Rojnameger Haşîm Abak û 2 kesên pê re ku 4 roj berê di encama îxbarekê de hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Haşîm Abak û N.O. û H.T. ên di 4ê Mijdarê de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Abak û yên pê re ku li ser “îxbarekê” û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya li midûriyeta polîsan îro sewqî Edliyeya Mêrdînê hatin kirin.
Her sê kes piştî îfadeya li dozgeriyê bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hatin kirin. Abak û yên pê re diyar kirin ku ji ber îxbareke pûç hatine binçavkirin.
Dadgeriyê bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat, Abak û yên pê re berda.









