• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
27 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Girê Spî provakasyon: Koçber li ser banga xapînok bi êrişê re rû bi rû man

    Li Girê Spî provakasyon: Koçber li ser banga xapînok bi êrişê re rû bi rû man

    Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    ROJEVA 2yê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 27ê COTMEHA 2026an

    MEBYA-DER bi malbatan re civiya

    MEBYA-DER bi malbatan re civiya

    Berdevkê PJAKê Awdanan: Dê şerê vê carê wêranker be

    Berdevkê PJAKê Awdanan: Dê şerê vê carê wêranker be

    Malbatên li Girê Spî hatibûn dorpêçkirin hatin derxistin

    Malbatên li Girê Spî hatibûn dorpêçkirin hatin derxistin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Firat Tûnç / AW

27 COTMEH 2026 - 08:24
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Riha – Endamê Komîteya Koçberan a Girê Spî Sebrî Mistefa derbarê êrişa li ser koçberan de axivî û diyar kir ku hin alî bi rêya propagandaya reş dixwazin pêvajoya vegerê asteng bikin û şerê Kurd û Ereban derxînin û da zanîn ku tevî hişyariyan jî koçber bi êrişê re rû bi rû mane.

Komek koçberên Girê Spî yên ku ji bo vegera malên xwe berê xwe dabûn bajêr, bûn armanca êrişan. Dema koma koçberan gihîşt bajêr, êriş li wan hate kirin. Di encama êrişê de, êrişkaran ziyan da wesayîtên koçberan û talan kirin. Zêdetirî 100 malbatên Kurd li hundirê avahiya Gerînendetiya Koçberiyê ya Herêmê hatibûn dorpêçkirin û daxwaza destwerdana lezgîn ji bo parastina wan û lêpirsîna êrişên li dijî welatiyên Kurd ên vegerin malên xwe hat kirin. Piştî bangên lezgîn Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Kobanê zêdetirî 100 malbatên Kurd ji zarok û jinan ku di avahiya Gerînendetiya Koçberiyê ya Girê Spî de hatibûn dorpêçkirin, hatin derxistin û birin cihê bi ewle.

Endamê Komîteya Koçberên Girê Spî Sebrî Mistefa derbarê vê bûyerê û provokasyona hate kirin de ji ajansa me re axivî.

Sebrî Mistefa

‘Li dijî Kurdan propagandayê dikin’

Sebrî Mistefa diyar kir ku wan wekî Komîteya Girê Spî demeke dirêj e li ser maf, hejmar û belgekirina mal û milkên koçberan xebatan dikin û Hikûmeta Şamê re di nava têkiliyê de ne û wiha got: “Tevî pêvajoya entegrasyonê jî hin alî naxwazin ev pêvajo bimeşe û hin alî her tim tevlîheviyan derdixin ku şerê Kurd û Ereban çêbibe. Hîn kes li ser ragihandina Sûriyeyê zimanekî neyini bikar tînin û gelek tiştan sor dike û ev hêj jî berdewam e. Me gelek kesên ku dixwazin tevlîhevî derbixin tespît kir û navê wan da hikûmetê. Ev kes bi taybetî li ser ragihandinê di nav civaka Ereb de li dijî Kurdan propagandaya reş didin kirin ku koçber venegerin.”

‘Bangên xapînok û hişyariya komîteyê’

Sebrî Mistefa bal kişand ser bangên ku di rojên borî de li ser ragihandinê hatibûn kirin û diyar kir ku ev bang li ser navê Gerînendetiya Girê Spî ya girêdayî Walîtiya Reqayê hatine kirin û wiha domand:”Beriya çend rojan hin kesan li ser ragihandinê bang li koçberan kiribûn û digotin ‘Werin malên xwe û belgeyên xwe bînin mudîriyet dê malê we bide we’. Me gelek caran gelê xwe hişyar kir ku bêyî agahiya komîteyê van gotinan nexapin û yek bi yek neçin, ji ber ku eger bûyer biqewimin em nikarin pêşiyê bigirin. Lê mixabin koçberên me bêyî ku bi me re têkevin nava têkiliyê çûn wir û ev bûyerên êrişê derketin holê.”

Zêdetirî 100 malbat hatin dorpêçkirin

Sebrî Mistefa da zanîn ku dema gel çûbû cihê gerînendetiyê, êriş li ser wesayîtên wan hatiye kirin û wesayît hatine şewitandin û ev yek anî ziman: “Miletê me di hundirê avahiyê de hat dorpêçkirin. Pişt re ewlekariya Reqa û Kobanê mudaxele kir. Dorpêç nêzî 3 saetan berdewam kir û piştre koçber bi silametî hatin derxistin û gihîştin Kobanê.”

‘Baregehên dewleta Tirk hene’

Sebrî Mistefa di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku hikûmeta Şamê rola xwe pêk nayîne û got: “Hikûmeta Şamê berê jî li hemberî bûyerên gelek biçûk ê li Girê Spî rola xwe ya pêwîst nelîst. Çima? Ji ber ku hêj li Girê Spî û gundewarên wê baregehên Dewleta Tirk hene. Ji ber vê yekê hikûmeta Şamê rola xwe nalîze û destê hêzên derve di van bûyeran de heye. Me wekî Komîteya Girê Spî peyamek nivîskî li ser ragihandinê weşand daku kesên di vê êrişê de xwedî rol in, demildest bên lêpirsînkirin û cezakirin.”

Etîket: Girê Spîvegera koçberên Girê Spî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Êrişî koçberên Girê Spî kirin, wesayîtên wan şewitandin

Êrişî koçberên Girê Spî kirin, wesayîtên wan şewitandin

26 COTMEH 2026
Li gundewarên Kobaniyê provokasyona komên Tirkiye û Şamê

Li gundewarên Kobaniyê provokasyona komên Tirkiye û Şamê

27 NÎSAN 2026
Ciwan Îso: Heta ku Tirkiye bi temamî venekişe li Sûriyeyê aramî ne pêkan e

Ciwan Îso: Heta ku Tirkiye bi temamî venekişe li Sûriyeyê aramî ne pêkan e

27 SIBAT 2026
Amadekariyên vegera koçberên Efrîn, Heleb û Reqayê didomin

Amadekariyên vegera koçberên Efrîn, Heleb û Reqayê didomin

24 SIBAT 2026
Li Rojava 450 hezar koçber li benda vegerê ne: Astengiya sereke dewleta Tirk e

Li Rojava 450 hezar koçber li benda vegerê ne: Astengiya sereke dewleta Tirk e

16 SIBAT 2026
Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi endamên Kongreya Amerîka re civiyan

Mazlûm Ebdî: Me li ser rewşa Kobanê, Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî li hevdu kir

15 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Buldan: Divê birêz Ocalan tavilê dest birêvebirina Koordînasyonê bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ayşegul Dogan: Gelo destekî ku em nabînin di nava pêvajoyê de heye û asteng dike?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne