TUHAY-DERa Wanê ji bo girtiyên nexweş û girtiyên siyasî ku berdana wan tê taloqkirin li pêşiya Edliyeya Wanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Rengîn Karabûlûtê da zanîn ku taybetî berdana girtiyên siyasî yên ku tevî cezayê xwe qedandina tê taloqkirin û bi şewitandina infazên wan re, rê li ber azadiya wan tê girtin.
TUHAY-DERa Wanê ji bo girtiyên nexweş û girtiyên siyasî li pêş Edliyeya Wanê daxuyanî da. Endam û rêveberên partiyên sîyasî, nûnerên saziyên civakî û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankartên “Werin em li dijî binpêkirinên mafan û taloqkirina înfazan li girtîgehan dengê xwe bilind bikin” hate vekirin.”
Hevseroka TUHAY-DERê ya şaxa Wanê Rengîn Karabûlûtê diyar kir ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nêzîkî du sal in berdewam dike û got: “Bi bangawaziya Birêz Abdullah Ocalan serdemeke nû ya bêşer dest pê kiriye û hêviyên aşitiyê roj bi roj hinekî din mezin bûne. Di pêvajoyeke wiha de, çavên dayik û malbatan bi hêvî û bawerî li vebûna deriyên girtîgehan e. Di heman demê de ji bo girtiyên siyasî yên li girtîgehan jî vê pêvajoyê kelecan û hêviyeke mezin ava kiriye. Hêviya girtiyên siyasî ew e ku bigihêjin azadiya xwe, di zûtirîn demê de beşdarî jiyana civakî ya demokratîk bibin û di şert û mercên azad de tevkariyê li vê pêvajoyê bikin.”
‘Rê li ber azadiya girtiyan tê girtin’
Rengîn Karabûtûtê bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û ev yek got: “Lê belê tevî ku rewşa malbat û girtiyên siyasî wiha ye jî, tabloya ku li hemberî bûyerên di girtîgehan de û li hemberî binpêkirinên mafan ên ku bi israr berdewam dikin derdikeve holê, dil diêşîne. Bi taybetî mexduriyeta girtiyên siyasî yên ku tevî qedandina cezayê xwe jî berdana wan tê taloqkirin û bi şewitandina înfazên wan rê li ber azadiya wan tê girtin, berdewam dike.”
‘Polîtîkayên şerê taybet cîhana ramanî hedef digirin’
Di berdewama axaftina xwe de Rengîn Karabûlûtê destnîşan kir ku divê nêzîkatiyên wiha bi dawî bibin û axaftina xwe wiha domand: “Di serdemeke ku ji bo xurtkirina siyaseta demokratîk û domdarkirina aşitiya civakî hewldan berdewam dikin de, domandina pratîkên ku îradeya azad a civakê û beşdariya wê ya di jiyana demokratîk de qels dikin, nakokiyeke cidî çêdike. Politîkayên şerê taybet ne tenê bi rêbazên leşkerî sînordar in; ew cîhana ramanî, nirxên exlaqî û îradeya siyasî ya civakê hedef digirin û dixwazin civakê ji nirxên wê yên resen dûr bixin. Pêwîst e ku binpêkirinên mafan ên ku li girtîgehan bi israr tên domandin û mexduriyeta girtiyên ku tevî qedandina cezayê xwe jî nayên berdan, ji vê aliyê ve werin nirxandin.”
Banga hestiyariyê ya rayedarên dewletê
Di dawiya axaftina xwe de Rengîn Karabulutê bang li rayedaran kir û got: “Ji vir şûnde, di serî de ji Birêz Serokomar re, ji Wezareta Dadê re, ji saziyên peywendîdar ên dewletê û ji hemû berpirsiyaran re banga me ev e; ji bo avakirina aşitiyeke domdar divê berpirsiyarî were girtin û gavên pêwîst bên avêtin.”
Daxûyanî bi çalakiya rûniştinê, berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” û lêdana çepikan bi dawî bû.














