Berdana Sermîn Demîrdag ku ji sala 1993yan ve di zindanê de ye cara 8emîn hate taloqkirin. Bi vê biryara dawî re bû 3 sal û 9 meh in berdana wê tê astengkirin.
Sermîn Demîrdag ji 13ê Nîsana sala 1993yan ve di zindanê de tê girtin û tevî ku ji sala 2023yan ve cezayê wê xilas bûye jî berdana wê tê astengkirin. Lijneya Çavdêriyê ya Girtîgeha Jinan a Kayseriyê cara 8emîn berdana Sermîn Demîrdag ji bo 6 mehan taloq kir. Bi vê biryarê re astengkirina berdana Sermîn Demîrdag derket 4 sal û 3 mehan.







