêçandî ve rastî êrîşê hat. Hat zanîn ku êrîşkaran Ahmet Kabaîş derb kirine û bi gotina “Dev ji doza Rojînê berdin, Em ê heman tiştî bînin sere Nizamettîn Kabaîş jî” gef lê xwarin û ji cihê buyerê dûr ketin.
‘Birayê min derb û gef lê xwarin’
Bavê Rojîn Kabaîşê, Nîzamettîn Kabaîş derbarê êrîşa li hember birayê xwe de diyar kir ku kesên rûyê wan pêçandî li navçeya Bûyûkçekmece ya Stenbolê êrîşî birayê wî kirine û wiha got: “Roja yekşemê bû, birayê min çûbû servîsê. Li derve pêşiya wî girtin, ew derb kirin û gef lê xwarin. Piştre jê re gotin, ‘Dor dê bê li birayê te Nîzamettîn Kabaîş jî. Em ê wisa li wî jî bikin.’ Bila ew me bikujin jî, bila gef jî bixwin. Em ji wan natirsin û em ê qet ji doza xwe neyên xwarê.”
‘Salek e gef li me tê xwarin’
Nîzamettîn Kabaîş anî ziman ku ji bo qetilkirina Rojîn Kabaiş û êrîşên li ser malbata wan ev du sal in dosya bêxwedî maye û wiha pê de çu: “Salek e bi telefonan, bi wêneyên guleyan û mermiyên çekan gefê li malbata me dixwin. Doz bêhtirî du salan e di tariyê de maye. Dozgerî û rayedar bersivên zelal nadin, pirsên me û ev yek nîşaneya nebûna samîmiyetê ye. Em bi guman in ku ev kes bi awayekî bi qatilan re di nava peywendiyê de ne, lê ji ber ku dosya nayê ronîkirin, tu kes nikare tiştekî teqez bêje.”
‘Bila dewlet xwedî dosyeya Rojînê derkeve’
Nîzamettîn Kabaîş banga xwe ya ji bo edaletê dubare kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez li vir dîsa bang li dewletê dikim; bila li dosyayê xwedî derkeve. Ev du sal in em vê êşê dikişînin. Edaletê soz da me ku dê li ser sînyalên telefonan û li ser bi hezaran kesan lêkolînê bike, lê pêvajo pir hêdî diçe. Rojîn ne tenê keça me ye, keça hemû Tirkiyeyê ye. Ez ji bo hemû jin û ciwanan edaletê dixwazim.”












