Şaredariya Menemenê ya AKPî, navên Mûsa Anter û Denîz Gezmîş ên ku di sala 2019an de li deriyên Tesisên Golparkê hatibûn kirin jê bir û li şûna wan navê şaredarê berê Tahir Şahîn nivîsand.
Li navçeya Menemena Îzmîrê, Şaredariya AKPî biryareke nû da. Di sala 2019an de dema Tesîsên Golparkê yên Şaredariya Menemenê ji bo gel hatibû vekirin, navên du kesayetên naskirî Mûsa Anter û Denîz Gezmîş li deriyên tesîsan hatibûn kirin. Lê belê, şaredariyê di biryara xwe ya dawî de ev nav ji deriyan rakir û li cihê wan navê şaredarê berê yê Menemenê Tahir Şahîn nivîsand.
Ji Parlementer Îbrahim Akin bertek: Hûn nikarin navê wan ji hafizeya me bibin
Ev biryara şaredariyê li ser medyaya civakî rastî bertekan hat. Parlementerê Îzmîrê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Îbrahim Akin li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û nerazîbûna xwe anî ziman. Îbrahîn Akin di parvekirina xwe de bal kişand ser vê biryarê û got: “Hûn dixwazin navê Tahir Şahîn hebe, ev tê fêm kirin. Lê belê, gelo ji bo vê yekê ev cûdakarî şert bû? Gelo cihekî din nedihat dîtin ku navê Tahir Şahîn lê bê kirin? Jêbirina navên Denîz Gezmîş û Mûsa Anter dê çi li kê zêde bike?”
Parlementerê DEM Partiyê teqez kir ku nirxên dîrokî nayên jibîrkirin û bang li rayedaran kir: “Hûn nikarin navên ku bûne mîrata dîrok û gel ji hafizeyan bibin! Ez bang li Şaredariya Menemenê dikim ku ji vê biryara şaş vegere û rêzê li hiqûqa aştî û biratiyê bigire.”













