Amed – Bi pêşengiya Xwendekarên Komunalîst bi dirûşma “Bi kampusên komunbûyî re dema rêxistinbûnê ye” li Çandamedê konferans tê lidarxistin. Di konferansê de hat diyarkirin ku pêvajoya 27 salan a dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çîrokeke pir hêja ya ciwaniyê ye û ev yek xwe di 27ê Sibatê de careke din nîşan daye.
Bi pêşengiya Xwendekarên Komunalîst li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê bi dirûşma “Bi kampusên komunbûyî re dema rêxistinbûnê ye” konferans tê lidarxistin. Li eywana konferansê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên li ser “Ji bo zaningehên komînal, niha dema jinê ye”, “Xeta jinê, xeta jiyanê”, “Em xwendekarên komunalîst li ser fikr û ramanên bendava Çubukê ne” û gelek pankartên têkildarî mijarê hatin daliqandin. Dayîkên Aştiyê, Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren û ciwanên xwendekar yên li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatibûn tev li konferansê bûn.
Konferans ji bo cangoriyên azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtin û xwendina siruda “Çerxa Şoreşê” dest pê kir. Ciwanan dem dem dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin”, “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.
Li ser navê xwendekarên Komunalîst Hasan Karsû dest bi axaftinê kir, piştre aktîvîsta TJAyê Nesrîn Akkgonul axivî. Piştî axaftinan sînevizyon hat nişandan û peyamên ku ji konfernansê re hatibû şandin hatin xwendin. Konferans dû re ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.
‘Em bawer in ku konferans dê bibe sedema tiştên baş’
Hasan Karsu da zanîn ku di serdemek wiha de divê ew wek xwendekarên komunal xwe bi rêxistin bikin û civakek komunal bidin avakirin û ev tişt got: “Di serdemek wiha serdestiya mêr û kujerê kastîk de divê em êdî xwe bi komunalîzmê rêxistin bikin û derfetê nedin pergala kapîtal. Li ser vê yekê armanca me ya hatina cem hev bi vê konferansê ev e. Em bi bawerin ku ev konferans dê bibe sedema tiştên gelek baş ji bo me.”
‘Em ê jî cesaret bikin ku biguherin û veguherin’
Aktîvîsta TJAyê Nesrîn Akgul diyar kir ku ev konferans dest pê ke û xala destpêkê her tim hedefekê datîne ber mirovan û ev tişt gotin: “Gelê Kurd ev fêrwerî ji tevgera Apoyî girt. Dê di dîrokê de wisa bimîne. Îro ev tevger di xaleke nû ya destpêkê de ye. Em bi biryar in ku ji vê xala destpêkê bi îdealên mezin dewam bikin. Dema min hûn dîtin ez ji nû ve ciwan bûm. Em hîn bêhtir bi kelecan û serbilind bûn. Bi vî moralî em bi kelecan bûn ku tekoşînê hîn mezintir bikin. Rêber Apo di cihekî de disekine ku dibêje ‘Ez her tim ciwan im’. Ev yek tiştekî civakî ye ku rastiya biyolojîk jî derbas dike. Min jî dema li we nihêrî got, ‘ciwanî dê çawa bi ser bikeve ku her tim ciwan bimîne?’ Pêvajoya 27 salan a dîlbûna Rêber Apo çîrokeke pir hêja ya ciwaniyê ye. Vê yekê bi 27ê Sibatê re careke din nîşan da. Tevger û civak bi meraq, fikar û hestên nû ji nû ve ciwan kir. Rêberekî gel tevî hemû şert û mercên tecrîdê çawa ciwan ma? Kesek tune ye ku bi qasî Rêber Apo li dijî dogmatîzmê têkoşiya be. Em ê jî cesaret bikin ku biguherin û veguherin. Netirsin, bibêjin ‘Em ê bi ser bikevin’. Astengî hene, em dizanin. Profileke nû ya ciwanan û ya civakê heye. Di serdema xweseriyê de mînakeke mezin a cesaretê hebû. Em ê bibêjin ku em ê bi ser bikevin, em ê bi ser bikevin, em ê bi ser bikevin.”














