Di hefteya 9emîn a Lîga Superê de Amedspor û Samsûnspor hatin hemberî hev û Amedspor 2-1 bi ser ket û derket rêza yekemîn.
Di hefteya 9emîn a Lîga Super de Amedspor û Samsûnspor li Stada Samsûn Yenî 19 Mayisê hatin hemberî hev. Alîgirên Amedsporê li stadê piştgirî dan tîma xwe.
Samsûnspor di deqîqeyên destpêkê de xwest li ser Amedsporê zextê bike. Lê Amedspor bi lîstika xwe zextê şikand. Di deqîqeya 18an de golkerê Amedsporê Gift Orban li hemberî kalevan re ma lê nekarî gol biavêje.
Samsûnspor di deqîqeya 21an de gol avêt û 1-0 pêş ket. Di deqîqeya 36an de lîstikvanê Samsûnsporê Afonso Sousa qerta sor dît û Samsûnspor 10 kes ma. Di deqîqeyên mayî de skor neguherî û beşa yekemîn 1-0 bi serkeftina Samsûnsporê bi dawî bû.
Amedspor bi zextê dest bi beşa duyemîn kir. Di deqîqeya 60an de lîstikvanê Amedsporê Mbaye Diagne qerta sor dît û Amedspor jî 10 kes ma.
Di deqîqeya 71an de Amedspor penaltî qezenc kir. Lîstikvanê Amedsporê Gift Orban penaltiyê gol kir û skor bû 1-1. Di deqîqeya 83an de Dia Saba golekî xweş avêt û Amedspor 2-1 bi pêş ket.
Maç bi vê encamê bi dawî bû. Amedspor pûana xwe kir 20 û derket rêza yekemîn.
Li gelek bajaran alîgirên Amedsporê maç temaşe kir. Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan jî li ber Mêvanxaneya Amedê di nav gel de maça Amedsporê temaşe kir.
Piştî Amedspor bi ser ket li gelek bajaran bakurê Kurdistanê alîgirên Amedsporê ji bo pîrozbahiyê daketin qadan.















