Wan – Yek ji guherîner û pêşengên herî mezin ê edebiyata Kurdî ya nûjen Erebê Şemo ye. Ew wekî “Bavê romana Kurdî” jî tê nasîn. Bi nivîsandina romana xwe ya bi navê “Şivanê Kurmanca”, di dîroka wêjeya Kurdî de gaveke mezin û dîrokî avêt û ew her di bîra wêje û zimanê Kurdî de cihê xwe digire.
Erebê Şemo di sala 1935an de bi nivîsandina romana xwe ya bi navê “Şivanê Kurmanca”, di dîroka wêjeya Kurdî de gaveke mezin û dîrokî avêt. Ev pirtûk wekî yekem romana bi tîpên Latînî ya Kurmancî ya edebiyeta nûjen hatiye qebûlkirin û bi vî awayî rêya gelek nivîskar û lêkolînerên Kurd vekiriye. Wî di berhemên xwe de jiyana civakî, çandî, xizaniya gel û têkoşîna Kurdan bi zimanekî sade û zelal hûnandiye.
Erebê Şemo di sala 1897an de li Qersê ji dayik dibe. Di jiyana xwe de rastî gelek zehmetiyan tê û nêzî 17 salan di girtîgeh û sirgûniya Sibîryayê de dimîne lê tu carî dest ji doza ziman û çanda Kurdî bernade. Wî ligel xebatên xwe yên roman û çîrokan, di sala 1929an de ligel Îsak Marogûlov alfabeya Kurdî ya bi tîpên latînî amade kir û di xebatên rojnameya Riya Teze de bi rolek mezin rabû. Erebê Şemo di 21ê Gulana 1978an de li Êrîvanê koça dawî dike.
Erebê Şemo di malbateke Kurdên êzidî de li gundê Susuzê yê Qersê hatiye dinyayê. Ew nivîskar, rojnamevan û rewşenbîrekî cîhana Kurdî ye ku di dîroka wêjeya Kurdî de wekî “Bavê Romana Kurdî” tê nasîn.
Gaveke dîrokî di edebiyatê de
Berhemên wî yên wekî “Şivanê Kurmanca”, “Kurdê Erez”, “Dimdim”, Jiyana Bextewar”, “Berbang” û “Hopo” ji bo edebiyata Kurdî bûne bingeheke gelekî xurt. Di sala 1935an de berhema xwe ya dîrokî “Şivanê Kurmanca” belav dike û deriyê romanê di edebiyata Kurdî de vekir. Wî di nava mercên giran ên sirgûniya Sibîryayê de ziman û nasnameya Kurdî parast û xebatên rojnamegeriyê jî li rojnameya Riya Teze bi rê ve bir.
Gelê Kurd û hezkiriyên edebiyatê mîrateya “Bavê romana Kurdî” Erebê Şemo bi xwendin û belavkirina berhemên wî di bîra xwe de dihêlin. Pirtûkên wî îro jî di nava nifşên nû de bi kelecaneke mezin têne xwendin û di nav xebatên herî hezkirî yên wêjeya Kurdî de cihê xwe diparêzin.
Taybetmendîya romana Şivanê Kurmanca a Ereb Şemo, ne ku tenê yekem roman e ku bi Kurmancî hatiye nivîsandin. Di heman demê de ew roman rêwîtîyek e jî. Vebêjerê romanê Şemo, bi xwe ji ber trajediya ku her tim li dar e, a koç û koçberiya ji ax, bav û kalan, tevî malbata xwe ji Qersê koç dikin. Warekî din, li ser axa Kafkasan, li Ermenistanê ji xwe re dikin war.
“Şivanê Kurmanca”, xwîneran di vê rêwîtiya çetin û zor de dike hevrêyê guhertina jiyana Erebê Şemo yê vebêjer û serkarekterê romanê jî. Di hêla din de xwendevan bi vê rêwîtiyê re ji nêz ve awayê jiyana Kurdên Ermenistanê, kelepûra erf û adetan û her wiha girêdan û danûstandinên dîtir nas dike.











