Li Denîzliyê operasyon li dijî Şaredariya Merkezefendiyê hat kirin. Şaredar Şenîz Dogan û hevjînê wê Mehmet Alî Dogan jî di nav de, gelek kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya operasyona ku li dijî Şaredariya Merkezefendî ya Denîzliyê hat kirin de, Şaredar Şenîz Dogan û hevjînê wê Mehmet Alî Dogan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Lêgerîna polîsan a li avahiya şaredariyê û mala Şaredar Dogan berdewam dike.
Tîmên polîsan li avahiya şaredariyê di yekeyên wekî Rêveberiya Karên Darayî û Rêveberiya Karên Fenî de lêgerîn û lêkolîn kir. Polîsan derûdora şaredariyê dorpêç kir û nehişt kes bikeve avahiyê.













