MEBYA-DERa Dîlokê ji bo malbatên şehîdan li Dîlokê mevlûd da û bernameya xwarinê li dar xist.
MEBYA-DERA Dîlokê bi boneya bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê li eywanek dawetê ya li taxa Fistikli ya li navçeya Şehîtkamilê ya Dîlokê mewlûd da. Li eywanê panqarta “Şehîdên me rûmeta me ne” hate daliqandin. Bername bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo bîranîna cangoriyên Tekoşîna Azadiyê dest pê kir. Nûner û rêveberên partiyên siyasî û saziyên demokratîk, Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren û gelek malbat tev li bernameyê bûn.
‘Pêwîst e gavên qanûnî zû bên avêtin’
Parlamenter Serhat Eren di bîranînê de axivî û bal kişand ser pêvajoya aştî û civaka demokratîk û wiha got: “Di pêvajoya 10 salên dawî de tevgera azadiyê gav bi gav hate hate van rojan. Çawa ku tevgera azadiyê ji bo aştiyê berpirsiyarî digire ser xwe û gavan diavêje, divê dewlet û desthilat jî li gorî vê gavên berbiçav û qanûnî biavêje. Me heta niha gelek tiştên dikevin ser milê me pêk anî. Lê em dibînin ku desthilata AKPê di vê mijarê de hîn îradeyeke berbiçav nîşan nedaye. Em bi zelalî diyar dikin ku; bêyî derengî bikeve divê dewlet-desthilat gavan biavêje û berpirsiyariya xwe bicih bîne. Divê neyê jibîrkirin ku derengxistina gavan dê siberoja pêvajoyê bixe xetereyê. Di vê pêvajoyê de bihêzkirina destê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tevgera azadiyê û têkoşîna aştiyê berpirsiyariyeke dîrokî ye. Em bi bawer in ku em ê di demeke nêz de teqez bigihîjin armanca xwe. Xwedîderketina li bîranîna şehîdên me dê her dem rêya me ronî bike. Ez carek din ji hemû gelê me re sersaxiyê dixwazim.”














