Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî eşkere kir ku wan bi YBŞê re lihev kiriye û wê hêzên wan bixin nav Heşdî Şeebî û wiha got: “Heta 30ê Hezîrana 2027ê tu çek li derveyî dewletê namîne.”
Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî têkildarî rojevê ji qenala nûçeyan a El-Iraqiyeyê re axivî. Zeydi têkildarî komên çekdar ên li Iraqê, rewşa Iraqê û lihevkirina bi Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) re axivî.
Elî Zeydî diyar kir ku hikûmet di derxistina Iraqê ji tecrîdeke navnetewî ya nêzîk de bi ser ketiye û wiha got: “Welat di bin gefa dorpêçkirin û balyozxaneyan de bû û welatên rojavayî bawer dikirin ku dewleta Iraqê di bin hegemonyaya hinek komên çekdar ên diyar de ye.”
Elî Zeydî da zanîn ku heta 30ê Hezîrana 2027an tu çek li derveyî dewletê namîne, hikûmet armanc dike ku heta 30ê Hezîrana 2027an dawî li hebûna çekên li derveyî dewletê bîne û çek dê di destê hêzên ewlehiyê de bin.
Her wisa Zeydî teqezî li ser nebûna leşkerên Amerîkî li Iraqê kir ku her çend bi mîsyona şêwirmendiyê jî bin û bal kişand ser lihevkirinên ji bo terikandina hêzên artêşa Tirk li Baregeha Başîqayê û radestkirina baregehê bo artêşa Iraqê.
Her wiha Elî Zeydî bal kişand ser lihevkirina di navbera YBŞ û hikûmeta Iraqê de û diyar kir ku wan weke hikûmet bi Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) re li hev kiriye û wê hêzên wê bikeve nav Heşdî Şeebî.













