Di di çavçoveya lêpirsîna li dijî Şaredariya Mîlasê hatiye destpêkirin de tevî Şaredar Fevzî Topûz 20 kes hatibûn binçavkirin, piştî karûbarên wan ên îfadeyê ji emniyetê sewqî dadgehê hatin kirin. Tevî şaredar 18 kes hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Mûglayê ve tê meşandin, de di 20ê Cotmehê de bi îdiayên “avakirina rêxistina sûcê, “rêveberî an jî endambûna rêxistina sûcê”, “bertîl”, “fesadiya îhaleyê” û “sixtekariya di belgeyên fermî de” 35 kes hatin binçavkirin. Ji 35 kesên hatine binçavkirin 15ê wan piştî karûbarên îfadeyê yên li emniyetê hatin berdan. Tevî Şaredarê Mîlasê Fevzî Topûz û kurê wî Dorûk Topûz 20 kes sewqî dadgehê hatin kirin. Şaredar Fevzî Topûz û kurê wî Dorûk Topûz jî di nav de ji 20 kesan, 18ê wan hatin girtin.













