Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) a Îzmîrê bi daxuyaniyekê starta xebatên budçeya 2027an da.
Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê ji bo ragihandina destpêka xebatên budceya 2027an a li Îzmîrê, li avahiya xwe ya bajêr civîneke çapemeniyê pêk anî. Li salona civînê pankarta “Ji bo ked, aştî û edaletê budçe” hat daliqandin û dovîzên “Ji bo jinan budçe”, “Li dijî xizaniyê budçe” û “Ji bo kedkaran budçe” cih girtin. Metna daxuyaniyê li ser navê Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê ya Îzmîrê ji aliyê Selma Gungor ve hat xwendin.
Selma Gungor diyar kir ku li gorî raporên navneteweyî Tirkiyeyê di kategoriyên azadiya çapemeniyê û zemîna hiqûqî de paşve çûye û da zanîn ku Tirkiye ji hêla azadiya çapemeniyê ve di nav 180 welatî de di rêza 163yan de ye û di Rapora Dilşadiya Cîhanê ya 2026an de jî di nav 147 welatî de di rêza 94an de cih digire.
Selma Gungor anî ziman ku Tirkiye li dinyayê ji ber enflasyon, betalî û xizaniyê di rêza herî pêş de cih digire û wiha got: “Sîstema Hikûmeta Serokkomariyê hedef dike ku mezinbûna aborî di sala 2027an de bigihîne ji sedî 4,2yî. Aboriya me mezin e û mezin dibe, lê bi fikarên mirov û ciwanan, bi bêedaletiyê û bi destserkirina mafên me yên bingehîn mezin dibe.”
‘Em ê komara demokratîk ava bikin’

Di daxuyaniyê de Selma Gungor destnîşan kir ku di pêvajoya ji niha û pê ve de divê demokrasiya rasterast hebe da ku em bi xwe biryarê bidin ka çawa bijîn û ev tişt anî ziman: “Di sîstemên herêmî yên ne navendî û demokratîk ên bihêz de em dikarin tev li amadekirina budceyê bibin. Em dawî li rêveberiya dewleta navendî bînin ku jiyan, xweza û daxwazên me ber bi çav nagire. Em budceyên xwe bi azadî û bi tevlîbûneke wekhev çêbikin. Ji bo budçeya demokratîk û beşdar; ji bo budçeya karker, kedkar, teqawid, jin, ciwan û zarokan, em komara demokratîk ava bikin.”
‘Budçeya şer tê amadekirin’
Piştre parlamenterê Îzmîrê yê DEM Partiyê Îbrahîm Akin axivî. Îbrahîm Akin da zanîn ku di budçeya heyî de demokrasî, edalet, wekhevî û parvekirineke wekhev nîn e û diyar kir ku rewşa li Tirkiyeyê giran e û wiha got: “Wekî ku hûn dizanin di hefteya bê de dê zagonek bê nîqaşkirin. Di rastiyê de dê zagona şer bê nîqaşkirin. Beriya ku zagon derkeve jî her cure peyman çêkirine. Ji bo ji meclisê derbas bibe jî meclis peywirdar kirine. Li hemberî vê, kî li desthilatê be bila lê be, em ê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin û li dijî hemû serdestên ku dixwazin me tasfiye bikin jî dê têkoşîna serweriya gel bimeşînin.”








