Li Bostana Komîn a Jinan ku bi armanca piştgirîkirina jinan û tevlibûna jinên penaber a di nav hilberînê de hatiye avakirin, berhemên dawî hatin komkirin.
Bostana Komîn a Jinan ku bi pêşengiya Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Rêya Armûşê Weqfa Pêşxistina Çavkaniya Mirovan (ÎKGV) û Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî hatiye avakirin, armanc dike ku bi taybetî jinên penaber tev li pêvajoyên hilberînê bibin, bi rêya hilberînê piştevaniyê pêş bixin û piştgiriyê bide tevlibûna jinan a jiyana civakî.
Di komkirina berheman a bi keda kolektîf pêk hat de jinan firingî, îsot û pûngên ku çandibûn komkirin. Jinan diyar kir ku ew dê bi zerzewatên ku komkirine ji bo zivistanê tirşî amade bikin.

















