Hilbijartina Baroya Stenbolê bi dawî bû. Namzetê Yekîtiya Hêza Komarparast Umît Kocasakal bû serokê Baroya Stenbolê. Îbrahîm Kaboglû diyar kir ku ew wekî Grûba Parêzerên ji bo Guhertinê ji bo pêkanîna demokrasiyê xebitîn.
Hilbijartina 128emîn a giştî ya Baroya Stenbolê li Navenda Kongreyê hate lidarxistin. Duh namzetên baroya axivîn îro jî hilbijartin pêk hat. Namzetê Grûba Parêzerên ji bo Guhertinê Îbrahîm Kaboglû, namzetê Yekîtiya Hêza Komarparast Umît Kocasakal, namzetê Koma Mafên Parêzeran Korkût Kanadoglû, namzetê Parêzerên Komarparêz Atakan Selanik, namzeta Parêzerên Serbixwe jî Arîfe Gokkaya Dînç ketin hilbijartinê. Dengdayîn saet di 10.00an de dest pê kir û di saet 17.00an de bi dawî bû. Di encama hilbijartinê de namzetê Yekîtiya Hêza Komarparast Umît Kocasakal bû serokê Baroya Stenbolê.
Namzetê Grûba Parêzerên ji bo Guhertinê Îbrahîm Kaboglû piştî hilbijartin bi dawî bû axivî. Îbrahîm Kaboglû diyar kir ku hilbijartin di rewşekî baş de pêk hat û got: “Em wekî Grûba Parêzerên ji bo Guhertinê pêkanîna demokrasiyê xebitîn. Rêveberiyekî kolektîf me pêk anî. Spasiya hevalên xwe dikin.”















